Bi gurrbûna şerê di nabêna AKP-ê û Ergenokênê da êdî her her kes ji xwe ditirse, loma jî dixwazin herdu alî jî zêde hevûdu deşîfre nekin û li hev werin.
Çimkî her ku dozger lêkolînê kûrtir dike xerabtir dibe, serî dihere digihîje gelek kesên giregir, gelek sendîka û rêxistinên sivîl, heta gelek kesên nêzî AKP-ê jî.
Loma jî îro gelek rêxistin û sendîkayan wek TOBB, TZOB, TESK, TÜRK-İŞ, HAK-İŞ, TİSK ve KESK-ê bi hev ra daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin ku herdu alî jî zêde hevdu neêşînin û meseleyê zêde mezin nekin. Di daxuyaniyê da tê gotin, dema lêkolîn were kûrkirin herdu alî jî ewê zirarê bibînin.
Serokê Odeya Tîcaretê ya Anqerê Sînan Aygun, ku bi îhtîmaleke mezin ew jî endamekî Ergenekonê yê girîng e, li ser navê rêxistinên ku daxuyaniya mişterek dabûn peyivî û got, ”Ergenokonê jî bisekinînin û girtina partiyan jî.”
Sînan Aygun bi van gotinên xwe dibêje li hev werin û hevûdu zêde neêşînin. Yanî dev ji eşkerekirin û girtina çeteyan berdin.
Rêxistin û sendîkayên xwediyên beyanê pir hindik ew jî di nava Ergenekonê da ne, loma jî dixwazin şer mezin nebe, ji bo ku serî negihîje wan jî.
Ji qatilên êrîşa Mahkima Bilind Osman Yildirim û Îsmaîl Sagir ku herduyan jî cezayê muebetê xwarine, li ser soza ku ewê cezayê wan kêm bikin, îro ji nuh ve îfade dan dozger Zekeriya Oz û qebûl kirin ku yên bombe dana wan general Welî Kuçuk bûye.
Li gor ku rojnameyên Star û Tarafê dinivîsin, Osman Yildirim gotiye, ”Biryara êrîşa ser rojnameya Cumhûriyetê û ser Mahkima Bilind di civîna ku me li Ataşehîrê bi Welî Kuçuk ra kir hate girtin. Bombeyên me avîtin rojnameya Cumhûriyetê, me ji Welî Kuçuk girt.”
Ji ber delîl û bekgeyên wiha dixwazin wek mesela Sûsûrluk û Şemzînanê ser Ergenekonê jî pûş bikin û veşêrin.
Û ewê bikin jî, çikî di destê artêşê da gelek îmkanên artêşê hene, çapemenî û unîversîteyên Tirkiyê hemû di bin emrê artêşê da na û li gor emrê leşekeran dixebitin. Ji bo ku rojevê biguherin ewê tiştekî din mezin bikin û wê têxin rojava civatê.
Û nimûneya pêşî îro wa ye dest pê kir jî.
Rektora Unîversîteya Bahçeşehîrê û qîza Mahir Kaynakê MÎT-ê meşhûr yên salên 1970-î Prof. Deniz Ulke Aribogan îro wek bavê xwe ”kehannetek” anî zimên û ” Du sal najo li Tirkiyê ewê dewletekeke kurd dekeve ortê.”
Aribogan dibêje:
"Leşeker nuha nikanin tev bilivin. Tirkiye di bin êrîşeke mezin da ye. Tirkiye bawer dike paqijiyek dibe. Li Tirkiyê şerekî di nabêna hêzên layik û ne layik da heye. Tirştekî wiha tuneye. Li Tirkiyê operasyoneke nanvnetewî ya pir mezin heye. Gav bi gav ber bî dewleteke kurd tê çûyin. Heger li hev nekin(qest hukûmet û çeteyên Ergenekonê ye), ev ê pêk were. Divê her kes viya bibîne. Heger sîstem wiha dom bike û şerê di nava dewletê da raneweste, du sal najo ewê dewleteke kurd were avakirin. Her kes vê yekê wek şerekî layik û antî layik dibîne lê tiştekî wiha tuneye. ”
Li gor keça MÎT-ê kevn Prof. Aribogan, ev kaosa ku hatiye meydanê avabûna dewletteke kurd hêsantir dike.
Aribogan gelek şîretên din jî li aliyan dike û dibêje:
”Heger partiya îktîdarê were girtin û doza Ergenekonê dom bike, ewê mesela kurd bi rengekî pir cidî têkeve rojeva Tirkiyê. Ji sebebê herî girîng ku ez viya dibîjim yek jî axaftina Leyla Zana ya herî dawî ye. Leyla got, di sala 2010-an da Abullah Ocalan ewê bi me ra be.”
Diyar e Aribogan xanimê ji bavê xwe gelek tişt fêr bûye û ji karê bavê xwe pir hez kiriye, loma jî daye ser şopa wî.
Bi “çêbîna dewleteke kurd” tirsandina milet ne taktîkeke nuh e, her kes vê taktîka tirsandinê dizane lê dîsa jî pere dike. Di rojên pêş da hîn gelek kesên din jî ewê kehanetên wiha bavêjin ortê û bixwazin milet û AKP-ê pê bitirsînin. Hetta ne ev tenê, pir ne dûr e ku hin prowakasyonên mezin jî bikin, hin bûyeran derxin. Ji ber ku dewleta tirk di karên wiha da pir mahîr e. Dema bixwaze dike. Çimkî xwedî îmkan û eleman e. Ez dikanim bibêjim ku ji sedî nodê medyaya tirkiyê amadeye ku ji bo “dewleta kûr” wek ajan prowakatoran bixebitin. Loma jî em nemrin emê hîn gelek sosiretên din bibînin.
Meriv hêvî dike ku Emerîka careke din destûrê nede tirkan ku êrîşî Kurdistana Federe bikin. Heger bizanibin Emerîka ewê li dij derneke, ewê sibe êrîşê bibin ser kurdan. Ji ber ku nuha ji wan tevlihevî, qerepere û teşxele lazim e. Dixwazin tiştekî derxin û ser bûyere Ergenekonê bigirin. Û bûyera herî bi tesîr î mesela kurd e, avabûna kurdistanê ye. Lê wer xuya ye careke din ewê gelkî zahmet e, loma jî divê li hundur hin tevliheviya derxin.
Diyar e Prof. Denîz Aribogan, li gel karê rektoriyê wek bavê xwe wezîfeyeke wê yê ya din jî heye; ew jî ajanprovakatoriye
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar