24 maj 2026

Rojek xweş bi herdu şîrînên mala Xamo ra


Îro herdu şîrînên ber dilên me, neviyên me Olîver Aras û Leo Ronî hatibûn serdana kalik û pîrika xwe.
Êdî li me banîne, gava me dibînin pir dilşa dibin, xwe dirêjî hêmêza me dikin.
Dawiya her heftê tên ba me, em berê bîstekê li malê dilîzin, dûra bi hev ra diherin parqa me(Eskîl Parken)lîstika xwe li wir didomînin.
Parqa zaroka ye, ji bo lîstika zarokan gelek tişt çêkirine. Cara xalî nabe, tim qelebalix e.

Gerek kurd xwe tevî şerê tirkan nekin


Pûlisên Erdogan îro li Anqerê girtine ser merkeza CHPê, xwestine Uzgur Ozel û hevalên wî bi zor ji hundur derxînin û merkez teslîmî Kemal Kiliçdaroglu bikin. Ozgur Ozel û hevalên xwe li ber xwe didin, dibêjin em dernakevin. Berxwedana wan pere nekir, pûlisan bi darê zorê ew ji bînayê derxistin dereve...
Mahkimê(yanî Erdogan) CHP ji Ozgur Ozel girt, da Kemal Kiliçdaroglu.  
Erdogan dixwaze CHPê belav bike. Dixwaze viya bi destê Kemal Kiliçdaroglu bike. Bira bike. Belkî bi vî hawî dewleta wan a naylon, buxça 77 pîneyî ji hev da bikeve.

Bargirano aqil siviko

Ji nişka ve dinya bû ewr, reşêşkên baranê hatin xwar. Kêsrek(axa hişkbûyî, bûye topik) ket derd û şayişa kevir, got, vaye baran hat, kevirê çawa bike?
Ew ax e, li xwe nafikire, li kevir difikire...

Hin dîndarên me yên bûne canfîdayên filistîniyan jî ji dêlî li perîşaniya miletê xwe bifikirin, ketine mitala, şaiyişa filistîniyan. Di şîna xwe da jî ji filistîniyan ra digrîn.
Bargirano aqil siviko...

Teslîmîyeta siyasî ji şikestina leşkerî xerabtir e

Tirkan ne bi dewleta xwe, bi hêza xwe ya leşkerî, bi huqûqa xwe, bi sîstema xwe ya perwerdê tenê, bi zanîna xwe jî em pelçiqandine, em biçûk xistine, em nezan û cahil nîşan dane. Zimanê me wek zimanekî paşdamayî, bi kêrî ilm û îrfanê, edebîyatê nayê nîşan dane.

Dewleta tirkan li dijî me şîdeta fizîkî tenê bikar neanîne, di warê fikrî, îdeolojîk, kulturî, întellektuelî da jî zulmeke mezin li me kirine, tiştên şaş, derew, tiştên tarîxa me belovacî dike fêrî me kirine.

23 maj 2026

Donald Trump gefê li Îranê dixwe, Îran jî wî bêminet dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa forteke mezin daye xwe, gefa derba mirinê li Îranê xwariye. Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî ew bêminet kiriye; gotiye heger Amerîka êrîşî me bike, bersîva me jî ewê ji ya berê pir girantir be.

Donald Trump gotiye, “Ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî derbeyeke kujer li Îranê xin.

Heger em peymaneke baş çênebe ewê rewşeke wisa derkeve holê derbeke hewqasî giran li tu welatekî dun neketiye.  Îhtîmal ji sedî 50 bi 50 ye, ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî emê her tiştê wan wêran bikin."

Îro havînê girt ser Stockholmê

Îro germa havînê ji nişka ve girt ser Stockholmê, taxa me 24 derece germ e, Stockholm dikele.

Wek her roj dikim, min berê nivîsa xwe ya rojê nivîsî, di bloga xwe da parve kir. Dûra bîstekê bala xwe da medya sosyal, hin xeber-meber xwendin. Çend tiştên hûrik-mûrik jî parve kirin.
Yanî min kar û wezîfa xwe ya rojane temam kir.
Dor hat wexta meşê. Xanimê got ez nayêm, ezê îro paqijiya malê bikim.
Min got xanim, di vê germê da ne karê aqil e, were em herin meşa xwe bikin û werin. Got, ”xêra xwe bela xwe ji min veke, here gerr xwe gike.”

Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heta hûn bixwzin merivekî şît e, fêlbazekî siyasetê yê kêmemsal e. Kes nikane bi wî ra kaban bavêje, kes nikane zora wî bibe. Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik.

Di siyasetê him pir şît û zane ye, him jî wêrek e, bêteredut, bêtirs mixalifên xwe, kesên ji bo xwe talûke dibîne ji ortê radike.

Li Tirkiyê ji pûlisan bigire, heta bi leşker û sîstema huqûq û edaletê, medya, gişk kirine bin emrê xwe. Dilê wî kê bixwze, wî dide girtin, salan dixe zindanê.

22 maj 2026

Fotografek û hinek nostaljî


Nostaljî xweş e, dilê meriv, hestên meriv wek mihîneke kihêl radike pêdarê, dilê meriv geş dike, meriv noqî derya xeyalan dike.

Hey gidî dinya xemrevîn û derewîn. 6 sal berê ez li warekî din bûm, di xanîyekî xweş, bi hewş û bi bexçe da bûm. Wek mîran li hewşa xwe rûdiniştim, min nigên xwe davêt ji ser hev da û qahwa xwe ya kurdî bi kêf û zewq vedixwar.

Nuha li warekî din im, di hundur xaniyekî çardîwarî da me, ne hewş heye, ne bexçe heye. Li vî rismê xwe yê 6 sal berê dinêrim û bi hesret wan rojên borî tînim bîra xwe...
Tiştê ji wan rojan min ra ma tenê nostaljî ye...

Li Afganîstanê zewaca bi keçên 9 salî ra bû qanûnî


Li Afganistanê rejîma Talîban bi qanûneke nuh zewaca bi keçên 9 salî ra serbest kiriye, kiriye qanûnî.

Berê, temenê zewacê yê qanûnî ji bo keçan 16 salî bû, ji bo keçên biçûktir jî gerek destûra bavê wan, ya jî destûra dadwerekî  hebûya.
Zewaca bi keçên 9 salî ra barbarî ye, pedofîlî ye; tecawiza li keçên zarok in.
Dezgeha Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) ev biryara hukûmetê rexne kiriye, gotiye ”ev qanûn zewaca bi rizayê, bi dil ji ortê radike”, çimkî keçeke 9 salî hîn kamil, balix nebûye. Hîn zarok e.
Hikûmeta Talîban îdiayan UNAMAyê  red kiriye, gotiye:
”Qanûna nuh li gorî huqûqa Îslamê ye."

21 maj 2026

Erdogan CHP ji Ozgur Ozel girt da Kemal Kiliçdarogluyê pantirkîst


Mahkimeyeke Tirkiyê kongreya CHPê ya 38a ya 3 sal berê çêbûbû îptal kiriye; CHP ji Ozgur Ozel stendiye, ji nû va daye serokê berê Kemal Kiliçdarogluyê kemalîstê pantirkîst.

Mahkime, filan bîvan gişk fasafîso ye, biryar ya Erdogan e, ew dixwaze CHPê ji qada siyasetê derxîne.
Erdogan, tirk çi dikin, çi nakin qet ne gelşa me ye, şalê alîgirên CHPê serî hildin, ew îslamîst şerê hev bikin. Dibê kurd xwe di teşxele û şerê wan negerînin.

Hevaltiya bi dijmin ra nexweşiyeke bêderman e

Keje Bemal xanimê di malpera xwe ya Facebookê da rismekî Hîkmet Çetîn ê li nexweşxanê parve kiriye û şiroveyeke bi heq, rast, di cî da kiriye. Xanimê gotiye:

”Bi qasî ez dizanim tu nexweşiyeke Hîkmet Çetîn a kronîk tune ye bêyî ya ûjdanî û nasnameyê.

Bi texmîna min problema em qal dikin ji nexweşiyên fîzyolojîk hîn pirtir bedena kesê kurd diwestîne. Ez eşkre bibêjim, ewqas nebaş xuyakirina wî ev tişt bi min dan fikirandin.”

20 maj 2026

Serokê Meclîsta Tirkiyê gotina "bajarên kurdan" qebûl nekirye

Serokê Meclîsa Tikriyê Nûman Kurtulmuş ji parlametera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê ra gotiye, ”gerek hûn nejêjin bajarên kurdan, vê gotinê ji pêşniyara xwe derxin”!

Mêrikan dev dîtine pê da dirîn. Gava meriv dest nebe xwe, teslîm bibe dijmmin aşûnî dibe, navê welatê meriv, gotina welatê kurdan, bajarên kurdan jî li meriv qedexe dikin.

Ji me da ye, me ew gewî kirin. Mêrikan bala xwe danê çi dixwazin bi serok û siyasetmedarên me didin qebûlkirin.

Destê bixebite li ser zikê têr e

Meriv nebîne zor û zahhmetê, naxwe tu nîhmetê. Ji bo ku meriv mêweyê darê bixwe, di bin siya wê da rûne dibê meriv destpêkê lê mêze bike, av bide, heta mezin dibe. 
Destê bixebite li ser zikê têr e. Zikê destê nexebite tim birçî ye.

Serketinên siyasî jî wisa ne, dibê meriv bixebete, zû neweste, îstîkrarê, berdewamiyê nîşan bide.
Ji bo ku însan baweriyê bi te bînin, bibin hevalên te gerek karên te, praktîka te bibînin, baweriyê bi te bînin.

Meriv kevir davêje ji birca belek da, navêje ji sepeta rêxê da

Meriv kevir davêje ji birca belek da, navêje ji sepeta rêxê da. Neyarên me û hevalên wan kesên kurdperwer, azadîxwaz reş dikin, dibêjin di nava kurdan da, bi taybetî jî di nava ciwanan da nasyonalîzm xurt dibe, dibê dewleta tirk vê talûkeya mezin bibîne û rê li ber vê pêşketinê bigire.

Helbet dijminên me ewê ji zêdebûna miletperweran bitirsin, çimkî ew hevkariya bi dewletê ra, entegrasyonê red dikin, azadî û serxwebûna miletê xwe diparêzin.

19 maj 2026

Min îro baran bêminet kir

Ji do bi şev da ye li taxa me baran e. Min bala xwe dayê baran venake, seet di 12.00a da min xwe jidand, şemedanê xwe yê baranê berra ser bejna xwe da û derketim.

Çendakî berê min şemedanê baranê kirîbû, min hîn li xwe nekiribû. Ez bi çar çavan li bende baranê bûm, ji bo ku şemedanê xwe yê baranê li xwe kim, têr pê bigerim. Kêfa min pir jê ra hat, dirêj e, qet şil nebûm. Êdî baran maran ne xema bin e. Hema heta jê tê bira bibare.

Erdogan û Bahçelî dixwazin navê Kurdistanê jî li kurdan qedexe bikin

Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, xwestiya navê Kurdistanê li kurdan qedexe bike, gotiye gerek kurd navê Kurdistanê negirin devê, çimkî bikaranîna navê Kurdistanê merheleya "xelaskirina Tirkiyê ji terorê" dixîne talûkê.
Gerek kurd li hemberî van gotinên Mehmet Uçum bêdeng nemînin, bersîveke Kurdistanê bidinê.
Gerek Partiya DEMê, partiyên kurdan ên din û parlamenterên kurd gişk bi hev ra bi dubarekirina, bi parastina navê Kurdistanê bersîvê bidin Mehmet Uçum, Erdogan û Bahçelî.
Bêdengî şaş e, ewê bêtir cesareta beyanên wiha bibînin.

18 maj 2026

Kilîta çareseriyê di dest Kom Muzîkê da ye

Gelşa(problema) nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê pir mezin bû, pir fireh gerîya; hema hema her kesê xwendin û nivîsandina wî/wê heye, bikanibe bi tirkî ya jî bi kurmancî çend gotinan binivîsîne xwe tevî nîqaşê kir, fikrên xwe got, kevirên dawa xwe gişk dawşand.

Hin sitranbêj û hin kesan jî wek her tim dikin, dîsa xwe hetikandin, xwe fahş kirin. Mesle bûye porê dînan û gêrmiya gavanan...

Heyran, ne hewceye hûn meselê hewqasî dirêj bikin.
Bi baweriya min dibê Kom Muzîk ban Mem Ararat bike, ya jî ban abûqatê wî bike, peymana wî, belgeya wî bidê û ji hev pak bibin.

Bêdewletiyê di ruhê me kurdan da birînên kûr vekirine

Merivê bêdewlet wek teyrê bê per û bê bask e. Teyrê bê per û bê bask nikane bifire, nikane kêf û lezeta firênê bijî, tahm bike.

Ji bo teyrekî bêper û bê bask, temaşekirina teyrên li hewa êşeke mezin e, jiyan zindan e.
Merivê bêdewlet jî gava dixwaze vegere warê xwe, here hêlîn û mala xwe nikane here, çimkî bindest e, bêdewlet e, welatê wî/wê dagirkirî ye.
Bindestiyê, bêdewletbûnê di dil û ruhê me kurdan da, di şexsîyeta me da birînên kûr, birînên bêderman vekirine.
Ez êşa van birînên kûr gav û seet his dikim.

Xwezî min kanîba bi xwe û xwe di siyasetê negeranda

Siyaset li her dera dinyayê karekî, sinetekî zor e, bi problem e, meriv pir diwestîne, serê meriv tim di teşxelê da ye.

Lê siyaseta kurdî, siyaseta bi kurdan ra sed qatî ji ya miletên din zortir e, mişt problem e, fena erdekî mayinkirî ye; di her gavê da meriv kane pê li mayinekê bike.
Siyaseta kurdî bûye wek şerê eşîran. Partî bûne eşîr, serokên wan jî bûne wek serokeşîr. Hevalên wan jî mecbûr in eşîra xwe û serokê xwe biparêzin. Û gava te li dijî serokê wan, eşîra wan tiştekî ne li gorî dilê wan got êrîşe te dikin. Nîşanî hevalên xwe didin ew bi serok û eşîra xwe ra sadiq in.

17 maj 2026

Bersîva xwendevan û dilxwazekî bloga min

Şopînerekî bloga min bi mexlasa (M.R)gotiye min tu nivîseke te li ser futbolê, arkolojiyê û tarîxê nedîtiye, xwestiye ez carnan jî li ser futbolê, tarîxê û arkolojiyê binivîsînim.

Camêr wiha gotiye:

”Silav û rêz mamoste.
Heta niha di vî blogê da herî hindik min 300 nivîs xwendîne. Li gor dîtina min piranîya wan mijarên sîyasî û wêje ne. Çend sal in ez bi kêfxweşî dixwûnim.

Tirk çi fêlbaziyê bikin jî nikanin rê li ber azadiya me bigrin

Dewleta tirkan sed sal e kurd êsîr girtine, ji navê welatê me bigire, heta bi zimanê me, her tiştê me qedexe kirine. Lê kurd vê bindestiyê êdî qebûl nakin.
Kesên heta nuha bêdeng bûn, êdî dengê xwe bilind dikin, doza azadîya xwe, doza serbestbûna zimanê xwe dikin. Ji bo vê yekê bi sedan alim û profesorên me civînan, panelan çêdikin, semîneran didin.
Kurd êdî ne kurdên 50-60 sal berê ne. Gundî, jin şiyar bûne, di siyasetê da êdî aktîv in. Yanî kurd êdî zane ne, şiyar bûne, bi sedhezaran zane, alimên kurd hene.

Meclîsa Tirkiyê pêşniyara partiya DEMê ya li ser kurdî red kir

Parlamenterên partiya DEMê ji bo astengiyên li hemberî kurdî çine diyar bibin pêşniyarek pêşkêşî meclîsê kirine.

Di pêşniyara xwe da xwestine di meclîsê da ji bo zimanê kurdî komîsyonek were avakirin û komîsyon li ser astengiyên li hemberî kurdî lêkolînê bike.

Meclîsê pêşniyara partiya DEM bi rayên parlamenterên AKPê, MHPê û partiya BAŞê red kiriye.

16 maj 2026

Mem Ararat ji Kom Muzîkê ra gotiye bes e êdî ji destê we !


Mem Araratê sitranbêj li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek balkêş, mişt gazin û rexne belav kiriye. Mem Ararat di axaftina xwe da rexneyên giran li Kom Muzîkê digre, dibêje 12 sal in we dest daye ser keda min, hûn heqê min nadin.

Ez bi gelşa, peymana nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê nizanim, lema nikanim xwe tevî vê meselê bikim.
Lê heger mesele wek Mem Ararat dibêje be, Kom Muzîk pir neheq e, şermeke mezin e dezgeheke kurdan heqê hunermendekî nedê, dest deyne ser keda wî.
Hêvî dikim di demeke kin da gelşa nabêna xwe çareser bikin.

15 maj 2026

Huseyîn Çelîk li navê Kurdistanê xwedî derket

Huseyîn Çelîk
Piştî Amedspor derket Lîga Super di dema pîrozbahiyan da wek her kurdî Ahmed Turk jî kêfxweş bû, got, ”taximekî Kurdistanê îro derketi Lîga Super.”

Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Oktay Saral bi vê gotina Ahmed Turk pir aciz bû, bi beyaneke pir sert gef li Ahmet Turk xwar, got:

Mezlûm Ebdî rêwiyê Anqerê û Îmralîyê ye


Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî gotiye, ji bona çûna Anqerê û hevdîtina bi Evdila Ocalan ra hazirî tê kirin.

Di malpera Al Monîtorê da Amberîn Zamana rojnamevan ji fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî pirsî ye:
-Tu yê herî Anqerê?
Mezlûm Ebdî:
-Em dikanin bibêjin haziya pilanên wiha tê kirin. Kane bi Îmraliyê ra jî hevdîtinek were kirin.

14 maj 2026

Donald Trump fêm kir Xi Jinping jê mestir û jê xurttir e !


Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li paytexta Çînê Pekînê civiyan û çend peymanên tîcarî, aborî abor îmze kirin.
Li gorî xeberên medyaya Swêd Çînê piştgirî daye vebûna Tengava Hurmizê û gotiye dibê Îran nebe xwedî sîleha atomî.

Îranê îro hîştiye 30 keştiyên Çînê ji Tengava Hurmizê derbas bin. Ev, miheqeq piştî bazarekê bûye.
Meleyên Îranê viya belaş nakin.
Gelo di bazarê da Donald Trump li karê ye ya jî Xi Jinping ?

Sefîn Dizeyî serokê Tirkiyê Erdogan wek dostekî Mesrûr Barzanaî yê ji dil dibîne

Berpirsê peywendiyên derve yê hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ber ”hurmet û dostaniya kûr” a serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bi Mesrûr Barzanî ra pir kêfxweş bûye û gelkî pesnê Erdogan daye, gotiye:

”Serokkomar Erdogan ji ber rêz û dostaniya kûr a bi Serokwezîr Mesrûr ra, protokol xera kir, heta hewşa ofîsa xwe, Mesrûr Barzanî bi rê kir..."
Ji ber vê pêşwezîkirina Erdogan a sexte, durû, wek siyasetmedarekî kurd meriv bi vê heyraniyê qala serokê dewleta dagirkerê welatê xwe nake.

Li ser Abdulah Ocalan ankêteke pir muhîm

Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqerê (Ank-Ar)li ser Abdulah Ocalan û Selahetîn Demirtaş, gelo kîjan bêtir nûnertiya kurdan dike, kîjan bêtir mafê kurdan diparêze ankêtek çêkiriye.

Pirs ev bûye:
"Li gorî nêrîna we Selahattîn Demirtaş ya jî Abdullah Ocalan, kîjan baştir nûnertiya daxwaz û nêrînên kurdan dike?"

Ji sedî 63,9ê beşdaran piştgirî daye Selahetîn Demîrtaş wek nûnerê kurdan dîtiye

Ji sedî 22,6ê beşdaran jî gotiye Abdullah Ocalan baştir temsîl dike, baştir diparêze.

13 maj 2026

Gêj Stand-Up”ê bi henekên xwe kurdên Stenbolê îhya kirine


Li Stenbolê çend ciwanên me yên jîr, jêhatî ev saleke bi navê “Gêj Stand-Up”ê derdikevin sehnê, bi henek û mîzaha kurdî kurdên Stenbolê îhya dikin.
Stand Upa wan di nava kurdan da deng daye.
Ji bo vejîn û xurtkirina ruhê netewî, ji bo belavkirina kurdî û teşwîqkirina ciwanan berbî kurdî va stand-upa kurdî ji muzîkê jî bi tesîrtir e.

Însên fêrî kurdî dike, cesaretê dide ciwanan zimanê xwe fêr bibin û bipeyivin. Di nava ciwanan da pêşketina stand upê, programên podcastê pir baş e. Him zimên, mîzaha me bi pêş dixwîne, him jî ruh û hestên kurdî bi ciwanan ra xurt dike. Kana hin kabîlîyetan jî derxîne. Yanî feydeyên wê pir in.

Çavdêriyeke sosyolojîk

Tiştekî Tevgera Vejînê bala min dikşîne, heval û terefdarên wê, beşdarên civînan ne kesên rîspî û porsipî ne, ne kal û pîr in, gişk ciwan in, keç û xort in.
Ez bala xwe didim civînênên wan, kesên beşdar ne kal û pîr in, ne kesên rîsipî ne, giş keç û xortên ciwan in. Di civînên wan da kesên rîsipî qet bi ber çavên min nakevin.
Girseya(başdarên) partiyên din, DEM partî jî di nav da hemû kesên rîsipî ne, ciwan tune ne.
Di nava tevgerên îslamî da ciwan hene, pir in. Lê di nav tevgerên çep û kurdperwer da ciwan ya tune ne ya jî jimara wan pir hindik e.

12 maj 2026

Xortekî qedirzan di malpera "tirşik netê" da pesnê bloga min daye û karê min teqdîr kiriye

Di malpera "tirşik netê" da xortekî wefadar, qedirzan, bi naznavê ”mirovekîrind” li ser min û bloga min Hindik-Rindik çend gotinên ez gelkî dilşa û serbilind kirim nivîsîye, gotiye:

”Tiştekî 9 sal berî niha bû, ev blog hindik maye 20 saliya xwe jî biqulibîne.
Meriv ne nûçeyan, ne jî tiştekî din bixwîne, hema bi tenê Zinarê Xamoyî bixwîne têr dike. Her roj li ser tiştekî dinivîse, Xwedê umrê wî dirêj bike. Bira başî û xweşî para wî be.”

Gerek meriv hewqasî jî xwe fahş neke !


Merivê dinyanedîtî, bêkultur gava zengîn dibe xwe fahş dike, xwe dike pêkenînê xelkê.

Li Stenbolê di nîşana Haydar Karayê wanî û fenomena medyaya sosyal Çagla Ozê da bi kîloyan zêr bi Çagla xanimê va kirine. Zêr bi her dera wê va kirine. Feqîrê bûye wek panoya zêr.
Ne îşê zêr e, serapê bûye zêr. Wek berdilkê, wek pêşmalê xişirên zêr kirine hustuyê wê. Wek sîrbenda hespê ye.

11 maj 2026

Partiyên dest dan ser sîlehên Amerîkayê lekeyeke mezin li navê kurdan xistin


Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa rexneyên giran li kurdan girtiye, gotiye sîlehên Amerîkayê ji çalakvanên Îranê ra şand kurdan nedan wan, ji xwe ra hîştin, vê yekê ew pir bêhêvî kiriye; baweriya wî bi kurdan nayê.
Heger Donald Trump derewan dike dibê hêzên kurd vê îdîa wî tekzîb bikin, bibêjin navan bide, we sîleh da kê?
Lê ez bawer nakim Donald Trump derewan dike, hin hêzên kurd bi rastî jî sîlehên Amerîkayê ji îraniyan ra şandibûn, nedan wan, ji xwe ra hîştin. Ev jî şerm û bêexlaqî ye, bêbextî ye, rûreşî ye.

Tesîra muzîkê li ser nasnamê û xurtkirina ruhê netewî


Dixwazim li ser girîngî û tesîra muzîkê çend gotinan bibêjim.

Muzîk yek ji hîmên herî bi hêz yê aîdîyeta netewî, ruhê netewî ava dike, diparêze, xurt dike û dewrî nifşên nuh dike.
Muzîk, çîrok, destan, edebîyat, folklor tarîxa miletekî di hafizeyeya însanan a kolektîf da zindî dihêle.

Bi taybetî jî ji bo miletekî wek me bindest, bêdewlet zimanê wî di bin talûkeya asîmîlasyonê da ye, muzîk, kilam, edebîyat dibe mertalê xweparastinê yê herî baş.

10 maj 2026

Xwedê kir ez kurd im û kurdî zanim

Min îro bîsteke dirêj li dengbêjan, li sitranên kurmancî guhdarî kir. Min ji Sîpan Xelat, li kilama Şêx Mehmûd, ji Hozan Aydin, Xewna Şevê, ji Salihê Qubînî li kilama Evdalê Zeynikê, ji Dr. Balkîs Doskî çend sitran, li Karapêtê Xaço, li Tahsîn Taha, ji Rojda li kilama Helîmê û li çend kilamên din guhdarî kir.

Min du caran li kilama Mihemedê Seîd Axa Lawikê Deqorî û Zerga Evdî guhdarî kir. Xortê vê kilamê dibêje hinav li min tîne xwarê. Ji guhdarîkirina vê kilamê têr nabim.

Min li çend kilamên soranî yên govendê jî guhdarî kir.Ez mest bûm.
Min got Xwedê kir ez kurd im û kurmancî zanim.
Heger ez ne kurd bûma û min bi kurmancî nizanîbûya, ezê ji gudarîkirina van dengbêj û sitranbêjan, ji guhdarîkirina muzîka kurdî bêpar û bênesîb bimama.
Min ban xanimê kir, min çend sitran bi wê jî dan gihdarîkirin.

Dûra min ji xwe ra got, şikir kir ez kurd im û kurdî zanim. Heger min kurmancî nizanîbûya ezê ji guhdarîkirina vê muzîka muhteşem, ji guhdarîkirina van sitranên meriv mest û îhya dike mehrûm bimama.

Çi heyf kurdên asîmîle bûne ji guhdarîkirina vê muzîka bêhempa bêpar in, bêyî ku ew jî bikanibin weke min li vê muzîka muhteşem guhdarî bikin, fena min li ber wan dengên bêemsal mest û serxweş bibin, bêyî ku di saxiya xwe da vê tahm û lezetê tahm bikin, vê zewqê bijîn ewê bimrin û herin ji vê dinyayê.

Heger asîmîle nebûne ewê kanîbûna li muzîka kurdî guhdarî bikin û muzîkê jî ewê şiûr û hestên netewî bi wan ra xurt bikira, ewê bêtir ji ziman, muzîk û kultura xwe hez bikirana. Ewê bibûna kurdên baş, kurdên xwediyên ruh û hestên netewî.

Serî hebin serpêç pir in

Serî hebin serpêç pir in. Seriyên me jî, serpêçên me jî pir in, lê seriyên me yên xurt, yên xwedî hêz û qewet ne ew kesên meriv tacê bide serî, ne kesê layiqî taca serê xwe ne.

Her yek bûye dost û hevalê dijminekî, dagirkerekî welatê xwe û dijminatiya hev dikin.

Dijmin jî ji bo berjewendiyên xwe bi hostayî bi wan ra xweş dike, bi hin derew merewên vala ew bi xwe va girê dane, nahêlin kurd destên xwe bidin hev û şerê wan bikin. 

09 maj 2026

Li Stockholmê li ser jiyana Şerîf Paşa semînereke muhîm


Îro li Stockholmê,li Kitêbxana Kurdî seet di 14.00a da li ser jiyana Şerîf Paşa semînereke muhîm heye. Ji ber ku ez nikanim biçim ez pir xemgîn im.
Min pir dixwest herim, li her 5 kesên zana guhdarî bikim. Lê nikanim biçim. Neviyên me tên serdana me, gerek ez li mal bim.Tesadufeke xerab e.

Semîner ji alî Kitêbxana Kurdî û Akademîya Bedirxan va tê çêkirin. Semînereke muhîm e.

Nîqaşa li ser navên du kitêban

Do min li ser navên du kitêbên Dr. Dilawer Zeraq gotibû, min ji navên wan tiştek fêm nekir, xwezî Weşanxana Lîsê maneyên wan navan jî gotiba.

Yanî min navên kitêban rexne kir, min xwest bibêjim dibê meriv zimanê nivîsînê hewqsî zor neke, dibê meriv ji navê kitêbekê fêm bike.
Di Facebookê û di platforma Xê da li ser meselê nîqaşek, gotûbêjek balkêş çêbû.

Dilawer Zeraq ji gazin û rexneya min aciz bû, got:

08 maj 2026

Gelî erxenîyan herin serîyekî bidin Fûara Kitêban



Ji do da ye Fûara Kitêban a Erxeniyê vebûye. Fûar ewê heta 10ê gulanê dom bike. Xêra Xwedê ye, erxeniyan kêf kiriye, bi hezaran kitêb çûne ber nigên wan.
Dibê hemşeriyên me yên erxeneyî herin Fûarê, ji xwe ra û ji zarokên xwe ra çend kitêban bikirin.
Gerek weşanxane bi beşdariya Fûarê li zirarê derneyên. Ji bo alîkariyê be jî dibê erxeneyî herin Fûarê û destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da.
Bi texmîna weşxaneyên kurdî giş li Fûarê ne. Miheqeq nuha Weşanxaneyên min DARA û PALL jî li Fûarê stand vekirine.

Çîroka jiyana Hejarê Şamil


Do bi şev derengê şevê di Welat TVê da min li Hejarê Şamil guhdarî kir. Program 40 deqe ye, 40 deqeyî li ser jiyana xwe peyivî.
Navê programê "Jiyana min e."
Jiyaneka wî ya pir balkêş heye, lema min bi sebir û bi kêfxweşî lê guhdarî kir.
Ez pir kêm li programên hewqas dirêj temaşe dikim. Min bi kêfxweşî guh da birayê xwe yê ezîz, Hejarê Şamil, dilşewatê kurd ûKurdistanê,
dildarî kurdî.

07 maj 2026

Ez fêm nakim çima hin kurd hewqasî ji Denîz Gezmîş hez dikin û wî yad dikn?


Do roja îdamkirina Denîz Gezmîş bû. Wek her sal, îsal jî gelek kesî, gelek kurdên çep, welatparêz Denîz Gezmîş yad kirin.
Hin kes jî li dij yadkirinê derketin, gotin bîranîna Denîz Gezmîş ne karê me ye, çimkî ew merivekî kemalîst bû.
Di medyaya sosyal da li ser vê meselê hin minaqaşe çêbûn.

Ez jî dixwazim bi çend gotinan fikrê xwe yê li ser vê meselê bibêjim. Min berê jî gotiye, lê di dubarekirinê da zirar tune ye.
Berî her tiştî, ez fêm nakim çima hin kurd xwe mecbûr dibînin li Denîz Gezmîş xwedî derkevin, wî bibîr bînin?

Tirkan kêf kirine serê me ketiye belayê

Go te kêf kir serê min ket belayê. Tirkan bi hevaltiya, bi hevkariya Evdila Ocalan kêf kirine, serê me kurdan ketiye belayê.

Îşê tirkan baş dimeşe, her tişt li gorî plan û daxwaza dilê wan dibe. Lê em feqîrên Xwedê emê çawa û çilo ji vê belayê, ji vê teniya bi don xelas bibin ne diyar e. 

Dayika min a rahmetî gava li ser meselaka zor, tevlihev pêşniyareke wê tunebûya digot, lawê min, de Xwedê çêke. De Xwedê çêke…

06 maj 2026

Li Tirkiyê û Kurdistanê di nava xortan da întîxar gihîştiye asta felaketeke mezin !


Xwarziya xanima min(keça xweha wê)keçikeka 15 salî bû, çend roj berê xwe kuşt. Me du roj berê bihîst. Bi vê xebera reş em şok bûn.

Xanima min îro bi xweha xwe ra peyivî, me bi xemgîniyeke mezin, sersaxî jê ra xwest. Ew û xanim têr giriyan.
8 sal berê jî birayê wê yê mezin, nuh zewicî bû, wî jî xwe kuşt, dinya li dê bavê xwe kir zindan. Nuha jî xweha wî biçûk da dû birayê xwe, wê jî di 15 saliya xwe da dawî li jiyana xwe anî.

Devlet Bahçelî xwestiye Evdila Ocalan bibe koordînatorê aştiyê !

Serokê MHPê Devlet Bahçelîyê pantirkîst û antî-kurd li ser rewşa Evdila Ocalan gotiye:
”Heger valahiyek di rewşa Evdila Ocalan da hebe, dibê ew valahî bi rengekî di berjewendiyên komara Tirkiyeya bêteror da were çareserkirin. Dibê birêz Ocalan wekî koordînatorê pêvajoya aştiyê fermî bibe…”

Ev gotinên Bahçelî jî nîşan dide Evdila Ocalan zilamtiya Dewleta tirk qebûl kiriye. Heger ne were be, heger Evdila ji kurdan mefekî herî biçûk bixwesta Devlet Bahçelî nedigot "bira Ocalan resmî bibe koordînatorê aştiyê."

Gerek Tevgera VEJÎNê li dijî qedexeya xutbeya bi kurdî derkeve


Muftîyê qeza Giyadînê yê Agiriyê bi hinceta kesên kurdî nizannin hene, ferman daye meleyên mizgeftan, gotiye xutbeyên xwe, weazên xwe ne bi kurdî, bi tirkî bidin.

Muftî efendî gotiye, ”yek kes jî bi kurdî nizanibe gerek xutbe, weaz bi tirkî be.”
Dewleta tirk 100 sal e li hemberî miletê kurd vê siyaseta xwe irqçî, antî-kurd dimeşîne.
Muftiyê Diyadînê bi serê xwe xutbeyên kurdî qedexe nake, ev sîyaseta dewletê û ya Dîyanetê ye.

05 maj 2026

Husametîn Sandalcî, çiqasî sipasî te bikim hindik e !


Demeke problemeke kompîtora min çêbûbû. Lawikê me Rojen gelkî li ber da, xwest çareser bike, ji heq dernekt.

Ji mecbûrî min berê xwe da Husametîn Sandilcî, min got ancax tu werî gaziya min û vê gelşê çareser bikî. Jixwe her cara di mesela kompîtorê da rastî gelşekê têm, Husametîn tê gazî û hawara min û meselê hel dike.

Camêr do bi şev bi riya programa TeamVieverê hat jawara min, belkî seetekê pê da ket, berbîhev anî lê neqediya, got qismê mayî jî ezê sibe êvarî hel bikim.

Pirseke min ji hevalên HUDAPARê heye

Ez dixwazim pirsekê ji kesên endamên, hevalên, dostên Hudaparê û îslamîstên alîkariya filistîniyan û Îranê dikin bipirsim.

Îranê heta nuha bi sedan kurd îdam kirine. Du roj berê dîsa 3 xortên kurd ên wek kulîlkan îdam kirin.
We rojekê jî ev hovîtiya meleyên Îranê protesto nekiriye, rojekê jî hûn li dijî Îranê nemeşiyan e.
Heger Îsraîl di nava du rojan da bi îthama sîxurên Îranê ne, sê filistînî îdam kiribana we yê qiyamet rakira, we yê Îsraîl protesto bikira.

Dijminên me helbet ewê şampîyoniya Amedsporê pîroz nekin !

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdagê neyarê kurdan serkeftina Amedsporê pîroz nekiriye. Ji ber wê jî hin kesan ew rexne kirine.

Umît Ozdag merivekî heta tu bibêjî neyarê miletê kurd e, serketina Amedsporê ew qahr kiriye,bersîva daye rexnegirên xwe, gotiye:

”Ezê tîmekê(taximekî) çawa pîroz bikim alîgirên wê êrîşî ala Tirkiyê kirin, red kirin sirûda netewî bibêjin û roja şehîdbûna leşkerekî tirk pîroz nekirin?”

04 maj 2026

Îslamîstên me ji peyatiyê xelkê hez dikin

Tejikên maran bêjahrî nabin, ya jî tejikên/çêlikên maran ji maran pîstir in wek metafor rast e. Îslamîstên tirk ên nuha, sed qatî ji yên sed sal berê, ji pêşiyên xwe gelkî pîstir in, gelkî bijahrîtir in. Em vê rastiyê baş dibînin û ferq dikin.

Lê li aliyê din yên me bûne eksên tirkan. Îslamîstên me yên berê kurdperwer bûn, pêşengên miletê xwe bûn, bi mêranî canên xwe ji bo miletê xwe feda kirin.

Bi îltîfatên derewîn qerfê xwe bi me dikin

Yekî xwest qerfê xwe bi yekî bike, jê ra digot, ”axayo”!

Sero û siyasetmedarên tirk gava ji hin serok û siyasetmedarên me ra dibêjin, ”birêz, hêja, muhterem, serok” nizanim çi, di eslê da xwe henekê xwe bi wan kesan dikin.
Çimkî li hemberî kurdan ne ji dil in, durû ne, di çavên wan da ew şexs hîn jî terorîst in, qatilên zarokan in, separatîst in, dijminê tirkan e, hevalên terorîstan e.
Nezaketa wan sexte ye, durûtî ye, vir e. Gerek meriv ji îltîfata wan bawer neke. 

03 maj 2026

Hinekan hingiv xwar, mozê bi min veda

Hinekan hingiv xwar, mozê bi min veda. Tirkan hingivê, qeymaxê herba Îranê û Îsraîl û Amerîkayê xwarin. Ji Îranê petrol erzan kirîn, delalî, qaçaxçîtî ji Îranê ra kirin, bi milyaran perê reş bera bêrîkên xwe dan. Hîn jî vî karê xwe didomînin û hingiv û qeymaxê şer dixun.

Yên hatin kuştin, yên îdam bûn, yên welatê wan hat bombekirin jî em kurd in.
Îranê li Kurdistana Başûr herî kêm 20-30 pêşmerge û sivîl kuştin.

02 maj 2026

Min îro sohbetek xweş bi kekê xwe yê hêja Dr. Nacî Kutlay ra kir

Dr. Nacî Kutlay

Min nuha telefonî kekê xwe yê hêja, Dr. Nacî Kutlay kir. Ez û wî dostên hevdu yên kevn in. Kekê Dr. Nacî Kutlay di salên 1960-70î da kedeke mezin daye şiyarbûna kurdan.  60-70 sal berê kurdperwerî ne karê her mêrî bû, dibê meriv viya ji bîr neke.

Bi telefona min pir kêfxweş bû, got, haaa, Zinar tu yî?
Min got erê ez im. Çend sal berê jî min telefonî wî kiribû.
Em dûr û dirêj peyivîn. Me li halê hev pirsî.
Got min çend nexweşî derbas kirine, tabî ew jî normal e. Lê nuha ez baş im.

Min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me


Wele min îro bihar anî û bûm turîstê taxa me. Ji do da ye bihareke rengîn hatiye Hanîngeyê, 19 derece germ e, nabe ez wê qebûl nekim, tahm û lezetekê jê negirim.

Îro xanim çû ba lawê xwe û neviyên xwe. Ewê herin ser gorra diya bûka me. Ez neçûm, min xwe wek turîstekî modern jdand û li mehela me kolan bi kolan, quncik bi quncik gerîyam, 85 deqîqeyî meşiyam.
Ne meşeke zêde ye, lê dinya germ bû û wexta navrojê bû, lema min meşa xwe kin birrî.

Gelek kurd çima ji peyatiyê filistîniyan hez dikin min fêm nekir

Rastên me, çepên me, dîndar û îslamîstên me bûne berdevk û wekîlên filistîniyan û rexnegirên Îsraîl, Amerîka û Xerbê yên herî tûj. Ji filistîniyan bêtir êrîşî Îsraîl, Amerîka û Xerbê dikin. 

Ji bindestî û perîşaniya miletê xwe bêtir ji bo filistîniyan dişewitin, ji bo wan dikin qîrîn û hawar.

We qet dîtiye serokekî filistînî, siyasetmedarekî, ronakbîrekî filistînî ji bo kurdan serokên Tirkiyê, Îranê, Îraqê rexne kiribin?

01 maj 2026

Erdogan tu çêyî bi me nekiriye, şerm e bes pesnê wî bidin !


Koleksîyona Jaba ya li ser folklora kurmancî di 13 cildî da îsal ji alî wezareta kultur û turîzmê ya Tirkiyê va hat çapkirin.

Wezareteka Tirkiyê kitêb çap kiriye, hin kes bi şelafî pesin û methê Erdogan didin, Erdogan bi ezmanan dixin, sipasî wî dikin, fena ku Erdogan çêyiyeke pir mezin bi me kiribe.

Wezareta kultur û turîzmê kitêb çap kiriye, çima hûn di methê Erdogan da bi hev ra ketine reqabetê?

Xwendevanên Hindik Rindik gihîşt sedhezaran

Maşela û hezar carî meşela, înşela kes min nezerî, çavînokî neke. Îsal xwendevanên bloga min Hindik-Rindik pir zêde bûne. Jimara xwendevanên ji yên gelek malperên xeberan buhurî ye.
Di meha adarê da 95812 kesî riya xwe bi bloga min xistiye, xwendiye, bala xwe dayê.

Meha borî, di nîsanê da 20 hezar zêde bûye, jimar bûye 115905.

Piştî 19 sal xebat û berdewamiya bênabên û 10753 nivîs, xebata min mêwa xwe da, jimara xwendevanên min derket hezaran.

30 april 2026

Ez bawer dikim bihara Stockholmê hat


Ez bawer dikim bihara Stockholmê êdî hat. Îro roj xweş e, 15 derece germ e. Yanî bihar dibêje ez hatim.
Li gorî rapora hewayê sibe, dusibe germîyan ewê bibe 23 derece. Yanî Stockholmê ji germê bişewita, kesê di hunduran da nemîne.

Ez nuh ji meşa xwe hatim, min xwîdan da. Min montekî hinekî qalind li xwe kiribû.
Dara li ber mala me ketiye kulîlkan. Nizanim dara çi ye, kulîlkên wê pir xweşik in. Min du sê rismên wê girt.
Bihar xweş e.

Gorra Aleksandre August Jaba li Îzmîrê hatiye dîtin

Aleksandre August Jaba (1801-1894) 

Aleksandre August Jaba (1801-1894) 

Rojnamevan û nivîskarê tirk Yildiray Ugur, di malpera Marmara Yerelhaberê da nivîsek balkêş, mişt agahî li ser dîtina gorra(mezelê, tirba) Aleksandre August Jaba (1801-1894) nivîsîye.

Li gorî Yildiray Ugur nivîsîye, Doç. Dr. Aleksandr Sotniçenko, piştî lêgerîna salan, du sal berê gorra Alekdandre Jaba li Îzmîrê, li gorristana xiristîyanan a bi navê  Karabaglarê dîtiye.

29 april 2026

Li ber kurdê eslê xwe înkar dike negerin

Di van salên dawî da bûye mode, hin kesên elewî, êzdî, zaza dibêjin efendim em ne kurd in. Her yek ji xwe ra, kokekê, çîrokekê li hev radigire, xwe ji kurdbûnê dişon.
Em nikanin kesî bi zor kurd bihêlin, kî eslê xwe înkar dike, dibe tirk, dibe çi bi kêfa xwe ye.

Bedredîn Dalanê Şêxbizinî jî bûye pantirkîst, wî jî gotiye, em şêxbizinî ne kurd in, em tirk in. Kurmancên bûne tirk jî pir in, bi hezaran e.

Çima jin nabin endamên Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêd?


Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê(YNKS) kongreya xwe ya 29a di 26ê vê mehê da li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî çêkir.
Min xebera çêbûna kongreyê bi fotografekî di bloga xwe Hindik-Rindik da û di Facebookê û di paltforma Xê da parve kir.
Seyda Page, di binê risimê kongreyê da gotiye, ”Wêneyek balkêş!” û tunebûna jinan rexne kiriye, gotiye:

28 april 2026

Erdogan jî wek Devlet Bahçelî çavê xwe berdaye Kerkûkê û Mûsilê

Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê zirzop, demagog dîsa xwe bayek ji ber serê xwe berdaye, dîsa fortek daye xwe, gotiye, ”me Kerkûk û Mûsil ji bîr nekiriye...”
Û gelek gotinên hamasî yên din li dû hev rêz kirine.

Bi kurtî keftarê pîr gotiye, Kerkûk û Mûsil ya me ye, nuha dem hatiye, emê rojekê van bajaran bigrin.

Segê me ye li ber deriyê dijminê xwe ye

Her se(her kûçik)li ber deriyê xwediyê xwe direye. Ev biwêj, teşbîh gotineke pêşiyan e. Rast e, lê hin caran eksê wê jî heye.

Gelek segên me ji bo kurtêl, kulûc û çend hestîyên zêde terka me kirine, çûne li ber deriyê dijmin direyin; bêyî şerm bikin rozetên neyarên qewmê xwe bi sînga xwe ve dikin.
Fena meriv bibe hevalê qatilê bavê xwe.
Got, ji min keto, bi min keto. Yên me jî bi me ketine, karê dijmin rehet dikin.

27 april 2026

Xwezî min ev roj û ev dîmenê diltezîn nedîta


Partiya irqçî, neyarê qewmê kurd MHPê li Diyarbekrê 500 rozet bi kurdan ve kiriye.

di tarîxê da kurd tu carî hewqasî bêşexsîyet nebûbûn, ji kurdayetiyê hewqasî dûr neketibûn.
Di vê rezaleta mezin da bêguman rola Evdila Ocalan, pesnên wî yên ji bo serokê MHPê Devlet Bahçelî pir e.

26 april 2026

Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongra xwe ya 29a îro li Stockholmê çêkir


Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê(YNKS) kongreya xwe ya 29a îro li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî çêkir.

Serok û hin endamên komîteya berê hat guhertin.
Serokê berê M. Alî Kût, vê carê nebû namzedê serokatiyê, xwest hevalekî din vî karî bimeşîne. Li ser pêşniyara wî, akademîsyenê hêja Îbrahîm Îbrahîm bû serokê nuh.
Hêdî Goman, Temûrê Xelîl û Zinar Soran jî weke endamên komîteyê hatin hilbijartin.

Rojbûna te pîroz be pêşengê elîfbeya kurmancî û eserên nemir


Îro roja jidayikbûna Mîr Celadet Alî Bedirxanê hêja, qedirlbilind e.

Mîr Celadet Bedirxan di 26ê nîsana 1893a da li Stenbolê hatiye dinê.
Xwedê kir tu ji diya xwe bû.
Te ji miletê xwe ra gelek karên ebedî, tarîxî, bêhempa kirin. Te miletê xwe kir xwedî elîfba latînî. Tu bû pêşengê gelek eserên nemir.
Roja jidayikbûna te pîroz be, pêşengê elîfbeya kurmancî û gelek berhemên nemir.

Alimên tirk li ser tesîra duabaranê lêkolînê dikin

Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê(TUBİTAK)ê bi 5 akademîsyenan projeyeke lêkolîna li ser têkiliya di nabêna duabaranê û baranê da daye destpêkirin.

5 akademîsyen ewê di tarîxa îslamê da li ser duabaranê ya Eko-Teolojîk lêkolînê û analîzekê bikin.
Ev heyeta alimên tirk ewê bi lêkolîna xwe ya ilmî(!) çareyekê ji hişkayiyê ra, ji kêmbûna baranê ra bibîne.

25 april 2026

Ji neyartiya tirkan a bi kurdan ra du numûneyên muhîm

Abûqateka tirk, bi navê Îdîl Tetîk li ser dijminatiya tirkan ya bi kurdan ra di Facebookê da qala serpêhatiyeke xwe ya pir balkêş kiriye. Bûyer li Îzmîrê hatiye serê wê.

Serpêhatiyeke pir balkêş e, min wergerand kurmancî. Bixwînin û tirkan hinekî din nas bikin.
Îdîl Tetîk xanimê di Facebookê da wiha qala serpêhatiya xwe kiriye:

Law ehmeq ew ez im !

Satilmişê tirk cixareyek ji qutya xwe ya bi neynik derxist, di neynikê da sûretê xwe dît. Hevalê wî Dûrsûn li kêleka wî bû, neynik dirêjî wî kir û got:
-Law Dûrsûn, ev merivê di neynikê da bi min xerîb nayê.Hela bala xwe bidê.
Dûrsûn neynik ji destê Satilmiş girt, bi dîqeteke mezin bala xwe dayê, dû ra ji Satilmiş ra got:
-Law ehmeq, helbet ewê bi te xerîb neyê, çimkî ew ez im.

Îslamîstan nifşên nuh kirin tirkçiyên har

Tirk berê têra xwe tirkçî û antî kurd bûn. Kemalîstan tirk baş kiribûn miletekî her kesî neyarê xwe dibîne û ji kurdan heta hûn bibêjin nefret dikin.

Îslamîstan ew pir xerabtir kirin. Tirk bûne miletekî li dijî demokrasiyê, li dijî azadiyê, antî merîkan, antî ewrûpî û neyarên kurdan. Rez berê ne tu rez bû, zîpikê lê kir xerabtir bû. Îslamîstan nifşên nuh kirin tirkçiyên har.

24 april 2026

Cumhûrîyeta celadan a Îranê du kesên din îdam kirine

Meleyên celad yên Îranê dev ji celadiya xwe bernadin. Roj tune çend kesan bi dizî û eşkere îdam nekin.
Çar roj berê du kesên din îdam kirine û gotine kurdan ew bi Îsraîl ra li Hewlêrê perwerde kirine.
Derew, bêbextî bûye dînê wan, baweriya wan, felsefe û îdeolojiya wan.
Kî rexneyeke herî biçûk li rejîmê digire, rismekî parve dike, bi kesên li dervayî welêt ra dipeyive, dibêjin ew ajanê Îsraîl e, digrin û îdam dikin.

Gelo hûn li Tirkiyê û li Kurdistanê kanin têkevin bloga min Hindik Rindik?

Şopînerekî bloga min Hindik-Rindik gotiye ew ji Tirkiyê nikane têkeve bloga min, bloga min li Tirkiyê xuya nake.

Wiha gotiye:

"Slav mamoste, ez gelek caran nivîsên te li ser medyaya civakî dixwînim û bi rastî ji wan hez dikim.

Lê li ser blogê ez nikarim bigihîjim nivîsên te (dibe ku ji ber qedexeyên dewletê be).

23 april 2026

Gîha nayê xwarin ji bo ku "gîha hewşê tahl" be !

Carnanan di medyaya sosyal da bi ber çavên min dikeve, hin kes dibêjin, ”gîha hewşê tahl e”!

Ne di kurmancî da, ne jî di zimanekî din da meteforeke wiha tune ye. Kes nabêje ”gîha hewşê tahl” e.
Çimkî gîha nayê xwarin ji bo ku gîha tahl û şîrîn hebe.
Di swêdî da metaforeke nêzî wê heye, wiha ye:
”Gräset är alltid grönare på andra sidan.”
Tercumeya îngilîzî wiha ye:

Bala xwe bidinê serokê Tirkiyê Erdogan li ser girigîya zimên çi gotiye !

Serokê Tirkiyê Erdogan li ser asîmîlasyonê û girîngiya zimên gotiye:

”Miletê zimanê xwe wenda bike(bihele, asîmîle bibe) hafizeya xwe wenda dike, şexsîyeta xwe wenda dike, heta û heta baweriya xwe jî wenda dike. Civatên girêdana wan bi zimanê wan ê dayikê ra zeîf dibe bi wextê ra miheqeq dibin kerî, dibin kolonî, nasnameya xwe ji dest didin.”
Yanî miletê asîmîle bibe, dihele, dibe meletekî din. Em kurd ketine vî halî, hêdî hêdî dihelin, dibin tirk.

22 april 2026

Pîrozkirin lazim e lê têrê nake


Hin partiyên siyasî û serokên partiyan roja Rojnamegeriya Kurdî û 128 saliya derketina rojnameya Kurdistanê pîroz dikin.

128 sal berê, roja 22ê nîsanê Rojnameya kurdî ya pêşî Kurdistan li paytexta Misrê, li Qahîreyê ji alî Mîqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 

Cara pêşî kurd bûn xwedî rojname. Ji ber wî ev çêyiya mezin, tarîxî bi miletê xwe kir, em kirin xwedî rojname û bû rêber û pêşengê rojnamegeriya kurdî mala wî hezar carî ava be, gorra wî bihuşt be.

Micadela Alî Çeven li hemberî dijmin dide ji ya gelek partî û serokan mezintir û bi fêdetir e


Alî Çeven kurdekî pir hêja ye, meriv pesnê wî çiqasî bide hindike. Li dijî dagirkeran, çahşan û xayinan micadeleyeke bêhempa, şerekî giran dide.

Kurdekî zana, bi kultur, entellektuel, hay ji tarîxa xwe û tarîxa dinyayê heye. Debatorekî pir jîr e, xatibekî mezin e.
Di her minaqaşeyê da tim serketî ye, bi argumentên xwe, bi retorîka xwe, bi wêrekîya xwe ya medenî tirkên antî-kurd û kurdên bûne çahş û xayin mat û perîşan dike.

Donald Trump ji ber meleyan daxwar û îşareta revê da


Fortên serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî Îranê dida xwe, gefên li Îranê dixwar pûç derket, Donal Trump di şer da paş da vekişiye, agirbest dirêj kir, mele serketî derketin.

Donald Trump gotiye,li ser daxwaza Pakîstanê  careke din agirbest dirêj kiriye.
Berê digot ewê agirbestê dirêj neke. Lê forta wî, gefaa wî vir derket.
Tiştê xuya dike Donald Trump ji Îranê bêtir dixwaze şer raweste, peymanek çêbibe. Çimkî zexta li hundur zêde ye, piştgirên wî, amerîkî li dijî şer in.

21 april 2026

Rojnivîskên Rojnedîtiyan


Xanimeka bi navê ŞEYMA sê meh berê(24/1-26)di malpereka taybet da li ser kitêba min ”Rojnivîskên sirgûnekî” çen rêz nivîsîye. Bi xêra agahdariya Înan Erogluyê hêja ez îro pê hesîyam.

Min xwest sipasî Şeyma xanimê bikim, lê min nikanîbû, malpereke taybet e, dibê meriv endam be, kodên meriv hebe. Lema min nikanîbû.Ji dêlî wê va, bi vê parvekinê ez sipasî Şeyma xanimê dikim.
Gava keç û xortên me nivîske min, kitêbeke min dixwînin pir kêfxweş dibim.

Çandname û serpêhatiya çîroka Fûad Temo


Malpera Çandnameyê çîroka Fûad Temo ji Kovara Rojî Kurd, ji herfên aramî(erebî) transkrîbeyî herfên latînî kiriye. Mala wan ava be, karekî baş kirine. Xwendevan çîrokeke 113 sal berê hatiye nivîsîn bixwîne baş e.

Lê belê tiştê xerab û ecêb kesê çîrok kiriye herfên latînî midaxeleyî zimanê Fûad Temo kiriye, navek li çîrokê kiriye, gotiye, ”Di wergerê da min zimanê wê jî hinekî rast kir."
Ez matmayî mam, meriv çawa, bi çi heqî û bi kîjan aqilî zimanê çîrokeke 113 sal berê diguherîne û navekî li çîrokê dike? 

20 april 2026

Dûrî çavan, dûrî dilan

Yê dûrî çavan be dûrî dilan e, gotineke, teşbîheke, şîreteke pêşiyan e. Gotineke pir rast e, sedîsed were ye. Kesê ji ber çavan dûr bikeve ji dilan jî dûr dikeve, bi demê ra tê jibîrkirin.

Ji ber ku dîtina, têkiliya fizîkî pir muhîm e, dilan nêzîkî hev dike, li hev dibanîne, meriv nade jibîrkirin.

Gava meriv ji hev dûr bikeve, demên dirêj hevdu nebîne, dengê hevdu nebihîze hezkirin jî, evîn jî, hevaltî û dostî jî lawaz dibe, bi demê ra meriv tê jibîrkirin.

Jiyan nêrdiwan e

Dinya nêrdiwan(pêlik, sêlim) e, hilkişîn jî heye, daketin jî heye. Hinek hildikşin jor, hinek dadikevin jêr. Hinek ji jor loxî jêr dibin.

Me got belkî di vê sedsala 21ê da em kurd jî hilkişin jor, li jêr nemînin.
Lê pêşengên me, serokên me nahêlin em hilkişin jor.

Ceh dibêje ez birinc im

Teşbîheke me ya pir xweş heye, dibêje, dimrim, dibehecim, ceh dibêje ez birinc im.

Hin camêr pir pesnê serokê xwe, partiya xwe didin. Tu dibêjî qey serokê wan, partiya wan miletê kurd ji bindestiyê xelas kiriye, Kurdistan çêkiriye.
Dîzikê got binê min zêr e, heskê got, le ez ji ku têm?
Heyran her tişt li ber çava ye, li tu beşekî Kurdistanê halê kurdan ne baş e, kurd ne azad in. Tu serokî ji me ra kela feth nekiriye...

19 april 2026

Kurdên dibêjin ew ne milîyetçî ne li dijî azadiya miletê kurd in

Di nav kurdên dîndar û çep da kesên dibêjin, ”ez nasyonalîstê, ne milîyetçiyê kurd im” pir in. Ji van kesan yek jî Edîp Yuksel e.
Ew jî tim dibêje "ez ne milîyetçiyê kurd im, ez li dijî her babetê milyîyetçîtiyê me.
Milîyetçîtî îdeolojiyeke xerab e, bi zirar e..."Filan bû bîvan...

Kesê dibêje ez ne nasyonalîstê (ne mîlîyetçîyê)kurd im, di eslê xwe da dibêje, ez li dijî azadiya miletê kurd im; ez naxwazim kurd ji bindestiyê derkevin, wek tirkan, ereban û farisan ew jî bibin xwedî dewlet.

18 april 2026

Derbekê li nahl dixe yekê li bizmêr dixe

Hin camêr derbekê kesî ji xwe naxeyidînin, derbekê li nahl dixînin, derbekê li bizmêr dixînin. Naxwazin kesî ji xwe bixeyidînin.
Her kes nikane dilê her kesî xweş bike, ji viyara hosteyî lazim e.

Di demên talûke da, li ser meseleyên muhîm naxwazin xwe bikin destiyê kêrê, xwe bêdeng dikin. Dostên wan, partiya jê ra li çepikan dixin çi şaşiyê bikin jî ji nedî va tên. Her kes li hemberî cepheya xwe kerr û lal e.

Û li ser meseleyên bêzirar da dibin bilbil.

Mihemed Semanê tirkmen çima bû waliyê Kerkûkê?

PDK û YNK berê li ser namzedê serokê Îraqê bi hev ketin. Nuha jî li ser guherandina waliyê Kerkûkê ketine gewriya hev.

PDKê piştgirî neda namzedê YNKê yê serokê Îraqê Nîzar Amedî. Li ser vê, YNKê bi tirkmen û ereban ra li hev kir, Nîzar Amedî bû serokê Îraqê.
PDKê got, em Nîzar Amedî nas nakin, wek serokê Îraqê qebûl nakin.
Nuha jî li ser waliyê Kerkûkê bi hev ketine, PDK rexneyên pir giran li YNKê, li Bafil Talabanî digre.

17 april 2026

Bi camêrekî maqûl ra sohbeteke xweş û berhemdar

Do êvarî di Facebookê da di nabêna min û Harun U Hasan Canpolatê hêja da li ser giringîya zimanê dayikê, nivîsîna bi kurdî sohbeteke xweş û bi fêde çêbû.

Bi vê minasebetê me hevdu hinekî nas kir û ji dîtinên hev fêde girt.
Ez vê sohbeta me di li vir jî parve dikim. Sohbeteke xweş bû, naxwazim wenda bibe.
Belkî hin xwendevanên min nexwendibin. Yê bixwaze kane her tim bixwîne.

16 april 2026

Meriv dibe heyranê karê xelkê


Parqa li pi pişt mala me(Eskîl Parken) parqeka pir populer e, ciyên lîstikên zarokan lê pir in. Saleke nûjen dikin, tiştên nuh lê zêde dikin.

Ji bona zarokan gelek tiştên nuh lê çêdikin. Heta meha hezîranê ewê biqedînin.
Goleke xemilandî ya nû, amfîtiyatroyeke ji bo çalakiyan, rêyên meş û bisiklêtê lê zêde dikin.
Rêyên li hundur parqê û yên li derdora wê giş asfalt kirine.

Bloga Hindik Rindik firiya ye

Di demeke blog êdî bûne malperên entîke, malên muzeyê, bloga min Hindik-Rindik pir populer bûye

Çend meh in, nêzî salekê ye xwendevanên min 20-30 qatî zêde bûne. Do 6803 kesî riya xwe bi bloga min xistiye bala xwe daye bloga min, hin nivîs jê xwendine.

Serdanên îro yên heta nuha 1293 ye. Hela ez binêrim heta roj diqede jimar digihîje çendan.

Him şelaf in, him zimandirêj in

Hin kurtêlxur û şelefên tirkan di medyaya sosyal da pir dev davêjin ji kurdên miletperwer, serxwebûnxwaz da. 

Bûne berdevkên tirkan, şîretan li kesên li têla wan naxînin dikin, ji me ra hin çîrok-mîrokên vala, xapandinê dubare dikin.

Dixwazin Tikriyê bi pêş xînin, demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Cineta ez ne tê da bim bira ker û kûçik tê da vegevizin.
Tirkiye bibe cinet çi min ra?
Ya muhîm wek kurd ezê çi bi dest xînim, ewê kîjan mafî bidin min?
Dibê hûn viya nîşanî me bidin.

15 april 2026

Kurdên herî zêde pûç bûne, ji kurdbûnê dûr ketine kurdên Kurdistana Bakur in

Miletek gava bi sedsalan bindest be bibê, nebê jê qismek asîmîle dibe, bi gelekan ra şiûrê netewî zeîf dibe.

Ji ber ku faris, ereb û tirk xwedî dewlet in zimanê xwe, perwerdeya bi zimanê xwe, kultura xwe li ser me ferz kirine. Her miletekî li gorî şertên xwe em asîmîle kirine.
Lê belê kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî kurdên Kurdistana Bakur (kurdên Tirkiyê)dejenere, pûç nebûne, bi qasî wan neheliyan e, bi qasî wan ji nasname û kultura xwe dûr neketine.

Bi kulmek xwê gol şor nabe, ji toza bê çav kor nabe

Barê kerê çiqasî giran be jî guhên wê dilibitin.

Barê me pir giran e, pişt li me bûye nêk, lê em dîsa jî li ber xwe didin, xwe li erdê nakim term.
Lê gerek em bizanibin bi vê qûşê em nagihîjin Mûşê.

Bi kulmek xwê gol şor nabe, ji toza bê çav kor nabe. Em hindik in, dengê me naçe derekê.
Hin siyasetmedarên me bûne wek rûviyê me ji mirîşên xwe ra mezin kiribe. Yanî bûne ji min keto, bi min keto.

14 april 2026

Bi van rêber û serokan ne dewletê, em nikanin holikekê jî lêkin

Gava dibe zivistan, sar, serma dest pê dike, tîtî dibêje, "ezê ji xwe ra xaniyekî lêkim, ji vê perîşaniyê xelas bibim."

Dibêje lê lênake, heta taliya jiyana xwe wer li ber sar û sermayê diqefile.
Em kurd jî tim dibêjin, ji me ra dewletek lazim, heta dewleta me çênbe emê tim perîşan bin.
Em viya dibêjin, lê belê serokên me ji bo çêkirina dewletê gavên lazim navêjin, dev ji dijminatiya hev bernadin, yekîtiyeke netewî çênakin.

Di teşbîhê da xeta nabe

Meleyên Îranê dibêjin ji bo ku ew bi Amerîkayê ra peymaneka aştiyê îmze bikin, ji şertên wan yek jî dibê Amerîka ji bo tiştên xera kirine tazmînatê bide.

Mêrik miribû, destê wî yê çep li ser dilê wî bû, destê rast jî li ser qopikê wî bû.
Merivên wî, gundî gişk matmayî man, kesî fêm nekir maneya vê yekê çi ye, camêr çima wiha kiriye, xwestiye çi bibêje?

13 april 2026

Yê destê xwe li ber xelkê vegire ewê hustuyê xwe jî li ber xwar bike

Li ser ”dayin” û ”girtinê” gotineke Montaigne ya pir xweş heye, camêr gotiye:

”Di dayinê da çawa ku wesfekî serdestbûnê û mezinatiyê yê aliyekî hebe, di girtinê da jî wesfekî hustuxwarkirinê yê aliyekî heye.”

Ew kesê destê xwe li ber dijmin vedigire û jê digre, di eynî wextê da hustuyê xwe li ber wî xwar jî dike.
Kurdên ev hustuxwarî qebûl kirine pir in.
Kesên îro ji dijmin, ji dewletên dagirker pera, alîkariyê bigrin, sibe ewê emir jî bigrin. Jixwe hinek digrin jî.

12 april 2026

HSDê bi hezaran şervanên canfîda dane teslîmkirin


Do hukûmeta Ehmed Şer Colanîyê terorîst 400 şervanên HSD´ê yên 3 meh berê êsîr girtibûn berdan.

Ji hevpeyvînên êsîrên hatine berdan meriv fêr dibe çend hezarên din jî hîn di zindanên çeteyên Colanî û Tirkiyê da ne.

Dîsa meriv ji agahiyên xortên hatine berdan fêr dibe ew ne di şer da, bi emrê HSD´ê teslîm bûne. Û di van sê mehên esaretê da îşkence, heqaret û zulmeke mezin li wan kirine.

Namzetê YNKê Nîzar Amêdî bû serokê Îraqê

Serokê Îraqê yê nuh: Nîzar Amêdî

Namzetê YNK´ê Nîzar Amêdî do di meclîsa Îraqê da bi piraniya rayan wek serokê Îraqê hat hilbijartin.
PDK´ê û YNK´ê li ser namzetê serokatiya li hev nekirin, herdu partî jî bi namzetên cihê ketin hilbijartinê.
Di tûra yekê da namzetê YNK’ê Nîzar Amêdî 208, namzetê PDK’ê Fûad Husên 17 ray girtin, namzetê Yekîtiya Îslamî Musena Emîn jî 17 ray girt.
Namzetê YNK’ê Nîzar Amêdî di tûra duyemîn da bi piraniya rayan, bi 227 rayan bû serokê Îraqê yê nuh.

Ji 329 parlamenteran 252 parlamenter li parlamentoyê amade bûn û ray dan.

11 april 2026

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne

Heyetên Amerîkayê û Îranê îro li paytexta Pakîstanê Îslamabadê dest bi civînên xwe dikin.
Gelo hêvî heye li hev bikin û peymaneka aştiyê îmze bikin?
Ez bawer nakim, tiştekî wiha îhtîmaleke pir zeîf dibînim.
Biya min ev hevîr ewê hîn pir av hilkişîne/hilîne, ewê gelek civînên din çêbin.
Çimkî Îran û Amerîka di daxwazên xwe da ji hev pir dûr in.
Şerê Îsraîl û Îranê heye. Mesela Lubnanê û piştgiriya Huzbullahê heye. Mesela Hûsiyên Yêmenê heye.

10 april 2026

Sebebê bindestiya me ne xurtbûna dewletên dagirker tenê ye

Kurdên Kurdistana Îranê û Îraqê tevî şerê Amerîkayê û îranê nebûn, kurdan fîşekek jî navêtin ji Îranê da. Lê dîsa jî bûn hedefên êrîşên Îranê û çeteyên wê.

388 fuze û dron avêtine ji Kurdistana Federe da. Di van êrîşan da gelek pêşmerge û sivîl, zarok hatin kuştin.

Vî şerî careke din nîşanî me da hetanî em nebin xwedî dewleteke xurt emê tim werin kuştin, tim bibin hedefên dewletên dagirker.

09 april 2026

9ê nîsanê îsal zû hat


Îsal 9´ê nîsanê pir zû hat, ya jî bi min wer hat. Gava meriv kal û pîr dibe sal zû di ser hev ra diqulibin. Min hew dît ji 9´ê nîsanê ra du roj mane. 9´ê nîsanê ji bo min rojeke pir bi êş e.

Min ji xanimê ra got, xanim, em serdana gorra Aslan ji bîr nekin; dusibe roja wefata Aslan e(Mehmet Kaya).
Xanimê got, di bîra min da ye…
Me vêsê zû, piştî me xurîniya xwe kir, me berê xwe da Goristana Strandkyrkogardenê. Seet li dora 10.00 em gihîştin ser gorra wî. Ji ber ku xanimê here ber zarokan, em zû çûn.

Ev şer ewê hîn pir bajo

Di 7'ê nîsanê da di navbera Îran û Amerîkayê da agirbesteke du hefteyî hat ragihandin, dinyayê kêf kir.

Piştî 40 rojên şerekî malwêran her du alî jî dibêjin em bi ser ketine.
Lê belê di rastiyê da rewş hîn ne zelal e, bingeha peymanê ne saxlem e. Şer jî li her derê hîn nesekinî ye. Tenê Amerîkayê nabên daye êrîşên xwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestê ji bo xwe wek "serkeftineke %100" bi nav dike.

08 april 2026

Meleyên Îranê rastiyê nabêjin


Îran wêran bûye, meleyên celad pesnê xwe didin, dibêjin, ” Amerîka û Îsraîl neçar man şert û mercên me qebûl bikin û bi paş de vekişin....”

Vir e, kesî şertên Îranê qebûl nekiriye, tu peyman nehatiye îmzekirin. Tenê Amerîka û Îranê du hefteyan nabên dane şer.
Lê li gel vê jî îro şer berdewam bû. Îranê çend fuze avêtin ji welatên Kendavê da, Îsraîl êrîşên xwe yên ser Lubnanê domand.
Berdevkekî Qesra Sipî gotiye, ”me pêşniyara Îranê ya 10 xalî avêt qutiya zibil.”

Amerîka û Îranê agirbesteke du hefteyî îlan kirin, gelo kî li karê ye?


Piştî 38 roj şerekî giran Amerîkayê û Îranê 88 deqe berî dema Donald Trump dabû Îranê biqede, Îranê û Amerîkayê li ser agirbesteke 2 hefteyî li hev kirin, Kendava Hurmuzê ji trafîka keştiyan ra vebû.

Amerîka û Îran ewê di nav van herdu heftan da li ser şertên peymaneke daimî danûstendinê, muzakerê bikin. 
Yanî agirbesteke demkî çêbû, kêfa dinyayê hat; lê şer hîn neqediya ye. Piştî du heftan şer ya ewê bi temamî biqede, ya jî dîsa dest pê bike.
Pakîstan, Misir, Siûdî, Tirkiye û Fas dewletên nabênkar bûn, agirbest bi nabênkariya wan hat îlankirin. Pakîstanê serkêşiya hevdîtinan dikir.

07 april 2026

Sûcdarên vê cenga malwêran Îran û Hamas e

Sebebê cenga Îsraîl, Îranê û Amerîkayê êrîşa Hamasê ya 7´ê cotmeha 2023´a ye. Heger Hamasê di 7´ê cotmeha 2023´a da 1200-1500 yahûdî nekuştana, 240 kes jî nerevanda Amerîkayê û Îsraîl êrîşî Îranê nedikirin; herba îro bûye sebebê malwêraniya Îranê, Xezayê, Libnanê û Îsraîl ewê çênebûya.

Ev qetlîama mezin ya Hamasê di 7´ê cotmeha 2023´a da kir bû sebebê destpêkirina şerê Xezayê, dûra jî yê Îranê û Îsraîl û Amerîkayê.

06 april 2026

Yalçin Kuçukê pantirkîst û narsîst mir


Prof. Yalçin Kuçukê tirk, teşxele, demagogê teqlebaz îro li Anqerê di 78 saliya xwe da miriye.

Ji bo min ew zû da miribû. Çimkî min belkî 10-15 sal berê kitêbên wî yên di kitêbxana xwe da giş avêtin.
Piraniya kitêbên wî li ba min hebûn. Min hinek xwedibûn, hinek nexwendibûn. Min giş avêtin ser sergoyê kaxetan.
Min ne kitêbên wî tenê, kitêbên nivîskarên tirk hema hema giş avêtin. Tenê çend hebên li ser kurdan hîştin.