▼

18 oktober 2026

Li Ewrûpayê gerek em nekevin cepheya dijminên xwe

Ez carnan di medyaya sosyal a Swêd da dibînim hin kurd şûrê filistînîyan dikşînin, partîyên swêdî rexne dikin, bi van rexneyên xwe dikevin cepheya filistînîyan û îslamîstan. 

Çimkî hêzên îslamî, Daîş û yên wek wan, filistînîyan ji îdeolojî û hedefên xwe yên sîyasî ra dikin maske û pêlik.

Gerek em kurd tu carî nebin piştgirên filistîniyan, îslamîstan, hêzên biyanî yên dijminatîya hin partîyên swêdî dikin. Ajandeya ereban, îslamîstan pir xerab e, dijminên Îsraîl in, eşkere dibêjin gerek Îsraîl nemîne. Li dijî azadî û serxwebûna me ne jî. Misilmanê, erebê destegê dide azadî û serxwebûna me tune ye.

Fikrê wan, îdeolojiya wan li dijî azadîya me ye jî, naxwazin em ji bindestîya ereban, tirkan û farisab derê.

Sê sal in li kolan û meydanên Stockholmê, li ber meclîsê ala filistîniyan li ba dibe. Di her mitîng û protestoyên filistînîyan da ne ereb tenê, misilmanên ji her miletî ala filistîn li ba dikin, li xwe dipêçin. We qet dîtiye erebekî, misilmanekî ala Kurdistanê hilda be, li xwe pêça be?
Nakin, çimkî giş neyarên kurdan e. Lê kurdên xwe dikin qurbana ala filistîn pir in; çimkî kêmaqil in, totikvala ne.

Dibê em kurd tu carî nekevin cepheya ereban, filistîniyan û hêzên îslamî.

Dibê em kurd tu partîyeke swêdî nekin dijminê xwe, ev ne li kara me ye. Em miletekî bêkes, bêpişt in, dibê tu kesî, tu hêzê nekin dijminê xwe. 

Em rayên xwe bidin partîyên li gorî fikrên xwe, lê ne şert e em wek ereban, somalîsyan, îslamîstan êrîşî hin partîyên baskên rast bikin, bibin hevalên ereb û îslamîstan.
Ereb, filistînî û îslamî bi qasî neyarên yahûdîyan in hewqasî neyarên me ne jî. Gerek em viya bizanibin û nekevin cepha dijminên xwe, piştgiriyê nedin wan.

Li Ewrûpayê û li Swêd bi zêdebûna misilmanan û xurtbûna hêzên îslamî jiyana du miletan, jiyana yahûdîyan û ya kurdan ketîye talûkeyê.
Nuha yahûdî di devê topê da ne, hedefa ereban û îslamîstan yahûdî ne. Li Ewrûpayê jiyan li wan kirine zindan. Yahûdî ji Ewrûpa Rojava direvin.
Li Swêd yahûdîyek newêre bi semboleke xwe li bajêr bigere. Sînanogên wan giş nobetdar li ber in. 

Jixwe yahûdî(cihû)ji Swêd direvin, li gorî îstatîstêkên resmî li dora 15 hezar yahûdî li Swêd mane, ew jî ji tirsa ereban û misilmanan xwe vedişêrin.
Lê yahûdî ne bêxwdî ne, dewleta wan heye, kanin herin welatê xwe. Jixwe gelek çûn wir ya jî Amerîkayê.
Miletê bêkes, bêpişt, bêdewlet em kurd in, sibe ewê dor were me, îcar ewê êrîşî me bikin. Jixwe ji nuha da îslamîstên, nasyonalîstên, faşîstên tirk, ereb li her derê êrîşî kurdan dikin.
Li her dera ereb, tirk, îslamîst lê xurt bin kurd ewê werin pelçiqandin, ewê êrîşî kurdan bikin. Tiştê ereb û tirk li welatên xwe tînin serê kurdan, li Ewrûpayê jî ewê eynî tiştî bikin.
Çimkî em li dijî Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê û Îranê micadele dikin, em dixwazin ji bindestîya wan xelas bibin; çimkî wan welatê me dagir kirine.
Lema ereb, tirk, faris me wek neyarên xwe dibînin û li her derê dijminatîya me dikin.
Kurdên li Swêd piştgirîya filistînîyan, îslamîstan dikin gorra xwe dikolin; tiştê îslamîst îro tînin serê yahûdîyan, sibe ewê bînin serê me kurdan jî.
Li her dera ereb, misilman, afrîqî lê zêde bibin gelşên mezin, şer û teşxle çêdibe. Halê Fransayê li ber çavên me ye. 

Lê ne Fransa tenê di devê topê da ye, Swêd di serî da, gelek welatên Ewrûpa Rojava jî kêm zêde wek Fransayê ne. 

Li Swêd jî kanebûyerên wek yên fransayê çêbibe, ji xwe çar sal berê(2022) li Linkoping, Norrkoping, Malmoyê, Orebroyê, Stokholmê (Rinkeby) û Landskronayê îslamîstan qîyamet rakirin, 300 pûlis birîndar bûn, zirarên mezin dan der û dorê. 

Yanî her welatê Ewrûpa Rojava namzedê bûyerên wek yên Fransayê ye; çimkî bi li her welatî bi milyonan misilman, ereb û afrîqî hene, hema hema nîvê Fransayê ew in. 

Lema potansîyela bûyerên wek yên Fransayê li welatê Ewrûpa Rojava heye. 

Dibê em kurd xwe tevî van bûyeran nekin, hevza xwe ji ereban û misilmanan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar