▼

28 oktober 2026

Ji me ra xerab hatîye

Di Rûdawê da 16 xeber li ser kurdan hene. 14ê wan meriv xemgîn dikin. Tu kîjan xeberê dixwînî qal û bahsa zulm û neheqîya li ser kurdan e, kezeba meriv dişewite. Psîkolojîya meriv xera dibe.

Em kurd li her çar perçên Kurdistanê di halekî pir xerab da ne. Herî bêtir jî halê kurdên Kurdistana Rojava pir xerab e.

Ereb nahêlin kurdên Girê Sipî û Serê Kanîyê vegerin malên xwe. Li girê Sipî êrîşî wan kirine, erebeyên wan, tiştên wan gişk şewitandin.

Li Hisiçê jî rewş xerab e, kurd di bin terora ereban da ne. YBŞê/PKKê Şingal jî dan Îraaqê.
Serokên HSDê, PYDê û PKKê mala kurdan şewitandin, kurdên bûbûn xwedî dewlet, kirin bindestîyeke, perîşanîyeke tarîfa wê zor e.
Emê ji vê perîşanîyê çawa xelas bibin ez nizanim.

XXX

Ji sê babet însanî hevza xwe bikin, xwe dûr xînin.
Ji kesê hewqasî cahil e, kanibe şaşitiyê biparêze.
Ji kesê hewqasî cahil e, rastîyê nebîne.
Ji kesê hewqasî nankor e, kane çêyiyê înkar bike.

XXX

Darê ji bivir ra gotiye:
-Ne ji ber ku tu min dibirî ez xemgîn im, ji ber ku doxa te ji min e, lema ez xemgîn im.
Gelek kesên ji me bûne doxa bivirê di destê dijmin da.

 XXX

Dînîtî bêşik ji bêmejîtîyê hîn baştir e, dînîtî nemana jîrîtîyeke hebû ye. Lê belê bêmejîtî berdewamîya jîrîtîyeke tunebû ye.
Albert Eivstein

Di civata me da merivên bêmeju, totikvala pir in. Lema rastî nabînin, lema bûne hevalên dewleta dagirker, bûne hevalên partîyên ji bo kurdan tu mafekî netewî naxwazin.
Hinek dixwazin qûna Tirkiyê rast bikin, demokrasîyê bînin Tirkiyê, hinek jî bûne hewarîyên Îslamê û zilamên filistînîyan, bi şev roj ji bo wan dixebitin; zarokên kurd bi demagojîya îslamê ji kurdayetîyê dûr dixînin.
Welhasilî kelam ji me ra xerab hatîye, em noqî derya derd û kulan bûne, emê çawa jê xelas bibin ne dîyar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar