Bavê edebîyata Amerîkayê, nivîskar, rojnamevan, hicîwcîyê bi nav û deng Mark Twain(1835-1910) dîtina xwe ya di heqê însên da wiha anîye zimên:
”Îdîa ew e ku, ”însan heywanekî baqil e.” Bi bawerîya min ev dîtin ji minaqeşeyê ra vekirî ye. Çimkî tecrûbeyên min îspat kirin însan heywanekî bêhiş, bêmentiq e. Bi rastî jî însan bi qasî ku tedawî nebe ehmeq e. Tiştên heywanên din bi rehetî fêr dibin, însan nikanin fêr bibin...”
Wahşetên, qetlîamên hezar sal in însan tînin serê hev, bajarên di sedsalan da ava kirine bi bombeyekê, bi fuzeyekê wêran dikin îspata rastîya vê dîtina Mark Twaîn e.Însan heyewaneekî herî kêmaqil e, herî dîn e, tu carî baqil nabe,
ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên xwe tu carî dersê nagire.
Heger însan ne heywanê herî kêmaqil bûya piştî şerê Cîhanê yê Duyem careka din şerê hev nedikirin.
Li gorî hin lêkolînên fermî û tarîxzanan di Şerê Cîhanê yê
Duyem da li dora 27 milyon însanên Yekîtiya Sovyetê hatin kuştin.
Di 6 salên şer da bi tevayî di nabêna 70-80 milyon însan hatin kuştin. Lê Pûtîn,
rûs dîsa jî baqil nebûne. Pûtîn şerê li hemberî Ukranyayê ranawestîne, dinyayê
bi atomê tehdît dike.
Rewşa Îranê, îraqê, Sûrîyê, Yemenê li ber çava ye, li her çar perçên Kurdistanê êrîşên ser me kurdan berdewam in. Ev şer hemû nîşan didin însan tu carî baqil nabe...
Çend gotinên wî yên muhîm.
-Heger tu rastiyê bibêjî, ne hewce ye tu her tişî di bîra xwe
da bigirî.
-Sirê pêşveçûnê destpêkirin e. Sirê destpêkirinê jî ev e,
dibê tu karên xwe yên mezin û tevlihev dabeşî ser karên piçûk û hêsan bikî û
paşê jî ji yê yekem dest bi xebatê bikî.
-Dilovanî, zarşîrînî zimanekî wiha ye ku kerr kanin bibhîzin
û kor kanin bibînin.
-Cesaret ne tunebûna tirsê ye, berxwedana li hemberî tirsê û
serdestîya li ser tirsê ye.
-Sîyasatmedar û paçên/potikên zarokan ji ber eynî sebebê
gerek tim werin guhertin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar