Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê(ENKS) êrişên ser kurdên
vegeriyane Girê Spî û Serê Kanîyê şermezar kirîye.
Şermezarkirin, gazin, tiştên wiha êrîşên ereban nasekinîne, tiştê kane êrîşên ereban rawestîne zor e, ço ye; ew jî kurdan li ba xwe nehîştiye, teslîmî ereban kirin.
Li Hisiçê jî ereb êrîşî kurdan dikin, gefan li wan dixun, serokên kurd jî
êrîşkaran şermezar dikin. Bêyî şermezarkirina bêtesîr tiştekî din di destê
kurdan da nemaye.
Gava ereb netirsin ewê çavê te derxîne. Ereb nuha vîya dikin, çavên kurdan derdixin, li her derê êrîşî wan dikin.
Çimkî serokên HSDê, PYDê hêza xwe ya leşkerî teslîmî ereban kirin.
Ji bo wê jî ereb êdî ji kurdan natirsin, li her derê êrîşî wan dikin, malên wan, erebeyên wan dişewitînin.
Berê ji bavên wan zêde bû êrîşî kurdan bikirana, gava êrîş dikirin kurdan kanîbû derbên giran li wan xin.
Piştî ”entegrasyonê”, yanî teslîmbûnê, êdî ev hêza
kurdan nemaye, ji bo wê jî ereb li her derê çavsorîyê li kurdan dikin.
Rewşa kurdan li Sûrîyê û li Kurdistanê nuha ji dema Esad sed qatî xerabtir e.
Musebîbên vê yekê jî PYD, HSD, PKK ye, wan bi destên xwe kurd ji dewletbûnê
daxistin, dîsa kirin bindest.
XXX
Yê bi derewan ra bireve, di nuxteyekê da miheqeq ewê li
rastîyê bialiqe. Tu tişt heta û heta wek xwe û bi dizî namîne.
Rewşa Sûrîyê jî ewê wiha nemîne.
XXX
Hezkirin layiqî însên e, lê belê her însan ne layiqî
hezkirinê ye.
Hin kes carnan bi şaşî tên hezkirin, lê heta ruyê wan ên rast derdikeve ortê.
Dû ra hezkirin ciyê xwe dide nefretê.
Sirrê xwe nede qelemê jî, ewê here ji kaxetê ra bibêje.
XXX
-Ba û bahoz hemû ji bo xerakirina jiyana we ranabin, hinekên
wan ji bo ku rêya we vekin radibin.
Paulo Coelho
Tiştê PKKê li Kurdistana Rojava û li Şengalê kir gelkî xerab e, lê bi vê xerabîya wan kurdan ew baştir nas kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar