01 september 2026

Wextê nîşanî me da nifşê me nifşekî nezan û xeşîm bûye

Wext, dem bê zar û bê ziman e, lal e, ji meriv ra tiştekî nabêje. Lê belê wek mamosteyekî gelek tiştan him nîşanî meriv dide, him jî fêrî meriv dike.

Di 60-70 salên dawî da gelek tiştên me qet xeyal nedikir fêrî me kir; gelek dersên mezin da me.
Wextê, tarîxê nîşanî me da em nifşekî gelkî nezan, xeşîm û neerbabê siyasetê bûne.
Me ji xelkê ra masî girt, ji xwe ra kûsî jî negirtiye.
Me bi micadela 60-70 salî ji miletê xwe ra mafekî netewî, mayinde bi dest nexist. Me bi îdeolojiyên berradayî, bi siyaset, bi şer û teşxeleyên bi zirar mala xwe û ya gelê xwe şewitand.

Çimkî em ne merivên, siyasetmedarên jîr, zana û nasyolanîst bûn.
Miletên pêşengên wan jîr, zana û neteweperwerbûn miletên xw eji bindestê rizagar kirin, bûn xwediyên dewletê netewî.
Miletê me li her çar perçên Kurdistanê bedelên pir mezin da, bi sedhezaran kurd şehîd ketin, bi milyonan ji welatê xwe koçber bûn, bi hezaran gund wêran bûn, lê vêzê ne dewlet heye, ne jî federasyonek. Li tu beşekî Kurdistanê em ne serbixwe û azad in, em hîn di bin destên ereb, faris û tirkan da ne.
Sebebê vê yekê serokên kurd in, wan kurd perîşan kirin û viya jî hîn qebûl nakin, hîn dev ji seroktiya milet bernadin.

XXX

Kes bi derdê kesî nizane, kes nizane barê kê çiqasî giran e. ji bo wê jî pêşiyên me gotine, yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e.
Diristî milkekî pir biha ye, bi kesê erzan ra tune ye.

XXX

Hinek kes bi matmayî dibêjin, yaho hin însan çima rastiya berbiçav qebûl nakin, çima hewqas şaşîyên, xerabiyên mezin nabînin?

Gava meriv nexwaze rastiyê bibîne him kor e, him jî kerr e, lema nabîne, qebûl nake.

Tu delîl û belge, tu argument nikane mirîdekî, bêhişekî îqna bike.

-Dil kilîtkirî ye, kilîta her dilî cihê ye. Tu çiqasî zorê didê bidê, kilîda şaş nikane dilê rast veke.

XXX

-Heger di nava bindestan da hevalbendên serdestan tunebûna, serdest hewqasî xurt nedibûn

Sîmone de Beauvoîr

Xanimê pir rast gotiye, yê mala me şewitandine destikên, hevalbendên neyar in, wan pişta me şikandiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar