07 september 2026

Text ne tekst e !

Hin kes ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra dibêjin ”TEXT, ”text û afîş wiha bû.” Yanî teksta nivîsekê wek "text" dinivîsin. Gerek hûn ferqa tekst û text fêr bibin.

Bi swêdî, bi îngilîzî ji tekstekê ra ”text” tê gotin, lê bi kurmancî nabe meriv ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra bibêje ”TEXT”!
Di kurmancî da peyva "text" çend maneyên wê yên sereke hene. Yek, text ji darê çêdibe, gava tê birrîn, tê zîfêlkirin dibe text. Bi text mobîye çêdibe, pê xanî lê deibe.

Xanîyên ji kevir çêbûne hene, xaniyên ji text çêbûne hene. Li Swêd piraniya xanîyan textîn in.
Maneya din a text, bi mecazî ye, ji meqam û kursiya şah, mîr, padîşah û hukumdaran ra dibêjin text. Wek mînak, "Şah li ser textê xwe rûnişt."
Maneyeke din jî textê meriv havînan vedigire û li ser radikeve. Berê li Kurdistanê her maleke bi hewş, textekî wan ê razanê hebû, bi şev li ser radiketin.
Lê hin kes ji teksteke nivîskî ra dibêjin ”TEXT”!

Heyran, meriv ji nivîsekê ra nabêje ”TEXT”, tekst e.

Text, navdêreke ne hesin e, ne kevir e, text e, meriv kane di gelek cihan da bi kar bîne.
Text, meriv kane bike textê razanê, kane bike mobîlye, bike kursî, sandalî û kane bike doxa gelek aletan.
Lê TEXT tu carî nabe metneke nivîsekî, nabe teksta reqlamekê. Dibê meriv elîfbeya îngilîzî, swêdî û kurdî tevlihev neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar