14 september 2026

Netîca hilbijartinên Swêd herdu cephe jî memnûn nekir


Hilbijartina Swêd cepha rast jî, cepha çep jî xeyalşikestî kir, tiştê herdu alî hêvî dikirin nebû; ferqa nabêna wan tenê kursîyeke.
Li gorî netîceyên heta nuha, cepha Sosyaldemokratan 176, cepha Moderatan jî (mihefekaran)173 kursî bi dest xistine.
Lê ev ne netîceya resmî û dawî ye. Heta nuha ji sedî 90ê rayan hatiye jimartin, ji sedî 10 maye. Tê texmîn kirin netîceya dawî û resmî îro ewê diyar bibe.

Surprîza hilbijartinan, Partiya Sosyal Demokrat(S)2 prosent, partîya tundrew, SDê(Demokratên Swêd)jî li dora 2.5-3 procent dengên xwe kêm kiriye.

Ji ber ku ferqa nabêna herdu cepheyan, herdu enîyan tenê 3 kursî ne, bi texmîna min avakirina hukûmetê ewê zahmet be, ewê dirêj bikşîne. Ev reqem piştî deng hemû hatin jimartin kane biguhere.

Lê kanin zû jî li hev bikin. Hin partîyan berî hilbijartinê gotin ew bi hin partîyan ra nakevin hukûmetê. Heger nuha dev ji wî şertê xwe berdin koalîsyon kane zû avab bibe. 

Sebebê lihevnekirinê sîyaseta li hemberî xerîba ye, hin partî dibêjin dibêjin em rê li ber hatina koçberan bigrin, hin partî jî li dijî vê ne, dixwazin Swêd li hemberî koçberan derîyê xwe negire, yên hatine dersînor neke.
Gelşa nabêna partîyan a herî mezin ev e, mesela koçberan e.

Çar sal in koalîsyoneke cepheya rast li ser hukim bû, bi bawerîya ev cephe dom bike him ji bo Swêd, him jî ji bo paşeroja xerîban baştir e, ji bo zarokên me baştir e. Zêdebûna xerîban, îslamîstan rasîzmê, dijminatiya li hemberî xerîban zêde û berfireh dike. Yê ji viya herî zêde zirarê dibînin jî kurd in. Xurtbûna îslamîstan, wek li her derê, li Swêd jî xerab e, talûke ye, dibe sebebê şer û teşxeleyên mezin.
Hêvî dikim baş bibe, xerabtir nebe.
Ji serokên 8 partiyên ketine meclîsê 6ê wan in, dudu mêr in.

XXX

Amedspora do li mala xwe tîma Stenbolê Başakşehîrê baş pelixand, 5-0 Başakşehîr rêwî kir Stenbolê. Nehîştiye Başakşehîr golekî jî bavêje.
Bi bawerîya min baş kiriye û dibê tim wiha bike, tîmên tirkan tim destvala û hustuxwar rêwî bike
Piştî vê serketinê Amedspor di rêza sisiya da ye, ji bona bibe yekem, gerek têk neçe û çend carên din jî serketinên wiha bi dest xîne.
Amedsporê, birêvebirên wê, hemû lîstikvan û dilsoz û piştgirên wê pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar