Ez di arşîva xwe da rastî vê sohbeta xwe ya 9 sal berê bi
hemşerîyekî xwe ra hatim. Me çend caran ji hev ra nivîsîye.
Min bala xwe dayê min du du nivîsên xwe da qala gelek tiştên muhîm kirine, îro
jî eynî tiştan diparêzim.
Bêyî ku navê wî bidim van herdu nivîsên xwe
diweşînim.
Merheba xorto!
”Hêdî hêdî, ecela wê tuneye, ji tiştên kin û biçûk dest pê bike. Bi derbekê da
nabe. Meriv nikane ji nişka ve bi zimanekî binivîse, dixwaze bira ew zimanê
meriv yê devkî be. Jê ra antraman lazim e.
Kînga te xwest ji min ra bişîne, ez
kanim ji te ra rast bikim…
Bimîne di xweşiyê da…
2017-01-30”
XXX
Xortê delal, kurd bindest in û welatê wan di binê îşxalê da
ye.
Lema jî şerê kurdan şerekî ne sinifî, şerekî netewî ye. Di şerê rizgariya
netewî(ulusal kurtuluş)da her sinif û tebeqe hene û dibê hebin. Dibê axa û beg
jî û eşîr jî hebin.
Û ji xwe gava axa, beg, şêx, mele, eşîr, zengîn, feqîr, ronakbîr, çep, rast,
dîndar û nedîndar nekevin nava micadela netewî, bi teleban û ronakbîrên çep,
kurd ebeden rizgar nabin.
Berî her tiştî dibê em civata xwe, gelşên civta xwe baş nas bikin û
micadeleyeke li gorî wê bidin.
Ne rast e meriv bi çavê dijmin li eşîran, li axa û began, dîndar û dewlemendan
binêre û ji ber ku di micadela netewî da ne bi îstîkrar in ji wan ra xeberan
bide û tinazê xwe bi wan bike, xelkê bi tirsonekiyê îtham bike.
Yekî wek te dibê bizane her kes bi qasî hev nikane fedekar, canfîda û qehreman
be. Bêguman gava şert giran dibin hinekê çerx bikin û dev ji micadelê berdin.
Helbet hinekê li kursî berjewendiyên xwe bifikirin. Ev
normalîteyeke civakî û însanî ye. Di rewşên wiha da ji dêlî êrîşê, dibê meriv
gelşê baş analîz bike û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
Bi xeberan, bi hêrsê, bi heqaretê kes nabe hevalê meriv. Ji ber ku şerê me
şerekî netewî ye, lema jî dibê retorîka me, ziman û uslûba me ne êrîşkar û
heqaretwarî be, dibê em zimanekî nerm û maqûl û îqnayê bi kar bînin.
Mar bi rehetî ji qulê derdikeve.
Ez nuha li hemberî te zimanekî êrîşkar û gotinên ne xweş bi kar bînim, tu yê li
min guhdarê nekî, tu yê jî bersîveke ne xweş bidî min û emê nikanibin diyaloga
xwe, têkiliyên xwe bidomînin. Nabêna me ewê pir xera bibe, emê bibin dijminên
hev.
Ev jî li kara dijmin û li zirara tevgera kurd ya netewî ye.
Lema jî zimanekî nerm, maqûl, yanî diyalog tim ji monologê
baştir e.
Hedefa me dibê tim û tim qezenckirina însanan be. Dibê em bi
devê xwe û bi qelema xwe kurdan totî himêza neyar nekin.
Bi baweriya min çîmentoya yekîtiya kurdan kurdayetî ye, bêyî
kurdperweriyê, welatparêziyê tu îdeolojîyeke din nikane kurdan bîne ba hev û
bibe çîmentoyê yekîtiyê.
Di warê dînî, mezhebî, siyasî, îdeolojî, bawerî û
lehçeyî da kurd rengrengî û ji hev cihê ne. Kurdên kurmanc, zaza, soran, lûr,
hewram û bi dehan lehçe û devokên kurdî hene.
Li Kurdistanê kurdên musilman, dîndar, êzdî, kakayî, elewî û
bi dehan baweriyên din hene.
Di warê siyasî da bi dehan fikir û îdeolojî hene.
Yanî dixwazim bibêjim civata me di gelek waran da ne homojen e, hetrojen e.
Lema jî bêyî kurdayetiyê, nasyonalîzmê tu îdeolojî, ne çep û
ne rast û ne jî îslamî nikane bibe çîmentoya yekîtiya kurdan.
Wek ronakbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd dibê em li gorî
vê rastî û heqîqeta civata xwe hereket bikin.
Dibê em bixwazin axayên kurd, eşîrên kurd ji bin çengê
dijmin derxin, ne ku êrîşî wan bikin û nav û nîçokan li wan bikin.
Gava em bikin jî yê li zirarê derkevin em in, kurd in.
Min di hin nivîsên te da ev hesasiyet nedît. Min xwest bala
te bikşînim ser van tiştan.
Û tiştekî din jî, hêvî dikim di rojên pêş da nivîsên te yên
bi kurmancî bibînim.
Heger tu û yên wek te bi kurdî nenivîsin, ma kî ewê
binivîse?
Dibê em siyaseta kurd û Kurdisanê bi kurdî bikin.
Heger em kurd in dibê em bi nivîskar, şair, edîb û
ronakbîrên kurd bin.
Zinarê Xamo
2017-02-13
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar