▼

30 september 2026

Aşvan tu carî nabe poşman

Aşvan tu carî nabe poşman. Yê bixebite destê wî tim li ser zikekî têr e. Rêya herî dûr jî bi gava pêşî dest pê dike, dîktatorên herî zalim jî bi micadelê têk çûne, miletên bindest gihîştina azadîya xwe.

Yê bixbete zû dereng bi ser dikeve. Tembelî, dudilî malwêranî ye, rêya herî dûr û dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike.
Her milet bi xebatê, bi micadelê ji bindestiyê xelas bûye. Emê ji bindestiyê xelas bibin, bigihîjin azadîya xwe. Têkçûna hin hêzan, gelşên îro gerek me bêhêvî neke.

Di xebatê da carnan meriv filikume, carnan rêberên xerab, nezan karên şaş, karên xerab dikin, zirarê didin xebat û micadela miletekî.

Lê her ketin û rabûnek, her şaşîyek dersek ji meriv ra dibe ders û tecrûbe, meriv pê zanetir û xurtir bûne.

Bi şaşiyên xwe yên borî em nuha xurttir in, em sîyasetmedar û serokên xerab, îdeolojî û fikrên xerab, bi zirar baştir nas dikin. 

Di rojên pêş da emê karên baştir bikin, azadîya me ne dûr e, dibê meriv bi rewşa îro bêhêvî nebe. Ewê baş bibe.

XXX

Necat Zivingiyê hêja, jîr û zana, ji bo zimanê xwe, ji azadîya xwe dibê em çi bikin tiştên pir muhîm dibêje. 
Li ser mafê miletan ê tayinkirina qedera xwe çi qanûnên navnetewî hene, ji me ra qala wê dike.

Me heta nuha dinya xweşik bi halê xwe nehesandîye, me jenosîda kulturî û fizîkî ya li me dibe bi dinyayê nedaye fahmkirin.

Dibê em huqûqa navntewî baş bizanibin û micadela xwe ya di wî warî da xurt bikin.

Me ji ber nezanîya qada huqûqî ya navnetewî pir îhmal kiriye, dibê em kesên jîr û zana xebatên xwe yên di vê qadê da xurt bikin.

XXX

Ez ji teknolojîya dijîtal û AI tiştekî fahm nakim, lê bi qasî min ji gotinên Brahîm Alûcîyê hêja fahm kir, gerek kurd bi lez û bez bibin xwedî algorîtma, guh bidin van pêşniyarên Brahîm Alûcî.
Camêr dibêje, heger em van tiştan nekin halê zimanê me ewê pir ne baş be.

Tiştên Brahîm Alûcîtê hêja dibêje, kî kane bike ez nizanim, lê dibê em bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar