04 september 2026

Aqilê dereng wek zengînbûna li ber mirinê ye

Gava ez rûdinim, bi serîyekî sakîn li jiyana xwe ya borî dinêrim, dibînim min  gelek tiştên, gelek karên şaş û berradayî kirine.
Min wexta xwe da gelek tiştên tu feydeyeke wan ji min ra û ji miletê min ra tune. Min bi salan gelek kitêb, kovarên berradayî xwendin, wexta xwe da wan tiştên ne hêja.
Min bi pêşan perê xwe da kitêbên tirkan û çeoçtiyê yên bêfeyde, bi zirar û dûra jî bi çewalan gişk avêtine ser sergo.
Di xortaniyê da meriv hinekî kêmaqil e, gelek tiştên berradayî dike, wexta xwe dide tiştên, îdeolojiyê pela pûçî, bêfeyde û bi zirar.

Heger aqilê min ê nuha 40-50 sal berê jî bi min ra hebûya, nuha ez di halekî gelkî baştir da bûm û minê ji xwe ra, ji miletê xwe ra karên gelkî baştir kiriba. Ezê fêrî gelek tiştên bi feyde bibûma. Minê bajarê xwe, welatê xwe, miletê xwe, kultura xwe, coxrafîya welatê xwe, edebîyat û tarîxa miletê xwe baştir zanîbûya.
Aqilê dereng tê serê meriv wek zengîniya dereng a li ber mirinê ye, wek kevirê meriv li serê xwe dixîne, tenê êşê û poşmaniyê dide meriv...

XXX

Bi dilekî pak û bi hestên mişt kurdperwerî û hêvîya dîtina rojên xweş siba we bi xêr!

Her rojeke nuh rûpeleke sipî ye di deftera jiyana însên da. Bi hêvîya em îro tiştên baş û xweş di vê defterê da binivîsin.

Gotina xweş kevir nerm dike, mar ji qulikê derdixe. Hêza gotina xweş ji ya gotina tahl pirtir e, tesîreke pozîtîf li însên dike. Gotinên tahl ji hev ra nebêjin.

Gotina xweş bihara dilan e. Dinya guleke, bîhn bike û bide hevalê xwe, bira ew jî kêfxweş bibe.

XXX

Terbîye, exlaq, edeb û aqil pir muhîm in, lê bi her kesî ra bi qasî hev tune ne; bi hin kesan ra tam in, bi hin kesan ra hindik in. Viya jî meriv carnan zû, carnan jî dereng fêr dibe.

Meriv bi çend riyên fêr dibe bi kê ra tam in, bi kê ra kêm in.
-Terbîye, tu zanî tu yê kînga bipeyive
Exlaq, tu li tiştê tê gotin guhdarî dikî
Edeb, tu gotina kesê dipeyive nabirrî
Aqil, tu her tiştê tê gotin tesdîq nakî
Edeb mîras e, aqil heval e, exlaqê baş rêheval e, qerekter neynika însan e.

XXX

Tiştê hin însan jê ra dibêjin qeder û nakin sûcê xwe, di esasê xwe da kêmaqiliya, ehmeqiya însên bi xwe ye.

Hin însan ne kerr in, ne kor in, lê ji ber ku bûne mirîdên şexsekî, ji ber wê jî felaketa şêxê wan anîye serê wan û serê miletê kurd nabînin, tiştê tên gotin nabihîzin.

XXX

Em kurd wek teyrê baksiketîne,
ji hewa da ketine erdê
dikin û nakin, nikanin bifirin
Em li bilindiyan,
li perên asîmanan dinêrin
keserên kûr dikşînin
nikanin bifirin
Em kurd wek teyrê baskşikestîne
mane li erdê
nikanin bifirin...

///Zinarê Xamo

XXX

-Hin însan zanin xweş bipeyivin, hin însan jî zanin xweş binivîsînin.
Hinek zanin xweş li xwe kin, ji bejna xwe hez dikin.
Hinek xwedî gelek mezîyet in. Lê belê însanê herî xweş, yê heddê xwe û edeba xwe zane.
Hêvî dikim di minaqeşeyên siyasî da kesên bêedeb vê şîretê ji bîr nekin.

XXX

Îro di Facebookê da ji yekî fêrî tiştekî ecêb bûm.
Gava tu bi hev ra pê li bişkokên Alt + Shift + D dikî, tarîxa îro jixweber li ser rûpelê tê nivîsîn.
Yanî ne hewce ye meriv tarîxê yek bi yek binivîsîne, bi fermanekê tarîx tê nivîsîn.
Xelkê her tişt rehet kiriye. Lê aqil lazim e.
"Gawiran" ji însanan ra hewqas tiştên baş û bi feyde îcad kirine, misilman dîsa jî neyartiya wan dikin, dixwazin dinyayê bikin Afganîstan û Siûdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar