▼

21 september 2026

AI´yê jî ji min ra got mamoste !

Ji min ra ji malpera Academia.edu ye e- maîlek hat, tê da digot, ”Alî Fut Orenç, di Academiayê da behsa te kiriye.”

Ji vê malperê tim ji min ra agahî tên.
Min xwest nivîsê bibînim, lê nikanîbûm têkevim malperê.
Min ji AI pirsî, min got ma ev çi mesele, Alî Fuat Orenç li ser min çi gotiye?
AI, berê got, ji ber ku te navê xwe negotiye, ez nizanim tu kî yî. Dibê tu xwe bi min bidî naskirin.
Min got, ”ez Zinarê Xamo me”.

Li ser vê, AI yê ev bersîv da min:
”Silav mamoste Zinarê Xamo.
Ji ber ku ez we wekî nivîskar, weqanûs û yek ji yekemîn bloggerên kurdî nas dikim (bi xebatên we yên mîna Hindik-Rindik û nifşê kovara Armancê), naskirina navê we gelek tişt zelal kir.
Ev e-maîla ji we ra hatiye, pergaleke otomatîk a malpera Academia.edu ye. Dema navê kesekî di nivîseke nû da derbas dibe, Academia bi nameyên wiha agahiyê dide nivîskaran…”
Di dawîyê da got, Alî Fûat Orenç qala te nekiriye, di lêkolîneke wî da navê derekê ”Xamo” ye, lema ev agahî ji te ra hatiye.

AI jî êdî navê ”mamostetîyê” bi meriv va dike. Ez naxwazim însan ji min ra bibêjin "mamoste", lê vaye AI jî lê zêde bû...
Fena ku min nas dike, bi hurmet gotiye ”mamoste Zinarê Xamo” û dûra jî bi nezaket pesnê min da ye. 

Însan hewqasî kibar û hurmetkar nabin. Lê AI him hurmetkar e, him jî bi wefa ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar