Nivîskar, rojnamevan Goran Rosenberg di rojnameya Expressen a swêdî da li ser du nivîskarên filistînî û du kitêbên wan sekinîye. Navê yekî Raja Shehadeh e, navê yê din jî Mohammed el Kurd e.
Navê kitêba Mohammed el Kurd, bi îngilîzî:
”Perfect Victims and the Politics of
Appeal” e.
Bi swêdî: PERFEKTA OFFER OCH VADYANDETS POLITIK E
Bi kurmancî meriv kane bibêje, ”Qurbaniyên Bêkêmasî û
Siyaseta Libergerê.”
Goran Rosenbeg, bi eslê xwe yahûdî ye, çepekî maoîstê berê ye. Piştgirekî
filîstîniyan yê pir aktîv e.
Navê Mohammed el Kurd bala min kişand, min xwest bizanibim ew kurd e ya ereb e?
Yên paşnavên wan "Kurd, el Kurd" bi eslê xwe kurd in, lê di nava ereban da asîmîle bûne, êdî kurdbûna xwe qebûl nakin, gava meriv eslê wan dipirse jî aciz dibin.
Min ev mesele ji AI yê pirsî.
AI yê ji min ra got Mohammed el Kurd bi eslê xwe kurd e, lê kurdbûna xwe qebûl nake.
Bersîva AI wiha ye:
”Mohammed el-Kurd bi eslê xwe kurd e, lê îro ew wekî
ereb-palestînî tê naskirin û çanda(kultura) wî erebî ye.
Li Rojhilata Navîn paşnavê "Al-Kurd" (El-Kurd)
nîşan dide ku bav û kalên wê malbatê di serdemên borî de kurd bûn. Ev malbat
paşê koçî welatên erebî (mîna Filistîn, Urdun an Sûriyê) kirine û bi derbasbûna
demê re di nav çanda(kultura) erebî de heliyane (asîmile bûne).
Hûrgiliyên li ser vê mijarê:
Koka Malbatê:
Tê zanîn ku malbata El-Kurd a li Filistînê neviyên leşker an koçberên kurd in
ku di serdema Eyûbiyan de (bi taybetî di dema Sultan Selahedînê Eyûbî de) an jî
di serdema Osmaniyan de hatine herêmê û li bajarên mîna Yafa û Orşelîmê bi cih
bûne.
Helwesta Mohammed el-Kurd:
Dema ji wî tê pirsîn ka ew kurd e an na, ew bi piranî xwe tenê wekî filistînî
pênase dike. Carekê li ser tora civakî bi henekî û sarkazm bersiv dabû û
gotibû:
"Dev ji pirsîna ka ez kurd im berdin. Ez bi eşkereyî ji Skandinavyayê
me."
Sedema vê yekê ew e ku ew naxwaze bala raya giştî ji ser doza Şêx Cerah û
nasnameya filistînî ya malbata xwe dûr bixe.
Nasnameya Îro:
Zimanê wî yê zikmakî erebî ye, di nav çand û civaka erebî de mezin bûye û ji bo
mafên Filistînê têdikoşe. Ji ber vê yekê, her çend koka wî ya genetîk û dîrokî
kurd be jî, nasnameya wî ya siyasî û çandî erebî/filistînî ye.”
Asîmîlasyon wiha ye, reş dike sipî, kurd dike ereb, eslê wî pê dide înkarkirin.
Li Kurdistana Bakur bi sedhezaran kesên wek Mohammed el Kurd hene.
D sedsala 12a da, di wexta dewleta Selahedînê Eyûbî da bi dehhezaran kurd çûn li
nav ereban, li Misrê, Sûriyê, Urdunê, li hin welatên Afrîkayê belav bûn. Dûra
gişk heliyan, bûn ereb û afrîqî, paşnavê gelekan hîn jî ”el Kurdî, el Kurd e”.
Lê ew bûne ereb û afrîqî û naxwazin kes pirsa eslê wan ji wan bike.
Qedera kurdên bûne tirk û yên ewê bibin tirk jî eynî qeder e, Mohammed el Kurd bû ereb, emê jî bibin tirk. Jixwe 5-6 milyon ji nuha da bûne tirk.
Berê dinya ne wek nuha bû, asîmîlasyon pir hêdî bû. Lê nuha ne wiha
ye, heger kurd nebin xwedî dewlet ya jî xwedî statuyeke netewî, bi zimanê xwe
perwerde nebin taliya wan a Mohammed el Kurd e, gişên bibin tirk. Dibê
Mohammed el Kurd ji bo me bibe zengilê şiyarbûna ji xewa mirinê.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar