Prof. Dr. Bedirxan Sindîyê xemxur û dilşewatê welatê xwe û miletê xwe bangeke di cî da li serokên partiyên Kurdistana Başûr kiriye, li hemberî erebkirina Kurdistanê dengê xwe bilind kiriye, gotiye Kurdistan ji destê me diçe, hêdî hêdî tê firotin. Vê firotinê rawestînnin, nehêlin Kurdistan bibe erebîstan.
Banga şairê bi nav û deng, Prof. Bedirxan Sindî wiha ye:
● Em Kurd bi destên xwe li Başûrê Kurdistanê Erebistanekê ava dikin.
● Razîbûn û bêdengiya Herêma Kurdistanê li hember firotina axa Kurdistanê ji
biyaniyan re, tawan/guneheke mezin e.
● Hêvîdar im ku ew dawiyê li vê tawanê bînin, pereyên ji mal û apartmanan vegerînin û Kurdistanê ji bo neteweya me vegerînin.
● Serok û rayedarên hêja yên Herêma Kurdistanê, ez vê yekê ji we re dibêjim.
Dibê hemû nivîskar, ronakbîr û welatparêzên kurd li hemberî dagirkirina Kurdistana Başûr û bêdengiya serokên kurd serî hildin !
Ereb Kurdistanê ji kurdan dikirin, seokên kurd jî dengê xwe nakin. Bêdengî malwêranî ye. Sibe kane pir dereng be!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar