CENCOMê(Amerîkayê, Brîtanyayê, Fransayê, Almanyayê bi sedan leşkerên xwe û sîstema parastina asmanî ya li dijî dronan ji Hewlêrê vekişandiye.
Berpirsiyarên Amerîkayê nabêjin leşker û sîstema parastinê birine ku derê. Lê îhtîmal heye biribin Urdunê.
Hêvî dikim ev vekişandina ji Kurdistanê ne bi temamî be, ne terikandina kurdan be.
Heger Amerîka û fransa dev ji parastin û piştgiriya kurdan berdin pir xerab e.
Serokên PDKê û YNKê fersendên pir mezin ji dest xwe dan, ewê poşman bibin.
Meleyên Îranê bela xwe ji kurdan venakin. Geh ew, geh çeteyên wan Heşdî Şabî êrîşî kurdan dikin.
Mihî pê li berxa xwe nake, hûn çi bikin jî meleyên Îranê dev ji alîkariya çeteyên
xwe yên li Îraqê, li Yêmenê, li Libnanê û neyartiya kurdan bernade.
Kurd çi bikin jî Îranê tim bi drona êrîşî kurdan bike. Ev êrîş bi dilê ereban û
tirkan e jî.
Wa ye Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî û sîstema Patrîotan, sîstema li dijî
dronan ji Hewlêrê vekişandiye. Dibêjin îhtîmal heye birin Urdunê. Çima
vekişiyan, sebeb çi ye nayê zanîn. Lê li gorî peymana Îraqê û Amerîkayê, gerek
hêzên Amerîkayê bi tevayî heta 30 îlonê ji Îraqê vekşin.
Gelo piştî 30 îlonê, Amerîkayê wek Kurdistana Rojava ewê bi tevayî dev ji
parastina kurdan berde ya na?
Heger Amerîka û Fransa dev ji alîkariya kurdan berde îşê kurdên başûr pir xerab
e. Di viya da sûcê serokên PDKê û YNKê pir mezin e. Dev ji dijminatiya hev
bernedan, bawerî nedan dostên xwe.
XXX
Şerê Îranê û amerîkayê ewê bidome.
Gava ecela mar tê diçe xwe di orta rê da dike kulor.
Gava mirina bizinê tê, nanê şivên xwe. Yê meleyên Îranê jî bûye ev mesele, bask
bi wan va hatibû, zêde firiyan.
Li Îraqê, li Sûriyê, li Yemenê, li Libnanê, di nava Filistîniyan da û li gelek
welatên din çeteyên girêdayî xwe çêkirin.
Bi riyan wan çeteyên xwe sitûriyê û çavsoriyê li der û dora xwe û li Îsraîl
dikin.
Lê êdî kes vê terora Îranê qebûl nake. Wa ye Amerîkayê û Siûdiyê bi hev ra li
Îraqê li Heşdî Şabî jî xistine. Herî kêm 20 kuştî û 32 birîndar hene. Baş
kirine, ev hêza çete her roj çend dronan davêje ji Kurdisranê da.
Îranê jixwe her roj sîle dikin, hêdî hêdî basko dikin. Dibê bikin, dibê welatên
ereb jî êdî lêxin. Wa ye erebîstana Siûdîyê jî dest bi lêxistinê kiriye.
XXX
Devê hînî derewan bibe ray lê nabe, dev ji derewan bernade.
Birêvebir û berpirsiyarên Tirkiyê derew, fêlbazî ji xwe ra kirine sinet, bi
derewan, bi çîrokmîrokên vala serî li kurdan digerînin.
Hin kurdên saf jî van virên wan bawer dikin.
Tiştê ez zanim qantir nazê, hin kes dibêjin ewê bizê.
De hêvî dikim mucîzeyek çê bibe...
XXX
Dibê meriv ji tiştê xerab ra bi zimanekî maqûl bibêje xerab
e, ji şaşiyê ra bibêje ev kar, ev gotin şaş e.
Gava meriv li hemberî karê xerab bêdeng bimîne, yê xerabiyê dike ewê bibêje
belkî karekî baş dike û dev ji nerindiya xwe bernede.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar