08 juli 2026

Çend gotinên Îbn Hazm


Wexta ez di medyaya sosyal ya swêdî û tirkî da rastî gotineke xweş, aforîzmayeke jê hez dikim têm werdigerînim kurmancî, dibêjim bira ev gotina xweş, ev aforîzm bira bi kurdî jî hebe.

Çend roj berê rastî gotineke xweş a  Îbn Hazm(994-1064) hatim. Min jê hez kir û xwest Îbn Hazm nas bikim û çend gotinên wî wergerînim kurmancî.

Îbn Hazm (Ebû Muhemmed Elî ibn Ehmed ibn Seîd ibn Hazm) zanyar, fîlozof, dîroknas, şair, rexnegir û edîbekî navdar e. Kitêba wî ya herî bi nav û deng, ”Gerdenîya Kevokê ye” (Tawq al-Hamama /îngilîzî: The Ring of the Dove)

 Îbn Hazm, li Îspanyayê di serdema Dewleta Emewî ya Endulusê da(711–1492)jiya ye.
Dibê weşanxaneyek vê kitêbê ya ji erebî, ya ji îngilîzî wergerîne kurmancî. Wergera kitêbên wiha zimanê me zengîn dike, bi pêş dixîne.

Çend gotinên wî yên li ser meseleyên cihê:

-Sînorê herî bilind ê zanyariyê ew e ku dibê meriv bizanibe her tiştê heye xwediyê sînorekî û kêmasiyekê ye.

-Dostê rastîn ew kese gava tu şaşiyekê bikî, rû bi rû te rexne bike, ne ku li pişt te paşgotiniya te bike.

-Yê di dema tengasiyê da ne li cem te be, ne layîq e di dema xweşiyê da bibe şirîkê şahiya te.

-Evîn ne nexweşiyek e ku mirov jê re dermîn bibîne, lê belê ew bi xwe dermanê gelek nexweşiyên giran e.

-Çav deriyê dil e. Her tiştê di dil da veşartî ye bi hêsanî di nêrîna çavan da tê xwendin.

-Zanîn di her rewşê da ji nezaniyê çêtir e; çimkî derman ji nexweşiyê çêtir e.

-Yê quretiyê (pozbilindîyê) dike, di ruhê wî da nexweşiyek heye ew bi xwe pê nizane.

-Kêmasîya însên a herî mezin ew e ku li kêmasîyên xelkê bigere, lê kêmasîyên xwe nebîne.

-Dostê rastîn ew kese ku di tengasiyê da bi te ra be, ne tenê di rojên şahiyê da.

-Dostê xwe li ber xelkê rexne neke, rexneya xwe di navbera xwe û wî da bike.

-Di bingeha tiştên herî muhîm da tiştên nemuhîm hene. Jixwe dara mest û mezin jî ji dendikeke biçûk çêdibe.

-Bi dû kesê terka te kiriye nekeve, tu yê him xeyalşikestî bibî, him jî biçûk bikevî.

-
Xwe weqfî tiştên ji xwe hêjatir bike, yê xwe ji bo îhtîrasa dinyewî xerc dike, kesê yaqûd bi kevir diguherîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar