Almanyayê di maça xwe ya ewilî da bi skora 7-1 Cureçao prîşan kir. Denîz Undavê hemşeriyê min bi gola xwe, bi lîstik û pasên xwe em kêfxweş kirin.
Gava meriv Almanya û Cureçao miqayese dike, fena Lîonel Messî zarokekî 4 salî mexlûb bike. Nufûsa Almanyayê 84 milyon e, nufûsa Cureçao 155 hezar e. Yanî ji Wêranşara min gelkî biçûktir e.
Almanya 4 caran bûye şampîyonê Cîhanê, 3 caran jî bûye şampîyonê Ewrûpayê. Cureçao cara pêşî ye beşdarî Kûpaya Cîhanê ya FÎFAyê dibe. Loma biserketina Almanya 7-1 normal e.Cara pêşî ye navê Cureçaoyê dibihîzim.
Cureçao li derya Karaîban giraveke biçûk e, girêdayî
Holandayê ye. Nufûsa wê 155 hezar e.
Taximê miletekî nufûsa wî 155 hezar e, bi taximê welatekî nufûsa wî 84 milyon
ra lîst û goleke pir xwe jî avêtê.
Nufûsa bajarê min Wêranşarê di resmîyetê da 216 hezar.
Cureçao 155 hezar e beşdarî Kûpa Cîhanê ya FÎFA yê dibe, em kurd 40-50 milyon
in nikanin beşdar bibin. Em ji temsîlîyeteke wiha mehrûm in; çimkî dewleta me
tune ye. Cureçao beşdar dibe, çimkî nîvdewlet e, perê wan heye.
Ji ber ku em 40-50 milyon kurd bêdewlet in, yanî em bindest, em nikanin beşdarî
tu tiştekî navnetewî bibin. Giraniya me 40 milyon kurdî, îtîbara me, statuya me ya navnetewî bi qasî ya Cureçaoya 155 hezarî tuneye. Dibê ev yek her kurdî xemgîn bike, bide fikirandin. Gerek em ji vî halê xwe şerm bikin.
Û heta em bêdewlet bin emê tim bi hesret, bi dilşewatî li xelkê temaşe bikin.
Min şerm kir, min ji xwe fedî kir. Gava ez tiştê wiha
dibînim ez pir li ber xwe dikevim. Miletekî 40-50 milyon çawa bêdewlet be, çawa
wek Cureçao nikanibe beşdarî Kûpaya Cîhanî ya futbolê ya FÎFAyê bibe?
Gerek em kurd giş şerm bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar