Amerîka û Îranê li ser rawestandina şer li hev hev kirin, peymana aştiyê ewê di 19 hezîranê da li Swîsreyê were îmzekirin.
Li gorî Donald Trump, Tengava Hurmuzê ewê vebe, petrolê biherike, keştî ewê bi azadî ji Tevgava Hurmuzê herin û werin.
Donald Trump quruşo ye, bi texmîna min xwe hetikandiye.
Ez bawer nakim Meleyên xwînxwar peymaneke li dijî berjewendiyên xwe îmze bikin. Tiştê di peymanê da qebûl bikin jî ewê bi cî neynin.
Merasîma îmzekirina fermî ya peymanê ewê di 19ê hezîranê da li Swîsreyê were çêkirin.
Naveroka peymanê çi ye, ne çi ye hîn ne xuya ye. Bi texmîna min mele peymaneke di eleyhê xwe da qebûl nakin.
Yê tawîzê bide Amerîka ye. Çimkî tawîzdan, sertewandin li ba ewrûpiyan normal e. Li ba wan berjewendî di ser her tiştî ra, di ser şerefê, xurûrê ra ye.
Çînî, Îranî, Rûs viya qebûl nakin. Li ba wan nav, şeref pir muhîm e, xwe rencîde nakin.
Zirara melayn dîtiye çi be jî neketin, mana li ser hukim ji bo wan serketineke mezin e. Nuha ewê bêtir bîna xwe bigirin, tîcareta xwe baştir bikin.
Donald Trump bazareke pir xerab kir. Lê xistina meleyan ji ya Seddam pir zortir e, Amerîkayê û Îsraîl ev yek fêm kirin.
XXX
Çêjikên(çêlikên)guran ji meriv ra nabin bav û bira.
Sed sal e kurd bi dilpakiyeke mezin dixwazin çêjikên guran
bikin birayên xwe û bi wan ra bijîn.
Lê çêjikên guran tu carî nebûne birayên kurdan, her cara
mezin bûne, hatine ser xwe êrîşî kurdan kirine, kurd xwarine.
Ji ber vê dilpakîyê û xeşîmiya xwe kurd tim bûne qût û nêçîra
guran.
Li Kurdistana Bakur û Rojava serokên kurdan hîn jî fahm nekirine çêjikên guran nabin bav û bira. Çimkî tebîeta gur nêçîr e, dibê perçe bike, bikuje, bixwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar