Zîya Gokalpê îdeologê nasyonalîzma tirk û pantirkîzmê yekî diyarbekirî ye. Bi eslê xwe kurd e, ne kurd e ez baş nizanim.
Hinek dibêjin kurd e, hinek jî dibêjin ne kurd e. Yanî li ser eslê wî dîtinên
cuda hene.
Bi baweriya min ne kurd e, qet naşibe kurdan. Ya tirkmen e, ya azerî ye, ya jî
ji miletekî din e. Yekî gupuzî ye, durfê wî, tîpa wî qet naşibe kurdan.
Ji Çêrmûgê ye, li Çêrmûgê yên ne kurd, yên xwe tirk dihesibînin pir in. Osmanîyan ew kînga û ji ku anîne li wir bi cî kirine ez nizanim.
Tarîxzanên me nuha zanin. Belkî jî tarîxzanên kurd eslê wî
zelal kiribin, haya min jê tune ye.
Yanî ji ber ku ji li Diyarbekrê hatiye dinê nayê wê maneyê kurd e.
Carê eşîra wî tune ye. Kurd hemû xwedî eşîr in, her kurdek ji eşîrekê ye. Eşîra
wî, koka malbata wî ne diyar e, baş ne zelal e.
Lê eslê wî çi be jî demakê wek ronakbîrekî kurd hatiye qebûlkirin û di nav
hereketa kurdî da cî girtiye. Wek sosyolog li ser kurdan, li ser kultur, nasname
û eşîrên kurd lêkolîn kiriye, ji bo helandina kurdan aqil daye dewletê.
Lê dûra çerx kir, teqle avêt, bû îdeologê herî mezin ê nasyonalîzma tirk û
pantirkîzmê û ”bavê hestên Ataturk ê pantirkîst.”
Zîya Gokalp heta nehatibû sirgûnkirin, ne tirkçî bû. Di sala 1921ê da piştî ji
surgûna Maltayê vegeriye, çû Anqerê, bi Ataturk ra ket têkiliyê. Kêfa Ataturk
pir jê ra hat, gelek wezîfe danê û hêdî hêdî bû neyarekî kurdan û merivekî
pantirkîst.
Ataturk hewqasî pir ji Zîya Gokalp hez kiriye, gotiye:
”Bavê bedena min Elî Riza ye, bavê hestên min Namik Kemal e
û bavê fikrên min jî Zîya Gokalp e.”
Pêşniyara Zîya Gokalp ji Ataturk ra ev bû, dibê kurd bi riya asîmîlasyonê werin
helandin û bibin tirk.
Zêdeyî sed salî ye dewleta tirk ev pêşniyara Zîya Gokalp ji xwe ra kiriye
rêber, bi hemû hêza xwe dixwaze kurdan bihelîne, bike tirk.
Sed sal e herî kêm 9-10 milyon kurd bi riya zorê û bi riya asîmîlasyonê kirin
tirk.
Nuha kurd êdî ne bi destê dewletê tenê, bi destê partiyên kurdan jî, wek
partiya DEMê jî tên asîmîlekirin.
Parlamentera partiya DEMê Çigdem Kiliçgun Uçara xanim li gundê Şirnexê jî bi tirkî
xîtabî kurdan dike, civînên xwe bi tirkî çêdike.
Yanî ew jî destegê didin pêşniyara Zîya Gokalp a asîmîlasyonê, lema kesên bi
kurmancî nizanin, bi zanetî dişînin gundên kurmancan, bi tirkîya Stenbolî
xîtabî kurdên tirkî nizanin dikin.
Di nava DEMê da kesên kurmancî zanin pir in, wan naşînin Şirnexê, Çigdem
Kiliçgun Uçara zaza dişînin, ji bo ku bi tirkî xîtabî kurdan bike.
Heger nêta meriv ne xerab e, ya jî meriv pir ne cahil be jineka bi kurmancî
nizane naşîne Şirnexê. Milet bi kurmancî dipirse,ew bi tirk bersîvê dide wan.
Silav u rez, mamoste
SvaraRaderaTu kereme xwe dikari ji me re cavkani ji bidi? Ka Ataturk li kudere wan gotinan gotiye?
Gelek spas!
AI bersîva vê pirsa te wiha dide:
SvaraRaderaÇavkaniya herî pêşîn û yekane ya vê gotina Atatûrk, nivîseke ku di 23'yê Adara 1972'yan de di rojnameya Cumhuriyetê de hatiye weşandin. [1]
Ev gotina ku bi temamî wekî "Bavê laşê min Alî Riza Efendi ye, bavê hestên min Namik Kemal e, bavê fikrên min jî Zîya Gokalp e" tê zanîn, di pirtûkên fermî yên Atatûrk an jî di nava gotarên wî yên dema jiyanê de cih nagire. [1, 2]
Dîroka derketina vê gotinê û hûrgiliyên çavkaniyê wiha ne:
Çavkaniya Nivîskî û Kesê ku Ragihandiye
Kî zimanê girtiye? Ev anekdot cara pêşîn ji aliyê mamosteyê Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê, Dr. Selahattin Yazıcıoğlu, ve hatiye nivîsandin. [1]
Çîrok çi ye? Dr. Selahattin Yazıcıoğlu di gotara xwe de dibêje ku wî ev gotin cara pêşîn di 24'ê Cotmeha 1964'an de, di dema "Hefteya Yekem a Zîya Gokalp" de li Amedê bihîstiye. Li gorî îdîayê, yek ji hevalên nêzîk ên Atatûrk ev axaftin jê re neqil kiriye. [1]
Nîqaşên li ser Rastbûna Gotinê
Gelek dîrokzan û lêkolîner dibêjin ku ev gotin ne çavkaniyeke fermî û qet nayê îspatkirin, ji ber ku:
Ev tenê bîranînek e (hatırat) ku pir dereng (40 sal piştî mirina Atatûrk) hatiye nivîsandin.
Di navbera fikrên Atatûrk (yên neteweperestiya li ser bingehê welatbûnê) û fikrên Zîya Gokalp (yên tûranîzm û yekîtiya dînî) de hinek cudahiyên mezin hene. [1]