01 maj 2026

Xwendevanên Hindik Rindik gihîşt sedhezaran

Maşela û hezar carî meşela, înşela kes min nezerî, çavînokî neke. Îsal xwendevanên bloga min Hindik-Rindik pir zêde bûne. Jimara xwendevanên ji yên gelek malperên xeberan buhurî ye.
Di meha adarê da 95812 kesî riya xwe bi bloga min xistiye, xwendiye, bala xwe dayê.

Meha borî, di nîsanê da 20 hezar zêde bûye, jimar bûye 115905.

Piştî 19 sal xebat û berdewamiya bênabên û 10753 nivîs, xebata min mêwa xwe da, jimara xwendevanên min derket hezaran.

Sipas ji bo her kesê riya xwe bi bloga min dixîne, nivîsên min dixwîne.

Salê tê 20 saliya bloga min temam dibe, 20 sal îstîkrar ne karekî hindik e, umreke.

XXX

Me kijan se girt tajî derket. Me ji kê ra got dost, qedir û qîmet dayê ew da ser serê xwe, kir berdevk û wekîlê xwe, pirnaiya wan kurmî derketin.
Mêş ne tişteke lê madê meriv li hev dixîne.
Meriv hindik, hindik dihere gundik. Em jî hêdî hêdî, lê bi zirareke mezin, bi bedelekî giran şaşiyên xwe fêr dibin, dost û dijminên xwe baştir ji hev digerînin.

XXX

Îro 1ê gulanê ye. 1ê gulana we pîroz be !

9 sal berê ez û xanim çûbûn meşa 1ê gulanê. Îsal em li mal in, emê neçin. Em di dilê xwe da 1ê gulana miletê xwe, ya dost û hevalan, ya her kesê pêşverû, demokrat pîroz dikin.

XXX

Îmarata Erebî bi bangekê ji hemwelatiyên xwe ra gotiye, ”bi lez Îraqê, Îranê û Libnanê biterikînin.”

Ev banga Îmaretê tê maneya şerekî mezin di rê da ye, Amerîka û Îsraîl ewê dîsa li Îranê û Libnanê xin.

Jixwe wezîrê karên derve yê Îsraîl do got, belkî dîsa li Libnanê xin.

Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan jî do got, ”dibe ku Amerîka û Îsraîl dîsa di dema dan û standinan da êriş bikin.”

Îran hîn ne hatiye nuxteya teslîb bibe, ala sipî hilde. Dibê hinekî din lêxin.

XXX

Kevir li kûz keve jî (cer, şerbik)wey li halê kûz, kûz li kevir keve jî wey li halê kûz. Tim kûz li zirarê ye, yê dişkê ne kevir e, tim kûz e.

Dijminên me û kî li hev dixin yên zirara mezin dibînin tim em in.

Çimkî em bindest in, bêdewlet in em kûz in, ew kevir in. Ji bo ku em ji kûzîtiyê xelas bin, bibin kevir, dibê wek ereb, tirk û farisan em jî bibin xwedî dewlet. Gerek hedefa me, xeyala me, xebata me ji bo wê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar