Prof. Dr. Garnîk Asatryanê êrmenî jî neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan daye, gotiye gerek Tirkiye perçe nebe û kurd nebin xwedî dewlet. Heger kurd bibin xwedî dewlet, ji bo Êrmenîstanê ewê bibe talûkeye mezin, hebûna Êrmanîstanê jî dikeve talûkeyê.
Kamîz Şedadî hevpeyvîneke Prof. Dr. Garnîk Asatryan ji bo malpera RÛDAWê kiriye
tirkî û di Rûdawê beşê tirkî da weşandiye.
Prof. Dr. Garnîk Asatryan gotiye:
"Perçebûna Tirkiyê û li rojavayê me avabûna dewleteke kurdî
ewê ji bo ewlehîya netewî ya Ermenîstanê bi gefeke cidî be.
Heger Tirkiye perçe bibe li ser sînorên me ewê dewleteke
zêde êrîşkar, afeteke etnîkî ya ji berê da meriv nikane bizanibe ewê çawa
hereket bike peyda bibe. Gelek êrîşkar, afeteke etnîkî.!"
Prof. Dr. Garnîk Asatryan di hevpeyvîna xwe da Kurdistanê wek welatê ermenîyan dibîne
û dibêje baştir e Ermenîstana Rojava di bin destê tirkan da bimîne. Heger kurd
bibin xwedî dewlet ji bo ermenîyan talûketir e. Kurd kanin ermenîstanê jî ji me bistînin, çimkî ew Ermenîstanê jî di nava Kurdistanê da dibînin.
Prof. Dr. Garnîk Asatryan gotiye, gerek
Îran jî perçe nebe, kurd û azerî li wir nebin xwedî dewlet.
Li gorî Prof. Dr. Garnîk Asatryan, kurdên zaza jî ermenî ne, dibê dewleta wan
tim hesabê wan jî bikin.
Mêrik li alî din, ne êzdî tenê, kurdên zaza jî kirine ermenî. Gotiye gerek em hesabê wan jî bikin.
Kurdên Kurdistana Bakur nizanin, lê nasyonalîstên ermenî ji faşîst û
pantirkîstên tirk xerabtir in, ne baştir in. Ew jî bi qasî faşîstên tirk
neyarên miletê kurd in û naxwazin kurd bibin xwedî deweleteke netewî.
Merivê neyartiya ermeniyan di vê hevpeyvîna Prof. Dr. Garnîk
Asatryan baş dibîne.
Not: Hevpeyvîn di malpera Rûdawê, beşê tirkî da ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar