Mem Araratê sitranbêj li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek balkêş, mişt gazin û rexne belav kiriye. Mem Ararat di axaftina xwe da rexneyên giran li Kom Muzîkê digre, dibêje 12 sal in we dest daye ser keda min, hûn heqê min nadin.
Ez bi gelşa, peymana nabêna Mem Ararat û Kom Muzîkê nizanim, lema nikanim xwe tevî vê meselê bikim.
Lê heger mesele wek Mem Ararat dibêje be,
Kom Muzîk pir neheq e, şermeke mezin e dezgeheke kurdan heqê hunermendekî nedê,
dest deyne ser keda wî.
Hêvî dikim di demeke kin da gelşa nabêna xwe çareser bikin.
Ev mesela telîfê li alîkî, li aliyê din axaftina Mem Ararat pir bala min kişand, kêfa min pir jê ra hat. Axaftineke şaîrane, muhteşem kiriye. Meriv dibêje qey şiîrekê dixwîne.
Axaftina wî wek teksteke edebî, wek şiîreke
meriv ji guhdarîkirina wê kêf û zewqaeke xweş digire. Kurmancîya wî
kurmancîyeke mikemel e, wek şiîreke pir xweş e.
Heta nuha min li sitranên wî guhdarî kiribû, min nizanîbû kurmancîya wî, qelema
wî ya edebî jî bi qasî deng û muzîka wî xweş e, şîrîn e.
Mem Ararat bi vê kurmancîya xwe ya şîrîn, bi vî zimanê xwe yê edebî kane bibe nivîskar, şairekî baş jî. Yanî di ber sitranbêja xwe ra kane bibe şair û nivîskarekî berhemên wî bi zewq were xwendin.
Li vîdeoya wî guhdarî bikin hûnê heq bidin min.
Lînka xebera Rûdawê ya li ser vê meselê
XXX
Mîne Acar xanimê li ser asîmîlasyonê û zarok çima bi kurdî napeyivin bi mamoste Mîkaîl Bulbul ra podcasteke pir xweş, sohbeteke pir bi feyde kiriye.
Ez bim li vê podcastê guhdarî bikin, hûnê ji mamoste Mîkaîl
Bulbul li asîmîlasyonê, li ser dibê em çi bikin? gelek tiştên nuh û muhîm fêr
bibin.
XXX
Îro li Stockholmê paneleke bi navê “Di pêvajoyên aştîyê da
bîra medyayê û Nêrîna Ewrûpayê” hebû.
Panêl ji alî ”Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat” ve
hatibû amadekirin.
Civînê bi axaftina Felat Bozarslan destpê kir.
Panelîstên civînê ev kes bûn:
Cengîz Çîçek, Namik Durukan, Fehîm Işik, Alîşer Delek,
Nevzat Çîçek, Doçent Osman Aytar, ji Dîakurdê Keya Îzol, Dr. Mîna Sedem.
Koordînatorê panelê Hozan Adar bû.
Ala tirk li ser logoya ”Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat” heye. Cara pêşî ye komeleyek bi logoya ala tirk li Swêd bi kurdan ra civînekê çêdike. Û cara pêşî ye kurd beşdarî civîna komeleyeke logoya wê ala tirk e dibin.
Ez neçûm civînê.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar