05 april 2026

Diz êdî li meclîsê ne

Xortetî îranî piştî gelek salên li xerîbiyê bi kêfxweşî û bi heyecaneke mezin vegeriyabû welatê xwe.

Ji bo ku here mal, li balafixana Tehranê li texsiyekê siwar bû, got min bibe filan edresê.
Bi rê da ji şufêr ra got, xêra xwe li ber dikana bayîyekî (cixarefiroşekî)bisekene.
Şufêr got:
-Tu yê li wir çi bikî?

Xort got:
-Ezê pakîtek cixare bikirim.
-Begê min, cixarê êdî li mizgeftan difroşin.
-Çawa dibe? Mizgeft mala Xwedê ye. Ma însan ji bo îbadetê êdî naçin wir?
-Na begê min, ji bo îbadetê însan êdî diçin zanîngehan.
-Ew çawa dibe? Zanîngeh ciyê ilm e. Baş e, wê demê tahsîl, perwerde li ku dibe?
-Tahsîl, perwerde di girtîxaneyan dibe.
-Berê girtîxane ciyê dizan bû. Ma di girîxanan da diz tune ne?
-Diz êdî li meclîsê ne, li ser hukim in.

XXX

Ma ewê çawa bizanibe?

Tuxtor li tîmarxanê(nexweşxaneya dînan)qawiş teftîş dikir. Bala xwe dayê dînek tiştekî dinivîsîne. Jê pirsî:

-Tu çi dinivîsînî?

-Mektûbekê dinivîsînim tuxtor beg.

-Pir baş e, tu ji kê ra dinivîsînî?

-Ji xwe ra dinnivîsînim.

-Di mektûbê da çi dinivîse?

-Tuxtor beg, ma tu dîn î, tu çi yî? Min hîn mektûb negirtiye, ezê çawa bizanibim tê da çi dinivîse?

XXX

Ker

Tirkekî ji hevalê xwe yê kurd ra gotiye:

- Kero, tu meselê fêm nakî.

Yê kurd jê pirsî ye:

-Gelo ji bo ku ez ker im tu hevalê min î, ya jî ji bo ku ez bûme hevalê te ez ker im?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar