09 januari 2025

Îsraîl êdî Tirkiyê ji bo hebûna xwe talûke dibîne


Îsraîl êdî Tirkiyê ji bo xwe wek gefeke mezin, 
wek dewleteke dijmin dibîne; ji Îranê talûketir dibîne. Komîteya Nagel vê yekê di rapora xwe da eşkere gotiye.

"Ji Netanyahu re rapor hat pêşkêşkirin: Divê Îsraîl ji bo şerê bi Tirkiyeyê re amade be"

5-6 sal berê kê bawer dikir pisporên Îsraîl Tirkiyê ji bo Îsraîl û herêmê wek dewleteke talûke û neyar bibîne?

Lê herba Sûriyê li herêma me şert zû guhert, êdî Tirkiye ji Îranê jî talûketir tê dîtin.

Û bi rastî jî wisa ye. Çimkî ji El Qaîdeyê, Daîşê, Nusrayê, HTŞ´ê, OSO yê bigire, hemû terorîstên îslamî di binê per û baskên Tirkiyê da ne.

Ev yek êdî ne tiştekî bi dizî û veşartî ye. Îsraîl, Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê dibîne Tirkiye di cepheya terorîstên îslamî da ye, mitefikê wan e.
Tirkiye êdî ne di cepheya Xerbê, NATO´yê, di cepheya hêzên, terorîstên îslamî da ye. Tirkiyê li Sûriyê cepheya xwe eşkere kir.

Tirkiye mitefikê Hammasê, Hizbullahê, El Qaîdeyê, Nusrayê, HTŞ´ê ye. El Bexdadî jî di nav da gelek serokên terora îslamî di himêza tirkan d ahatin kuştin. Hemû serok û kadirên cîhadçî li Tirkiyê, li Sûriyê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê da disitirin.

Li gorî xebera Rûdawê di rapora Nagelê da tê gotin;

”komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dê wek hêzên cîgir tevbigerin ji bo ku bêîstiqrariyê li herêmê zêde bikin.

Gefa niha li Sûriyeyê, dikare ji gefa Îranê ya ku heta 8ê Kanûna Pêşîn piştgirî dida rejîma kevin a Esed, xetertir be.

Tirkiye li Şamê bûye hêza herî bibandor û cihê mehwera Şîe ya Îranê, mehwera Sunî-Tirk girtiye.

Ev guherîn heta niha bi eşkereyî wekî dijmin neyê dîtin jî dibe ku ji bo komên terorîst bibe stargeheke ewle.

Berjewendiyên Tirkiyeyê yên ji bo veguherandina Sûriyeyê bo dewleteke di bin bandora xwe de û bi vî awayî zêdekirina bandora xwe ya herêmî zelal in.

Hewlên Tirkiyeyê yên ji bo berjewendiyên xwe, Sûriyeyê bixwe bi bandora xwe û bi vî awayî bandora xwe li herêmê zêde bikin eşkere ne.

Divê ji ber tevgerên li qadê û gefên ku dikarin di demeke kin de zêde bibin, amadehî  bên kirin.”

XXX

Sekreterê Hizbullaha Lubnanê yê pêşî Suphî Tufeylî gotiye:

”Li Sûriyê kurd serê mar in. Serê mar jêkin li Sûriyê her tişt ewê baş bibe.

Ez bang li Sûriyê dikim. Serê marê kurd jêkin. Heger ev bibe li Sûriyê ewê dawî li her gelşê were. Dengên mixalif yên li Suveyda û li derên din ewê werin birrîn.”

Hûn serê  marê bi jahrî ne, we tim bi kurdan vedaye. 

Hamas, Hizbullah, HTŞ, El Qaîde, El Nusra hemû jî wek vî zebanî difikirin, hemû jî wek celadên Daîşê, bi dil û can dixwazin serê kurdan jêkin.

Mêrik navê xwe, navê îdeolojî û baweriya xwe li kurdan kiriye. Hûn marê qartîşî ne.

Li Lubnanê jî, li Sûriyê jî serê mar hêz û partiyên îslamî ne, heta serê wan neyê jêkirin ne li Sûriyê, ne li Lubnanê rehetî, aramî çênabe. Tarîx şahidê vê rastiyê ye. Ji roja ew peyda bûne şer û teşxele ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar