Li Swêd meha însan tê da herî bêtir feqîr dikevin meha çile ye, dawiya meha yekê ye.
Ji ber ku bi kirîn û mesrefên NOEL´ê û serê salê, di dawiya meha yekê da însan
rût dibin.
Hinek diherin tahtîlê jî. Di dawiya mehê da gelek kes li nanê tisî û sosîsan
dihesilin.
Ê ma çawa ewê vala nemînin, pere bi kesî ra nemaye, mesref û diyariyên JUL´ê, Noelê pere bi kesî ra nehîşt. Însan bi patat, nanê tisî û sosîsan îdare dikin.
XXX
Ji 1´ê mehê da ye cara pêşî ye îro ji hundur derketim, bi
xanimê ra hinekî meşiyam. Dûra em çûn marketê, me hin hewcedariyên ji bo malê
kirî.
9 roj in di hundur da genî bûm. Ez fêr bûbûm her roj 6-8 km bimeşim. 9 rojan
derneketian ji hundur ez gelkî nerehet kirim.
Tu tişt wek sihetê, saxlemiyê xweş tune ye.
Dibê meriv bi semt bimeşe, li xwe miqate be nekeve, xwe
seqet neke.
XXX
Îro wezîrên karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Romayê bi wezîrên karên derve yên Brîtanyayê, Fransayê û Almanyayê civiya ya jî ewê sibe bicivin û
mesela kurd û Tirkiyê gotûbêj bikin.
Tiştê balkêş ban Tirkiyê nekirine.
Ban welatekî ereb jî nekirine. Amarîka, Fransa, Îngiltere,Amanya û Îtalya di nabêna xwe da dicivin.
Ji bo me kurdan gaveke pir muhîm e. Cî li Tirkiyê teng dibe,
ewê Tirkiyê basko bikin. Çimkî pir bilind difirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar