26 december 2024

Vê dara sêvê guh nedaye zivistanê !


Di vê demsalê da vê dara xweşik guh nedeya zivistanê, hîn xemla xwe dananî ye! 

Di gerra me ya îro da ez û xanim rastî çend darên sêvan hatin, pel weşandine lê sêv hîn pêva ne. 

Sêvên pir hûrik in. Lê taxa me ji van deran çend heb hene. Îsal pir sêv girtibûn. 

Neweşîna sêvan hetanî nuha tiştekî balkêş e!

Hindik maye kulîlkên nuh lêkeve. Ji xwe îsal zivistanê xweşikî riya xwe bi Stockholmê nexist. 

Îro li Stockholmê 8 derece di ser sifirê ra germ bû, wek biharê bû. Heta dawiya heftê jî ewê wiha dom bike. Gelek dar ewê şaşomaşo bibin, têkevin kulîlkan. Ewê bibe bihareke xapînok..

Lema min rismekî daran girt. Di nava hewqas teşxele, xirecir da min got vî fotoyê xweşik parve bikim.

XXX

Di nabêna PYNK´ê, HSD´ê, PYD´ê ´ê da berê çi qewimî be, PYNK´ê, HSD´ê, PYD´ê berê çi neheqî li ENKS´ê kiribin jî îro ne roja hesabpirsîna wan gelşan e.
Me bavê hev jî kuştibin îro li Kurdistana Rojava dibê em wê dijminatiyên nabêna xwe bidin taloqî rojeke din bikin.
Li Kurdistana Rojava miletê me û dijminên xedar ketine gewriya hev, heger dijmin zora îdareya kurdan bibe kurdên Rojava, pariyên Roja giş ewê di ber nigan herin, ewê têkevin bin postalên leşkerên tirk û terorîstên ereb.
Lema ez ketime bextê serokên PYNK´ê, PYD´ê, ENKS´ê zû li hev bikin. Kabê me mîr hatiye, sitêrka me geş bûye, azadiya me hatiye li deriyê me dixe.
Gere kem vê fersenda tarîxî vê carê jî ji dest xwe nedin. Şertên der û hundur, alîkariya dewletên mezin hemû temam e, tiştê kêm yekîtîya me ya netewî û jîrîtiya me ya siyasî ye. Ew jî di destê serokên PYNK´ê, HSD´ê, PYD´ê û ENKS´ê da ye.

XXX

Asayîşa Kurdistana Rojava du endamên ENKs´ê serbest berdana. Baş kirine. Xayin, ajan ne tê da dibê gişa berdin.

Heyran, îro ne roja hûn hevdu hefs û zîndan bikin. Heger hûn yekîtiya xwe çênekin Tirkiye û terorîstên erebên îslamî ewê we gişan têxe hefsê. Belkî we bi hev ra gulebaran bikin.

Ma tirkan Şêx Seîd û hevalên wî û xayinên bûbûn hevalên tirkan bi hev ra bi darda nekirin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar