25 december 2024

Nasyonalîzma kurdî ne nîjadperestî ye

Îslamîstên trik jî wek kemalîst, faşîstên tirk antî kurd in, ji kurdên miletperwer, nasyonalîst nefret dikin.

Hin îslamîstên kurd jî di bin tesîra îslamîstên tirk da mane, ew jî wek wan li dijî miletperweriya kurdî ne, kurdên nasyonalîst rexne dikin, dibêjin gerek kurd nebin nasyonalîzim, mîlîyetçîtî xerab e. Li ser vê gelek demagojiyên teorîk dikin.

Nasyonalîzma kurdî ji bo kurdan şert e, dibê kurd xwedî şiûrekî netewî bin. Dibê ji miletê xwe, ji zimanê xwe hez bikin. Gava bi kurdekî ra ev ruh, ev hezkirina netewî tunebe dihele, dibe tirk.

Nasyonalîzma kurdî ne irqçî ye, ne êrîşkar e, ne îdeolojiyeke dagirkerîyê ye.

Nasyonalîzma kurdî şiyarbûneke milî ye, daxwaza azadiyê û serxwebûnê ye. Lema jî ji kurdan ra lazim e.

Yanî em dixwazin ji bindestiya ereb, tirk û farisan xelas bibin, li welatê xwe, azad û serbest bijîn, ji tunebûnê xelas bibin.
Çima ev fikir, ev daxwaz ewê xerab û ne baş be ?

Em kurd wek nîjadperestên tirk hebûna tirkan, zimanê tirkî înkar nakin, em naxwazin Tirkiyê dagir bikin, tirkî qedexe bikin.

Nasyonalîstên kurd dixwazin welatê xwe rizgar bikin û wek miletên din azad bin.

Nasyonalîzima miletê bindest ne irqçîtîye, bi nasyonalîzma kurdî em neyartiya tu miletî, tu qewmî nakin, em tu miletî biçûk û pîs nabînin. Em dixwazin ji bindestiyê xelas bibin. Mesele ev e.

Hezkirina ji qewmê xwe, daxwaza azadîyê û serxwebûnê ne tiştekî xerab e.

Nasyonalîzim îdeolojiya hezkirina ji miletê xwe ye, irqçîtî qewmê xwe di ser qewmên din ra dibîne. Dibê meriv van herdu tiştan tevhev neke.

Kurdên nasyonalîst kurdan di ser ereb, tirk û farisan ra nabînin, tenê dixwazin ji bindestiya wan xelas bibin.
Ev daxwaz çima ewê xerab û nebaş be?
Nîjadperestên tirk bîn li kurdan çikandine, bi darê zorê kurdan dikin tirk.
Hin kurd, sosyologên îslamî jî rabûne nasyonalîstên kurd rexne dikin, dibêjin nasyonalîzim xerab be, xwe jê dûr xin. Ev ne rast e, neheqîyeke li miletperwerên kurd.

Ji van kesên nasyonalîzma kurdî rexne dikin yek jî Mucahît Bîlîcî, Mufîd Yuksel û Edîp Yuksel e. Ew jî nasyonalîzma kurdî ne baş û xerab dibînin, hewil didin li ber çavên kurdan reş bikin. 

Kesên wek wan gerek pêşengên nasyonalîzma kurdî bûna, bibûna îdolên keç û lawên kurd. Lê çi hey bi vî wacibê xwe ranabin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar