18 december 2024

Mesela me û Tirkiyê mesela gur û berx e...

Tirkiye bi israr dixwaze berî Donald Trump hukum ji Bîden dewr bigire êrîşeke mezin bibe ser kurdan, Kurdistana Rojava bi temamî dagir bike. Ji bo vê êrîşê haziriyeke mezin kirine.
Hetanî nuha Amerîkayê destûr nedaye vê êrîşa tirkan, bi têkliyên dîplomatîk ew sekinandine.
Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder gotiye ew meselê ji nêz va dişopînin.

Lê ev hewildanên Amerîka yên dîplomatîk ewê kanibe tirkan bisekinîne ya na hîn ne diyar e.

Mesela me û tirkan mesela gur û berx e, ew gur in, em berx in, dixwazin me bixwun.

Li gorî hesabê Erdogan ew nuha êrîşî kurdan bikin Bîden nikane wan rawestîne. Çimkî meheke wî maye, li Sûriyê ewê zêde pêş da neçe, tu biryarên nuh negire.
Û dema şer hebe Trump jî ewê piştgiriya kurdan neke.
Yanî dixwazin berî Trump were ser hukim kêmfersendiyekê bikin, ji vê dema kin fêdê bibînin, Kurdistanê dagir bikin. 

Ji bo êrîşî haziriyeke mezin kirine. Amerîkayê bi zor rawestandiye.
Hêvî dikim amerîka bikanibe êrîşa van zaliman rawestînê, bi hezran kurd nayên kuştin, bi sedhezaran bi çolan nekin.
Tiştê tirk dikin jenosîdeke eşkere ye, Neteweyên Yekbûyî lê temaşe dike, zor pere dike.
Ez pir bêhuzûr û bi tirsim. Ditirsim tirk guh nedin Amerîkayê û êrîş bikin, ev îhtîmal pir zêde ye. Lê di eynî wextê da girêdayî Amerîka şêla Amerîkayê ye.

XXX

Bêtalihîya me, bêşansiya me ya esasî coxrafiya welatê me ye. Kurdistan di nava sê miletên dagirkerên welatê me da ye.

Vê coxrafiya çarhawêlî wê dijmin em fetisandine. Paceyeke, teqayeke em tê ra bîna xwe bigirin tune ye.

Li bakurê welatê me Ermenîstan, Gurcîstan heye, lê ew jî ne dîwarên em kanibin pişta xwe bispêrênê. Tu carî ewê fêda wan negihîje me.

Yanî coxrafîya welatê me çembereke, feqeke pir xerab e.

Em zora dijminekî, dagirkerekî dibin, sê hebên din tên hawarê, wek gurên birçî xarî me dikin, li me tên hev, me perîşan dikin.

pêncsed sal e şerê me û van gurên har berdewam e.

Nuha jî li Kurdistana Rojava li me hatine hev. Gurên herî har û devbixwîn gurên boz in, dixwazin Kurdistana Rojava ji bin da ji kurdan paqij bikin. Ji bo ku ev cephe ji kok da têkeve destê wan.

Ji bêşansiya me ra Donald Trump cara duda bû serokê Amerîkayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar