16 december 2024

Heger li Sûriyê kurd nebin şirîkê dewletê sûcê serokên kurda ye

Piştî sed salî fersendeke mezin û tarîxî çêbûye li Kurdistana Rojava kurd bibin xwedî federasyon, li Sûriyê bi ereban ra bibin şirîkê dewletê.

Lê heger kurd yekîtiya xwe çênekin, partiyên hene hemû bi hev ra hereket nekin Kurdistana Roja ewê ebedîyen ji dest here.

Sûcdarê vê felaketa mezin jî ne partiyek tenê ye; PYD, YPG, ENKS, PKK, PDK hemû sûcdar in, ji bo ku li hev nakin, ji bo ku yekîtiyeke netewî çênakin kurd vê carê jî ewê wenda bikin û him jî ebedîyen.

Li Kurdistana Roja kurd yekîtiya xwe çênekin ne ji ber gelşên nabêna wan e, ji bo ku hin partî, hin kes bi gotina dijminên me hereket dikin lema.
Li Rojavayê Kurdistanê hukûmeta partiya kurd a herî xerab ji ya ereban çêtir e. 

Çawa ku li Kurdistana Başûr îdareya PDK´ê hezar qatî ji ya ereban baştir e, hukûmeta PYD´ê, YPG´ê, HSD´ê jî hezar qatî ji ya erebên herî baş çêtir e. Bira kurd xwe îdare bikin kî dibe bira be. 

Hewqas sal in ereb li ser hukim in, bira çend salan jî kurdên ne li gorî dilê me bin. Tu tiştekî ebedî tune ye. Micadela me li hemberî dagirkerên welatê xwe daye emê li hembrî wan jî bidin.

Berê kê çi kiriye, kê çi gotiye, kî bi heq e, kî neheq e qet ne muhîm e, dibê hemû partî û serokên kurd gelşên berê bidin alîyekî û wek nûnerên kurdên Rojava bi hev ra derkevin hemberî ereban û hêzên mezin, bi hev ra herin ser masê.

Dibê partiyên kurd hemû bêyî qeyd û şert dest bidin hev, ji bo yekîtiyê kes tu şertî nede pêş partiya din, serokê din. Dibê partiyên Kurdistana Rojava miheqeq li hev bikin. Kî çi tawîzê dide kê, kî ji ber kê daduxe qet ferq nake, dibê bikin !
Tirk, ji çepan bigire heta bi faşîstan, îslamîstan li dora hukûmeta xwe kom bûne, aqil didin Erdogan, ji bo ku kurd azad nebin.


Gerek kurd jî eynî tiştî bikin. Îro ne dema wê ye. Berê me çi neheqî li hev kiribe jî îro ne ew roj e meriv wê neheqiyê bike sebeb û bêtifaq bimîne.

Sûriya berê êdî nemaye, ewê Sûrîyeke nuh çêbibe. Belkî jî Sûriye tew nemîne, tiştekî din çêbibe. Di vir da kî xurt be, kî bi tifaq be ewê qezenc bike û yên bêtifaq jî ewê pûş bikutin, tiştekî bi dest nexin. Heger kurd bi tifaq bin kanin bibin xwedî dewlet.

Lê heger hin partî hin qal û qîlên vala, beradayî nîşan bidin, yekîtiya xwe çênekin ev fersenda tarîxî jî ewê ji dest me kurdan here û bi milyona kurd ewê ji Kurdistanê werin derxistin.

Musebîb û sûcdarê vê têkçûnê jî ewê ne partiyek tenê be, PYD, YPG, ENKS, PKK, PDK yanî hemû partiyên li Kurdistana Rojava xwedî hêz û qewt in giş sûcdar bin.

Partiyên Kurdistna Bakur û Rojhilat jî dibê giş bi hev ra zextê bidin ser ENKS´ê, YPG´ê, PYD´ê PDK´ê û hemû partiyên Rojava, doza yekîtiyeke netewî li wan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar