30 december 2024

Bi serdana van hersê dostên xwe pir kêfxweş bûm


Hefteya borî(22/12-24) sê dostên min ên ezîz, Îbrahîm Xelîl Baran, Memo Îldîgur û Emîn Maskan hatin serdana min.

Bi dîtina van hersê dostên xwe yên hêja, bi mazûbaniya ji wan ra pir kêfxweş bûm. 
Min bi destên xwe ji wan ra qahwake kurdî a kizwana çêkir. Me sohbetek xweş û bi fêde kir.

Ez û hemşeriyê xwe Îbrahîm Xelîl Baran ji zûda ye hevdu nas dikin. Di netê da çend caran têkiliya mej î çê bû.

Hemşeriyê minê hêja, sê sal berê jî(2021)di programa xwe ya bi navê ”Suhbet û Muhbetê” da bi min ra hevpeyvînek çêkir.


Lê heta nuha koça me rastî hev nehatibû, me rû bi rû hevdu nedîtibû. Cara pêşî ye me hevdu rûbirû dît û sohbet kir.

Mêrê çê ji dûr va jî xuya ye. Jixwe Îbrahîm Xelîl Baran bi fikrên xwe, bi karê dike jî navê mêrê çê îspat dike.


Îbrahîm Xelîl Baran û hevalên xwe bi xebatên xwe yên PAKURD´ê, bi Akademîya PAKURD´ê ji kurd û Kurdistanê ra karên pir baş û pir hêja dikin.

Hevalên PAKURD´ê bi fikirên xwe yê netewî, Kurdistanî di nav kurdan da kurdperweriyê, şiûra netewî xurt dikin.


Bi van xebatên wan ciwanên kurd ji bin tesîra îdeolojiyên antî-kurd xelas dibin, dibin xebatkar û dildarên welatê xwe.

PAKURD di 26´ê gulana 2014´a da bi îmzeya 500 delegeyî ava bûye.
Serokê PAKURD´ê yê ewil Îbrahîm Halîl(Xelîl)Baran bû.
Di kongreya 2´a da(21/12-23) Gewran Goyî bû serok.

PAKURD, partiyeke kurdî û Kurdistanî ye, siyaseteke Kurdistanî dimeşîne. Silogana, şîara PAKURD´ê ya esasî ”Ji kurda ra dewlet, ji her kesî ra edalet” e.

Sipas ji bo serdana hersê hevalên hêja û ezîz. Ji we ra, ji partiya we ra serketinê dixwazim. Dilê min bi we ra ye, armanca me yek e, ji bo kurdan jî dewlet e, Kurdistaneke serbixwe ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar