Hemşeriyê minê hêja Azad Bariş, di X´ê da qala serpêhatiyeke pir bi êş a keçikek êzdî kiriye.
Çeteyên Daîşê keçik birine Tirkiyê. Ji bo ku keçikê bigrin,
teslîmî malbata wê bikin sê sal in rêxistinên êzdiyan, abûqat, parêzvanên mafê
mirovan, rojnemevan pir xebitîne, lê dewletê keçik teslîmî wan nekiriye.
Keçik
îro (10/11-14) teslîmî qatilên malbata wê kuştibûn kirine. Keçika, zaroka 3 sal in êsîr girtine nedane malbata wê, dane qatilên malbata wê kuştine. Ev çi qanûn e, çi edalet e?
Di medyaya sosyal da her roj ez rastî gelek xeberên wiha êş
û janê bi dilê min dixin têm. Nizanim qala kîjanê bikim, qala kîjanê nekim?
Dilê me bûye hêlîna kul û derdan. Ji zulmê em fetisîn.
XXX
Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê
Fehmî Burhan gotiye, di 7 salên dawî da 600 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicîkirin.
Ne li Kerkûkê tenê, li her bajar û herêmên derî îdareya Kurdistanê, li Dîyalayê, li Mûsilê, li Sîncarê jî eynî tişt
kirine. Nuha jî dixwazin serjimêriyê bikin.
Yanî mêrikan li ber çavên serokên kurdan li Kerkûkê, li Kurdistanê ereb zêde
kirin, nuha jî dixwazin bi serjimêriyekê Kerkûk jî di nav da, wan deran gişan
ji kurdan bigrin.
Sûcdar û berpirsiyarên vê felaketa mezin serokên kurd in, wan ev îmkan dan
ereban. Ji dêlî bi hev ra li dijî ereban welatê xwe, miletê xwe biparêzin , bi
hev ketin û li dagirkirina welatê xwe temaşe kirin.
Serokên xelkê erd li welatê xwe zêde kirin, serokên me ji ber berjewendiyên xwe
yên şexsî, ji bo parastina kursiyên xwe nîvê welatê xwe pêşkêşî ereban kirin.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye,
”Bi saya Xwedê emê di serdema pêş me da li seranserê sînorên
xwe xelekên kêm ên herêma ewle temam bikin.”
Yanî heger kanibin Donald Trump bikirin ewê êrîşeke mezin bibin ser Kurdistana
Rojava, kurdên mane jî ji gund, bajar û malên wan derxînin, wê herêmê jî bikin Efrîn.
Hedefa wan Kurdistana Rojava nehêlin, kurdan ji wir paqij bikin. Ev jî jenosîda
miletekî ye.
Îhtîmala Trump destûrê bide Tirkiyê zêde ye, hêvî dikim kesên
dora wî nehêlin bêbextiyeke din bi kurdan ra bike.
XXX
Çira virekan heta sibê vêketî namîne. Serokên Tirkiyê li ser
biratiya ”tirk û kurdan” (!)her roj gelek derewan li hev tînin û di eynî wextê
da sitran jî li kurdan qedexe kirine.
Piştî konserên Rojdayê, Diljen Ronî û Azad Bedran konserên
Xecê jî li sê bajaran qedexekirine.
Zimanê kurdî, muzîka kurdî, kincên kurdî, ala kurd, navê Kurdistanê, welhesilî kelam her tiştê kurdan wan him har dike, him dibizîne, qedandina wan tîne bîra wan. Ew rût in, bêkultur in, lema tehamulî muzîka kurdî ya dewlemend nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar