01 november 2024

Meclîsa Tirkiyê pêşniyara ji bo wergera kurdî red kir

Di parlamamentoya(meclîsa) Tirkiyê da pêşniyara DEM partiyê ya ji bo wergerên (tercumanên) kurdî bi rayên AKP´ê û MHP´ê hat redkirin. 

Parlamenterên AKP´ê û MHP´ê qebûl nekirin ne kurdî were peyivandin, ne jî were wergerandin. 

Di nava wan da parlamenterên kurd jî hene, wek irqçiyên tirk ew jî li dijî zimanê xwe ne.

Dema parlamenterekî kurd di Meclîsa Tirkiyê da bi kurdî dipeyive di cî da mîkrofonê digrin. 

Di zeptên meclîsê da jî dibêjin filan wekîl ”bi zimanekî nayê zanîn peyivî.”

Yanî hewqasî irqçî, neyarên kurdan û kurdî ne naxwazin navê kurdî jî têkeve zebtên meclîsê.

DEM partiyê bi pêşniyara xwe xwestiye axaftina kurdî serbest be û bi riya wergeran were wergerandin.

Lê AKP û MHP´ya dibêjin ”kurd birayên me ne” ev pêşniyara DEM´ê red kirine. 

Çimkî neyarên zimanê kurdî ne, naxwazin kurdî bimîne. Ji bo wê jî perwerdeya kurdî qebûl nakin û di meclîsê da jî nahêlin kurd bi zimanê xwe bipeyivin.

Tu neyartî, irqçîtîyeke ji viya mezintir tune ye, li dinyayê tuwelatî irqçîtiyeke wiha tune ye.


Lê li Tirkiyê him nahêlin kurd di meclîsê da bi zimanê xwe

bipeyivin, him jî demagojiya 
”biratiyê” dikin û bi sedhezaran kurdên bêxîret, bêheya hîn jî rayên xwe didin AKP´ê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar