Ez nuh ji konferansa Dîakurdê hatim, gihîştim malê.
Konferansê li dora 7 seeta ajot, em hinekî westîyan, lê konferanseke bi ser
û ber û bi dûzan bû.
Di panelan da konferensîyran gelek meseleyên muhîm minaqaşe kirin û bersîvên beşdaran dan
Dîakurdê bi vê konferansê gavake baş avêt, di konferansê da li ser gelek kar, wezîfe û gelşên dîasporayê hat peyivîn.
Program di wexta xwe da qediya, dûra beşdaran bi hev ra şîva êvarî xwarin.
Dîakurdê tiştên baş daye ber xwe, dixwaze dîaspora kurd xurt û çalak bike. Ji
bo vê xebata hêja Dîakurdê pîroz dikim, jê ra serketinê dixwazim.
XXX
Îro seet di 12.00 da li Stockholmê konferanseke DÎAKURD´ê
heye. ez jî wek mîvan hatime dawetkirin. Bîsteke din ezê bi rêkevim herim
konferansê.
Ji Swêd û ji welatên din ewê gelek nas û dost werin
konferansê. Bi vê minasebetê em hevdu bibînin.
Mijara esasî ya konferansê, li dîasporayê kurd kanin li dijî
neheqiya di Peymana Lozanê da li kurdan bûye çi bikin?
Diakurdê li hemberî Peymana Lozanê û neheqiyên Tirkiye di
bin navê Peymana Lozanê da li kurdan dike, li ba Komîteya Mafên Mirovan a
Neteweyên Yekbûyî gilî li Tirkiyê kiriye. Ev mesele û kurd kanin çi bikin ewê
were minaqaşekirin.
XXX
Sibatê ji adarê ra gotiye:
-Xweha mina Adar, bide min sê rojên xedar, ez gîsko ji ser
latê bînim xwar.
Gîsk li ser têht dide çindika, dibêje:
-Tir û tir Sibatokê, ez gîham Adarokê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar