07 november 2024

Hesûdî xerab e

Marekî dabû dû kêzika êgir/kurmekî şevê. Nêzîkî lê kir, tam dikira bixwara kurm jê ra got:

-Ma ez kanim tiştekî ji te bipirsim?
Mar got:
-Esas ez tu carî bersîvê nadim pirsên qurbanên xwe, lê vê carê ezê ji bo te îstîsnayekê bikim, destûrê bidim, ji bo ku tu pirsa xwe bikî. Ka biprse.

Kêzika êgir pirsî:

-Gelo min zirarek daye te?
Mar got:
-Na, te zirareke nedaye min.
Kêzikê got:
-Gelo ez ji xurekên te me, tu ji kurmê şevê pir hez dikî?
Mar dîsa got:
-Na, tu kêzikek biçûk î, bi şev wek çirayekê vêdikevî û vedimirî. Xwarina min heywanên mezintir e.

Kêzikê got:
-Wê çaxê çima, ji bo çi tu dixwazî min bixwî?
Mar got:
-Ji bo ku ez tehamulî ronahiya te nakim, loma dixwazim te bixum.
Hesûdî, dexesî wiha ye. 

Merivê hesûd rikdar e,  dilreş e, mezîyet û xusûsîyetên bi wî ra tunebe, naxwaze li ba yekî din ra jî hebe.

Hesûd, ji dêlî xwe bipêş xîne, kêmasîya xwe ji ortê rake, êrîşî yê ji xwe pêşdatir dike, dixwaze ew tunebe.

Heger nikanibe kesên ji xwe pêşdatir, ji xwe baştir ji ortê rake, reş dike, xerab nîşan dide. Bi vî hawî xwe tatmîn dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar