Cîranekî me yê qerebaxî heye. Ji havîn da ye pisikek kirîne. Malbat giş pê ra direqise. Giş wer jê hez dikin, wer jê hez dikin, tu dibêjî belkî ji wan ra zarokek çêbûye.
Carnan li hewşê dengê şabûna wan tê me, pir pê şa dibin, pê ra dipeyivin, ji
dest hev direvînin. Bi navê wê ban dikinê, pirsa jê dikin, pê ra sohbet dikin.
Yanî wek zêdayîyeke ji wan ra çêbûbe, hewqasî pê kêfxweş in. Serdilka gişan e.
Min got fermo. Me bi hev ra bala xwe da hewşê, me li bin daran nêrî tune bû. Got cara pêşî ye ji hewşê derdikeve.
Min got cara nehatiye hewşa me. Du pisikên din hene, carnan tên, lê ya we min qet nedîtiye.
Li Swêd gelek pisik terka malên xwe dikin, venagerin, wenda dibin.
Li kuçan meriv risim û anonsên pisikên wendabûyî dibîne.
Li Kurdistanê pisikên me wenda nedibûn, diçûn digerîyan, lê dîsa bi paş da dihatin malên xwe. Bi qasî pisikên swêdîyan halê wan ne xweş bû lê dîsa jî terka malaên xwe nedikirn.
Hinekan carnan ew dibirin derên dûr ber didan, lê ew dîsa vedigerîyan malên xwe.
Bi vê minasebetê dixwazim qala bîranîneke xwe û yeka xanima
xwe bikim. Me îro ji hev ra qal kir û pê gelkî xemgîn bûn.
Di zaroktiya min da pisikeke me ya Wanê hebû, sipîboz bû, pir xweşik bû. Me
gişan pir jê hez dikir.
Havînan em li hewşê li ser text radiketin, dihat xwe li
ser nivînên me kulor dikir. Carnan dihat ber serê min radiket, dikir pixe pix.
Li mehelê pisikên bejî, bêxwedî hebûn, li mala digerîyan. Çaxa pisikek xerîb
dihat hewşê şer derdiket. Carnan hevdu birîn dikirin.
Pisikekê dev li guhê wê kiribû, guhê wê giran birîn kiribû, guhê
wê kurmî bû, nexweş ket. Nayê bîra min derman dikirin ya na.
Tiştê di bîra min da maye, rojekê pîrika min xist ew sepetekê,
paçek avêt ji ser da û me bir li hinda selexanê berda.
Selexane teqrîben 5-6 km dûrî mala me bû. Me got li wir hestî, goşt heye, heta
bimre ewê birçî nemîne.
Havîn bû, em li hewşê li ser text raketibûn, min hew dît li ber serê min bû
pixepixa wê ye. Dîsa bi paş da hatibû. Çawa rê dît, çawa hat, em gişk matmayî
man. Ez pi kêfxweş bûm.
Me careke din nebir derekê, êdî li mal ma. Çi hat serî, çawa
mir nayê bîra min.
Dema min ev mesele ji xanimê ra got, wê jî qala serpêhatiyeke xwe kir. Êşa dilê
min duqat bû.
Got eynî tişt hat serê me jî. Lê ya me hîn xerabtir e.
Got:
-Pisikek me jî hebû, her kesî pir jê hez dikir. Jinbira min
got pisika we tê mala me, çêlikên mirîşka me dixwe. Vê yekê çend caran dubare
kir.
Em matmayî man. Li ser vê, diya min rojekê rabû girt, xist
çewalekî û me bir li Wêranşarê berda.
Bi texmîna min nabêna Wêranşarê û û gundê me Malwêrîn herî kêm 30 km heye.
Piştî çend rojan hew dibînin pisika wan paş da hatiye.
Her kes matmayî dimîne, bi rojan li ser dipeyivin. Careke din nabin bajêr, heta
mirinê li mal dimîne.
Pisik heywanên terîtoryal in(herêmî ne), derdora xwe nas dikin, ji gerrê, ji
çûna derên din hez dikin.
Lê di torbakî da birine bajarekî 25-30 km dûr, piştî çend
rojan dîsa vegeriya ye gund, mala xwe. Ev tiştekî muhteşem e!
Gava xanimê ji min ra qala vê serpêhatiya xwe kir, ez pir xemgîn bûm, dilê min pir
şewitî. Min ew pisik û rêwîtiya wê, tiştên di wê rêwîtiya dirêj da hatin serê
wê anî ber çavê xwe.
Cehalet carnan meriv pir bêmerhamet dike.
Tiştekî wiha dibe mijara çîrokek xembar, dilşewat.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar