04 november 2024

Dewleta tirk dîsa dest bi tayinkirina qeyûman kir


Dewleta tirkan, ya Erdogan û Bahçelî qeyûm danîne ser sê beledîyan, beledîyên Mêrdînê, Batmanê û qeza Rihayê Xelfetîyê.

Ya me û dewleta tirkan qedîya ye, dibê em kurd êdî vê rastiyê bibînin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.

Dewleta îradeya me, nûnerên em hildibijêrin qebûl neke, dibê em jî wê dewletê êdî wek dewleta xwe nebînin.

Li gorî daxuyanîya wezîrê karên hundur yê Tirkiyê, li Mêrdînê Tuncay Akkoyun di şûna Ahmet Turk da wek qeyûm hatiye tayinkirin. 

Li Batmanê walîyê Batmanê Ekrem Canalp wek qeyûm danîne dewsa Gulîstan Sonukê.

Li Xelfetiyê jî Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Qeyûm tayinkirina ser van hersê beledîyan teroreke siyasî ye, zorbatîyeke faşîzan e.
Hukûmetê careke din nîşan da ew îradeya miletê kurd nas nake, kurd kê hilbijêrin jî ewê ji kar bigrin.
Gava dewlet îradeya kurdan, nûnerên kurd hildibirên qebûl neke wê demê çare veqetandin e, dibê kurd êdî dev ji vê riyê jî berdin. Çimkî dewlet vê riyê jî qebûl nake, dibêje ya hûnê bi hevalên me bin, ya jî hûn tune ne, hûn ne xwedî ray û îrade ne.
Parlamenterên dibêjin, wezîrên dibêjin em kurd in dibê ji AKP´ê û hukûmetê îstîfa bikin. Însanê xwedî şexsîyet dibê zorbatîyeke, neheqîyeke wiha qebûl neke, nebe hevalê xwediyên vê biryarê.

XXX

Li Îranê hin jinên wêrek li dijî çarçefê, hîcabê, derdikevin, xwe tazî dikin. Zulm û terora li dijî jinan protesto dikin.

Lê êdî dereng e, mele hatine ser hukim û cî dane nigên xwe. Dibê we nehîşta mele werin ser hukim.

Di vir da sûcê komunîstan, hêzên çep pir e, wan jî destek dan Xumeynî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar