Tulay Hatîmogullari Oruç, parlamentera partiya DEM´ê ya Edenê ye, hevseroka partiyê ye; ereb e.
Ev xanima ereb ji bûyerên li herêma me diqewimin pir ditirse, di twîteke xwe da
gotiye:
”Dixwazin fesaleka(dîzayneka)emperyalîst bidin gelên Rojhilata Navîn. Dixwazin
xerîteyekê ji nuh va çêkin. Em banga aştiyê li gelê me, li herê ma me, li hemû
gelan dikin. Werin bêyî ku em sînoran nas bikin, tevgereke aştiyê organîze
bikin. Ev yek, hewcedariya demê ye, li gorî pêşketinan wezîfa me ya esasî ye."
Yanî bira kurd ji bindestiyê rizgar nebin, bira Kurdistan çênebe. Maneya dijberiya guhertina sînoran ev e. Sînorên îro Kurdistan pereçe kirine, em dixwazin wan sînoran biguherînin û welatê xwe rizgar bikin.
Li herêma me mexdûrê herî mezin, miletê bêdewlet kurd in. Ereb, tirk, faris xwedî dewlet in, Kurdistan di nava xwe da par kirine, kurd jî ketine bindestê van herçar dewletan.
Li herêma me yên naxwazin xerîteya herêmê were guhertin Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îran e, ji bo ku Kurdistan çênbe û kurd azad nebin.
Kurdê nexwaze sînor û xerîteya herêma me were guhertin heger ne dîn be, ne pir ehmeq be, xayinê qewmê xwe ye, hevalê dagirkerên Kurdistanê ye.
Yeka li dijî guhertina sînor û xerîteya herêma me be dibê nebe parlamentera kurdan, kurd, kesên ray dane DEM´ê gerek xwediya van gotinan têxin binê erdê. Gerek kurd, endeam û piştgirên DEM´ê li hemberî van gotinên Hatîmogullariyê bêdeng nemînin. Bêdengî cesaretê dide kesên wiha.
Kî ji guhertina sînorên, xerîteya Rojhilata Navîn ditirse?
Sûriye, Tirkiye, Îraq û Îran ditirse, ew naxwazin sînor werin guhertin, kurd azad bibin, Kurdistan çêbe.
Lê wa ye ne Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiye tenê, Tulay Hatîmogullari jî naxwaze sînor werin guhertin.
Ev jî tê maneya xanim naxwaze statukoya heye were guhertin, naxwaze kurd azad bibin, naxwaze Kurdistan çêbe. Heger bixwest ev beyan nedida.
Lema jî bang li gelên herêmê
kiriye, gotiye were em rê li ber vê talûkeyê bigirin.
Yeka wiha dibê ne parlamantera kurdan û berdevka DEM´ê be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar