Heger li dinyayê, rast û çep, dîn (îslam, xiristiyan,
yahûdî) tunebûna, însanan bi tu dînî bawer nekirina him şerê ji bo dîn û
baweriyê ewê tunebûya, him jî însan ewê di jiyna xwe da azadtir bûna.
Yanî li dinyayê dîn, îdeolojiya rast û çep tunebûya însan ewê ji gelek teşxele û şeran azade bûna, wek nuha hevdu qir nekirana.
Dînan, şerê ji bo wan, rast û çepîtiyê di tarîxê da mala însanan şewitandiye.
Çimkî baweriya bi dînekî him bûye sebebê gelek şerên xweînî, him jî însên
mecbûrî jiyaneka li gorî qaîde û qanûnên wî dînî dike.
Ev jî qebûlkirina bindestiyê ye, tu ne li gorî aqil û mantixê xwe, li gorî emrê dînê xwe jiyana xwe tanzîm dikî, li gorî qaîdeyên dînê xwe dijî.
Tu nikanî fikrê li dijî dînê xwe, dîtinên dînan rexne û red dikî qebûl bikî.
Aqilê re,
mantixê te şert û emrên dînê te li ser te ferz dike rast nebîne jî tu mecbûrî
wan tiştan qebûl bikî û guhên xwe, çavên xwe ji her rexneyê ra bigirî.
XXX
Xortê postecî şiîrên Pablo Nerûda wek şiîrên xwe ji dildara
xwe ra dixwend. Pablo Nerûda bi viya hesiya, rojekê jê pirsî:
-Çim tu şiîrên min didizî, fena ku ew şiîrên te bin ji
dildara xwe ra dixwînî?
Xortê postecî ev bersîva meşûr da Pablo Nerûda, got:
-Begê min, şiîr ne ya kesê nivîsî ye, ji kê ra lazim be ya
wî ye. Hewcedariya min bi wan şiîran hebû.
XXX
Yê xelk û alemê ji dûr tê, yê min ji ber qulp tûr tê. Gava
meriv bêşans be, bela meriv ji nêz va tê wek mar li nigê meriv dipiçike.
Tu çiqasî hevza xwe bikî, ji belayê bireve jî ew tê te
dibîne.
Lê mixabin jiyan bêbela nabe, bela jî wek beharateka jiyanê ye.Dibê meriv tahm bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar