Me mahsûla xwe ya salê ya dawî du roj berê rakir. Mehsûla me sêv û tirî ye. Wîşne me berê top kiribû, kiribû reçel. Me herdu darên xwe jî hema hema rût kirin. Îsal herduyan jî pir girtibû.
Dibê me zikata mahsûla xwe ya salê bida. Ew jî îro bû qismet û
nesîbê hemşeriyê min Elîyê Kosa(Elî Tuysuz).
Ez û hemşeriyê xwe, dostê xwe yê 44 salan carnan hevdu dibînin û hin bîranînên xwe teze dikin.
Wê rojê me hevdu dît, me bîstekê sohbet kir. Camêr ez birim ÎKEA´yê qahwak îkramî min kir.
Ji min ra xitî(uncûr) kirî, me bi hev ra xwar. Ji bexçê xwe yê şaneşînê(balkonê)îsotek jî diyarî min kir.
Lê ez destvala çûbûm. Xanima min xeyidî, got camêr xitî û îsotek daye te, tu biriye ÎKEA´yê, tu jî detvala çû. Dibê tu jî jê ra sibe hinek sêv, tirî û şûşeyek reçela wîşneya bibî.
Me îsal çend şûşe reçela wîşneya çêkiriye, em pê xenê bûne. Me da zarokan û
çend hevalan.
Ez serê we neêşînim, min îro tûrikê xwe tev kir, sêv, tirî û şûşeyek reçela
ekolojîk bir ji hemşeriyê xwe Elî ra.
Tiriyê me reş e, hinekî tirş e, lê tê xwarin. Me kir şerbet. Min digot
belkî ewê jê hez neke, lê got jê hez kiriye.
Di hewşa me da sê darên me hene; dara sêvê, dara wîşneyê û mêwa tirî. Dara tirî me
ji bo pelê wê çandiye, ev çend sal in em ji kirîna pelê selamûra xelas bûne.
Em
pelên xwe top dikin, dixin firîzerê(dolaba bûzê),wîşneyên xwe jî dikin reçel, him dixun, him jî didin
dost û hevalan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar