02 oktober 2024

Ma tu hatiye êgir?

Di zimanê kurmanxî da gelek gotinên pêşiyan û biwêjên pir xweş û manîdar hene. Him aqil didin meriv, him jî axaftinê xweş û balkêş dikin.

Bi pêşketina asîmîlasyonê ra biwêj û gotinên pêşiyan hêdî hêdî tên ji bîrkirin, bi kal û pîrên me ra ew jî diherin gorrê.

Gava wezna wê tê ez di nivîsên xwe da biwêjan, gotinên pêşiyan bi kar tînim.

”Ma tu hatiye êgir ?”, biwêjeke xweş e, tê maneya lezandinê, ecelekirinê. Min got bira haya çend xwendevanên min jê çêbibe.

Berê li her malê kibrît û heste tunebû. Gava ewê agir dadana, ya jî gava agirê wan vedimirî û nikanîbûn vêxistana, bi carûdê diçûn cîranan, hinek agir danîn, pê agirê xwe vêdixistin,

Jinên diçûn êgir xwe venediawiqandin, nediketin şêwran, rûnediniştin, agirê xwe digirtin û bi lez vedigeriyan.

Gotina, ”ma tu hatiye êgir ?” , ji vir tê, ji bo kesê pir ecele dike tê gotin.

Dema yek rûnene, pir ecele bike, meriv jê ra dibêje, ma tu hatiye êgir, çima tu hewqasî ecele dikî?

XXX

Navê wê Edlan e, ji xwe ra nezan e, ji xelkê ra kebaniya bîstûheft(27) malan e.

Gelek kes, gelek siyasetmedarên me ji Edlanê jî xerabtir in. Bi hezaran hîn jî dost, rêber û hevalên neyar in. Ne ji miletê xwe ra, ji dagirkerên welatê xwe ra dixebitin. Hevaltiya kes û partiyên neyarên kurdan dikin. Li Kurdistanê ji wan rad ost û hevalan çêdikin.

Xwelîseran, malmîratan ji kurdan ra kûsiyan, ji ereb û tirkan ra masiyan digrin.

XXX

Mistoyê dînik çû mizgeftê, xwe di tabûtê da dirêj kir.
Yên ew dîtin jê pirsîn:
-Tu çi dikî?
-Min xwest ciyê ezê herimê bibînim.
Gotin:
-Ê te çi dît?
-Min dît hûn merivên çiqasî xerab in.

Bihîstin qabîlîyeteke, gudarîkirin jî sineteke.

Herdu jî bi meriv ra hebin baştir e.

Dibê meriv tenê nebihîze, li yê hember gudarî jî bike û fêm bike çi dibêje ?

XXX

 -Li gorî hinekan tenêtî reva kesê nexweş e, li gorî hinekan jî reva ji kesên nexweş e.

F. Nietzsche

-Gotina însan kane tiştê ne mimkûn pêk bîne têrê nake, çimkî însan kane bigihîje ji nemimkûniyê wêdatir jî.

Tesla

-Xortanî xweş e, lê çi heyf di destê xortan da heba dibe

Oscar Wilde

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar