Dr. Ednan Mecîd Mihemed di vê nivîsa xwe ya di malpera Rûdawê da ji serok û siyasetmedarên kurd ra dibêje xerîteya Rojhilata Navîn, sînorên dewletên welatê me dagirkirine li ber guherînê ye, sînorên dewletan yên îro ewê werin guhertin; ev zerûrîyeteke; ewê bibe.
Çimkî dema neyê guhertin li herêmê şer û teşxele nasekine. Dewletên
mezin ev yek baş fêm kirine.
Sînorên Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picot ya sala 1916´a bi rengekî ne
rast hat xêxkirin.
Ev yek li herêmê bûye sebebê şerekî bênabên û bêîstîkrariyeke mezin.
Ji bo ku li herêmê şer biqede, aramî, aştî çê bibe dibê
sînorên Îran, Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê ji nuh da werin danîn û kurd jî bibin
xwedî dewleteke serbixwe.
Dr. Ednan Mecîd Mihemed di vê nivîsa xwe da balê dikşîne ser
vê mijarê, sebeb û mecbûrîyeta guherîna Rojhilata Navîn bi argumetên cidî îzah
dike. Lema jî navê nivîsa xwe kiriye, ”Rojhilata Navîn a berê çû, yeka nû tê.”
Serokên Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê vê guherînê dibînin û li gorî wê tedbîrên
xwe digrin.
Birêz Dr. Ednan Mecîd Mihemed gotiye dibê serokên kurdan jî
vê guherînê bibînin û li gorî wê xwe amade bikin.
Ji bo çêbûna Kurdistaneka serbixwe hebûna şertên derve tenê têrê nake, dibê
şertên hundur jî hebin, dibê kurd jî ji bo vê fersenda tarîxî hazir û amade
bin.
Nivîseke pir muhîm e, dibê siyasetmedar û partiyên me, akademîsyenên me li ser meseleyên
wiha bipeyivin, semîner û konferansan çêkin.
Herêma me dikele, Îraq û Sûrîye perçe bûne, Îran û Tirkiye jî li bende roja xwe
ne, ewê jî perçe bibin.
Îran di devê topê da ye. Lê Tirkiye jî di dorê da ye. Ji ber
tirsa perçebûnêye Devlet Bahçelî û Serokê Tirkiyê Erdogan dev guhertine, dest
bi demagojiya ”pêvajoyeke nuh” kirine, dixwazin PKK´ê bigrin bin çengê xwe.
Di Şerê Cîhanê yê Yekê da şetên çêbûna Kurdistaneke serbixwe ji bo me kurdan jî
çê bû, lê serok û pêşengên kurdan yên wê demê ne jîr û jêhatî bûn, li hev
nekirin, lema jî ew fersenda tarîxê ji dest dan; ereb û tirk bûn xwedî dewlet
ew bi hev ketin, bûn hevalên tirk û ereban, lema man bindest.
Dibê îro jî em vê
trajediyê dubare nekin.
Parlamenterê HDP´ê yê berê Altan Tan jî di Rûdawê da gotiye,
“Rojhilata Navîn tevlîhev bû û dê ji nû ve şekil bistîne, dibe ku sînor û
desthilatên gelek welatan biguherin.”
XXX
9 roj di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bû, lê
kes qala çêbûna hukûmeta nuh nake. Kê bi kê ra tifaqê bike, koalîsyoneke çawa
ewê çêbibe hîn ne xuya ye. PDK´ê, YNK´ê li ser avabûna humûmetê heta nuha tu
beyan nedane.
Amerîkayê got dibê hukûemet zû ava bibe. Lê ditirsim li hev
nekin, meselê bikin wek porrê dînan li hev bigerînin.
Ev îhtîmal zêde ye.
Nuha roj ew roj e YNK û PDK wek bira dest bidinb hev û
hukûmeteke netewî ava bikin. Bûyer û pêketinên herê viya li ser kurdan ferz
dike. Li Rojhilata Navîn îhtîmala guherîna sînoran roj bi roj zêde dibe.
Yekîtiya kurdan hebe kanin serxwebûna xwe îlan bikin.
Amerîka, Fransa ji bo yekîtiya wan zorê dide herdu partiyan.
Li Rojava jî eynî tişt e, li wir jî yên gurra Amerîkayê
nakin pir in,bi vê yekî jî gorra xwe dikolin.
XXX
Azad Penaber di platforma X´ê da rismekî xweş parve kiriye.
Ala Îsraîl û ala Azerbêcanê, ala Îsraîl û ala Tirkiyê, ala
Îsraîl û ala Qazakîstanê li kêleka hev parve kiriye.
Tirk li van dewletan rexne nagirin, ji wan ra nabêjin çima
têkiliyên we bi Îsraîl ra heye?
Lê gava ala Kurdistanê û ala Îsraîl li kêlek hev dibînin
qiymaetê radikin, hezar derewan li hev radigirin.
Gerek kurd jî wek her miletî li gorî berjewendiyên xwe
hereket bikin, guh nedin tirk, ereb, faris çi dibêjin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar