01 oktober 2024

Kurd gerek xeberên hewqasî giran ji hev ra nedin !

Di medyaya sosyal û Tik Tokê da hin alîgirên PDK´ê gotin gelkî giran ji Bafil Talabanî, Qubad Talabanî û Celal Talabanî û ji jina wî ra dikin.

Kurd gerek xeberên wiha ji hev ra, ji namûsa hev ra nedin. 

Pir şerm e. Min şerm kir.
Dibê hevalên PDK´ê rê li ber tiştên wiha bigirin, nehêlin dilxwazên wan ji namûsa xelkê ra xebera bidin. 

Gotinên meriv şerm dike bigire devê xwe ji Bafil û Qubad Talabanî ra û ji Mam Celal û xanima wî ra bikin.

Kesên di medyaya sosyal da ji namûsa Bafil û Qubad ra, ji diya wan ra çêrên pir pîs dikin gerek ciyê wan di nav refên PDK´ê da tunebe. Dibê meriv heqaretên wiha li hemberî tu kesî ebeden qebûl neke. Kî bike dibê meriv ji xwe dûr xîne.

XXX

Wek dihat texmînkirin artêşa Îsraîlê do bi şev sînorê Libnanê derbas kir û di bejayiyê da dest bi şerê Hizbulahê kir.

Hêzên Libnanî ji ser sînorê Îsraîlê vekişiyan e. Ev jî tê maneya artêşa Libanê şerê Îsraîl nake, dixwaze Îsraîl Libnanê ji Hibulahê xelas bike.

Îsraîl mecbûr e vê operasyona reşayiyê bike. Çimkî bi êrîşên hewayî tenê nabe.

Piştî kuştina Hesen Nasrulah min got, Hizbulah ewê were qedandin. Ev yek ji bo aramiya Libnanê jî baş e. Hêzên Îranê dibê ji Libnanê derkevin.

XXX

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu rasterast xîtabî gelê Îranê kiriye, gotiye ez zanim hûn piştgiriya terorîstên Hamasê û Hizbulahê nakin, lê serokên we dikin.

Serokên we milyar dolaran ji bo refa we xerc nakin, didin terorîstan.

Axaftineke pir baş e, ewê tesîreke baş li gel bike.

Netanyahu di axaftinê da bi hawakî sergirtî gefê li rejîma meleyan jî dixwe, dibêje rejîma we çavkaniya xerabiyê û fînansorê terorê ye û gerek ev rejîm hilweşe.

Bi rastî jî heta heta mele li Îranê li ser hukim bin li herêmê rehetî, armamî ne mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar