21 oktober 2024

Hilbijartinên Kurdistana Başûr bi silametî derbas bû, ma avabûna hukûmetê

Li Kurdistana Başûr hilbijartinên 20 cotmehê bi silametî, bêyî şer û teşxele derbas bû. Ev tiştekî pir baş e, kêfxweş bûm. 

Gelek kesan bawer nedikir, ya jî tirs hebû hilbijartin bi vê sakîniyê, bi vê silametiyê derbas bibe. Ev netîce ji bo kurdên başûr ciyê serbilindiyê ye.

PDK bûye partiya 1´ê 40 parlamenter, YNK bûye partiya 2´a 22 parlamenter, Neslê Nû(Newey Nwê)jî bûye partiya 3´a 16 parlamenter, Yekgirtûya Îslamî jî bûye partiya 4´a 6 parlamenter, çend partiyên din jî 2 û 1 parlamenter bi dest xistine.

PDK bûye partiya yekê, lê jimara  parlamenterên wê ji 45´a daketiye 40´î, yanî 5 parlamenter kêm kiriye.

YNK´ê rayên xwe hinekî zêde kiriye, berê 21 parlamenterên wê hebûn, nuha jimar bûye 23. Lê ne tiştê dihat hêvîkirin. YNK bûye çend perçe, lema di hilbijartinan da rayên wê perçe bû.

Li gorî vê netîceyê koalîsyon şert e, ne PDK´ê, ne jî YNK´ê piranî bi dest nexistiye, dibê koalîsyon çêbibe.

Yanî tiştek nehatiye guhertin, rewş dîsa wek berê maye. Ji ber ku partiyek tenê nebûye desthilatdar belkî baştir e. Koalîsyon kane balansekê peyda bike.

Hela em binêrin di rojên pêş da serokên partiyan ewê sînyaleke çawa bidin.

XXX

Serokê Cemaeta Gulen Fethullah Gulen miriye. Fetullah 83 salî bû.

Gelek kes bi mirina wî kêfxweş e, gelek jî xemgîn in. Gulen merivekî hezkiriyên wî jî pir in, dijminên wî jî.

Fetullah Gulen îslamîstekî pantirkîst bû û dijminê kurdan bû, dixwest bi ”dostî” (!) kurdan bike tirk.

Fetullah Gulen ji bo însanan merivekî, îdeologekî bi zirar bû. Ew çû, lê îdeolojiyeke bi zirar û gelek însanên wek xwe li pey xwe hîşt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar