Mêrik bi xanima xwe ya ciwan, pir bedew ra çûn ser zêringerekî (zîvkirekî) xişrên pir biha difrot.
Mêrik got:
-Em dixwazin li gustîleke almasî binêrin. Ez dixwazim ji xanima xwe ra
gustîleke biha bikirim.
Zêringer ji vîtîrînê çend gustîlên bihayê wan li dora 5000 hezar dolarî
derxistin, nîşanî wan da.
-Em dixwazin gustîleke ji van baştir, ji van bihatir bikirin. Heger heye, ji kerema xwe wê nîşanî me bide.
Hostê zêringer vê carê ji kasa mezin gustîleke din derxist, got:
-Fermo, gustîla me ya herî biha ev e, bihayê wê 100 hezar dolar e…
Jinikê gustîl kir tiliya xwe, tam li gorî tiliya wê bû. Herduyan jî gustîl pir ecibandin, jinik bi ser gustîlê da mir. Got gustîla ez lê digerîyam ev e. Mêrê wê çekeke 100 hezar dolarî nivîsî û da zêringer û jê ra got:
-Îro şemî ye, banqe girtî ne. Ez çekê didim te. Duşemiyê here perê xwe bigire û dûra telefonî min bike. Piştî te telefon kir, emê werin gustîla xwe bibin.
Roja duşemiyê zêringer telefonî mêrik kir, got:
-Begefendî, di hesabê we da qurişek jî tune bû!
Mêrik got:
-Ê wê çaxê bira gustîl li ba te bimîne. Çekê jî biqelişîne, bavêje. Bi saya te min û xanima xwe du rojên pir xweş derbas kir. Me têr kêf kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar