26 oktober 2024

Devlet Bahçelî tirk nehîştin

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî îro dîsa xweş kiriye, bayekî wer ji ber serê xwe berdaye kenê guran pê tê; gotiye:

”Jihevhezkirina tirk û kurdan ji bo herdu seriyan jî him dînî, him siyasî ferz e. Heger tirkekî ji kurdan hez neke hebe ew ne tirk e ! ”
Law bi Xwedê dereweke bi boçik e. Tirkê bi rastî ji kurdan hez dike li ba te tirkekî xayin e.
Tu dev ji tirkên din berdî, tu jî ji kurdan nefret dikî. Û tu dixwazî li dinyayê kurd nemînin ya jî kesê dibêjin em kurd in tune bin.

Heger new isa bûya te yê hewqasî neyartiya kurdan nekira, tu yê ne li dijî perwerdeya bi kurdî bûya.
Bi vê vira xwe ya bi boçik tu nikanî kurdana bixapînî.

XXX

Îsraîl do bi şev soza xwe ya heyfgirtinê bi cî anî. Li gorî beyana resmî ya artêşa Îsraîl, bi balafirên şer du caran 20 hedefên eskerî bombebaran kirine.

Îranê gotiye zirar û zîyan ne mezin e, lê ne rast e. Ji bo bersîvê nede wiha dibêje.

Bi îhtîmaleke mezin ewê bersîvê nede, ji bo ku şer berfirehtir nebe. Meleyên faşîst zanin bersîvê bidin ewê li zirarê derkevin, Îsraîl jî bêbersîv namîne.

Rejîma meleyan biketa baş dibû, lê hîn ew wext nehatiye.

XXX

Tirkiyê dest bi wêrankirina Kurdistana Rojava kiriye. Bi balafiran, bi topan û bi droneran agir bi ser serê kurdan da dibarînin. Gelek kuştî û birîndar hene.

Santralên elektirîkê, gazê, petrolê, benzînxane, nexweşxane, depoyên genim, salonên dawetê û navendên tenduristiyê giş bombebaran kirine.

Dibêjin ew heyfa êrîşa ser TUSAŞ´ê ya Anqerê digrin. Ev ne fîlmekî nuh e, me ev fîlm berê jî çend caran dîtiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar