05 oktober 2024

Çim em tim xwe dikin destiyê kêrê?

Ereb û Îsraîl, Hamas û Îsraîl, Hizbullah û Îsraîl şer dikin, em dikevin gewriya hev, dilê hev dihêlin.

Îsraîl û Îran bi hev dikevin, em dikevin gewriya hev.

Hamas û Îsraîl, Hizbullah û Îsraîl şer dikin, hin kurd miheqeq dibin heval û piştgirên terorîstên îslamî, ji bo wan xwe perçe dikin.

Li ku dera dinyayê kî bi hev keve, em kurd jî ji bo wan tên hemberî hev, dilê hev dihîlin, gotinên gelkî giran ji hev ra dibêjin. Giş jî ji bo xelkê, ji bo ereban.

Xwedê aqilekî baş bide me, bi vî aqilî em tu havilê ji xwe ra nakin.

Kî li hev xîne, kî şerê hev bike em ne mecbûr bibin teref û dilxwazên wan, ne mecbûr in şûrê aliyekî bikşînin, dijminatiya aliyekî bikin.

Ma ereb, faris, filistînî ji bona me bi hev dikevin, ji bona me dikevin gerwiya hev, ji bona me dilê hev dihêlin?

Ereb, filistînî ji bona me nabêna xwe bi hev ra, bi Tirkiyê û bi Îranê tu carî ra xera nakin.

Tirkiyê, Îran qira me bînin jî ne xema filistîniyan, Hamasê û Hizbullahê ye. Çima hûn vê rastiyê nabînin?

Em çima xwe li ber baranê şil dikin?
Çima em tim xwe dikin destiyê kêrê?

XXX

Hin însan bi salan ra baqil û kamil dibin, hin jî dixirifin, dibin ji zarokan jî xerabtir.

Di medyaya sosyal da meriv rastî gelekên wiha tê, bi gotin û parvekirên wan ên wek zarokan meriv matmayî dimîne, kenê meriv bi halê wan ê perîşan tê.
Hinek jê nas in, meriv bi vê rewşa wan xemgîn dibe, lê nabe meriv tiştekî bibêje. Haya wan ji zaroktiya wan tune ye, ji wan wetnê tiştên pi muhîm dibêjin. Her kes ji aqilê xwe razî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar