04 oktober 2024

Cezayê Xwedê

Meymûn û ker bûbûn desbirakê hev. Ker li bin darê diçêriya, meymûnê jî li ser darê mûz dixwar û di ber ra jî ji kerê ra davêt jêr.

Kerê têr xwariye, ji meymûnê ra gotiye:
-Bes e, min têr xwar. Zêde navêje, îsrafa zêde guneh e, Xwedê ewê me ceza bike.
Meymûn keniyaye, gotiye:

-Xwedê tu kiriye ker, ez jî kirime meymûn, ma cezayê ji viya hîn  mezintir heye?

XXX

Rojên mehan

Mamoste ji xwendekarê xwe pirsîye:
-Di kîja mehê da 28 roj heye?
Xwendekar gotiye:
-Di her mehê da 28 roj heye.

XXX

Çûna wê dinê

Mistoyê dînik çû mizgeftê, xwe di tabûtê da dirêj kir.

Yên ew dîtin jê pirsîn:

-Kuro tu çi dikî?

-Ez dixwazim ciyê ezê herimê bibînim.

Gotin:

-Ê te çi dît?

-Min dît hûn merivên çiqasî xerab in.

XXX

Ez mala wî dipirsim

Neyzen Tewfîkê şair rojekê dîsa pir vexwaribû, serxweş bû, riya mala xwe dernedixit. Ji yekî ji wê taxê mala xwe pirsî, got:

-Ma mala Neyzen Tewfîk li ku ye?

Mêrik got:

-Begê min, ma tu ne Neyzen Tewfîk î?

Neyzen Tewfîk gotiye:

-Ez wî ji te napirsim, ez mala wî ji te dipirsim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar