20 oktober 2024

Bêşeref giş mirin !

Li dêrê keşe di w´aza xwe da gelek tiştên xweş û baş got, gelkî pesê başiyê, çêyiyê da.
Di dawiya w´aza xwe da got:

-Wê demê dibê em ji bo Xwedê çi bikin?

Lazim e em efûkar bin, dijminên xwe efû bikin. Piştî vê sohbeta me, 

ji we çend kesan dijminên xwe efû kir?

Ji nîvê cimatê zêdetir destê xwe bilind kir.

Keşe pirsa xwe dubare kir…


Vê carê her kesî destê xwe rakir.

Pîrek li pêşiyê rûniştibû, wê tenê destê xwe ranekir.

Vê yekê bala keşe kişand, bi nezaket ji pîrê ra got:

-Alîce xatûn, xêr e înşela ? Çima tu nikanî dijminê xwe efû bikî? Qey efûkirina dijminên te bi te pir zor e?

Pîra Alîce bi dengekî nermik û sakîn got:

-Dijminê min tune ye !

Dengê îtîrazê ji cimatê bilind bû, her kesî tiştek got. Cimatê ev bersîva pîra alîce rast nedît.

Keşe axaftina xwe domand, got:

-Waaa! Dêmek qwt dijminê te tune ye! Bi rastî jî ev tiştekî pir xweş e. Alîce xatûn, tu çend salî yî ?

-Ez sed û heyşt salî me.

Cimat rabû ser xwe, her kesî jê ra li çepika xist.
Keşe got:

-Alîce xatûn, tu kanî were vira ba min?
Pîrê hêdî hêdî çû ba keşe.

Keşe bi rûkenî bala xwe dayê, bi dengekî henûn got:

-Tu kanî li vir ji cimatê ra sirê vî îşî bibêjî?

Çawa dibe hetanî vî umrî, di nav jiyaneka 108 dirêj da qet dijminekî meriv çênabe?

Pîrê mizicî, berê xwe bi cimatê da kir, bi rûkenî, bi dengekî lerzok got:
-Bêşeref giş mirin, yek jî nema…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar