23 september 2024

Li Kerkûkê dibistan bi Ala Kurdistanê û sirûdê Ey Reqîb vebûn


Ji Kerkûkê û herêmên ne di bin îdareya Kurdistanê da xebereke xweş heye.

Li Kerkûkê dema xwendinê bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û xwendina Ey Reqîb dest pê kir.

Do li Kerkûkê dibistan bi sirûdê Ey Reqîb û bi bilindkirina Ala Kurdistanê vebûn.

Dema min ev xeber di rûdawê da xwend û rism û vîdeoyên zarok sirûdê Ey Reqîb dixwînin û Ala Kurdistanê bilind dikin dît, pir dilşa bûm.

Li Îraqê û li herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Kurdistanê dibistan do vebûn.
Li dibistanên Kerkûkê Ala Kurdistanê hat bilindkirin û dengê Ey Reqîb olan da.

Li gorî lêkolînên Rûdawê li Kerkûkê, Şingalê û Xaneqînê li dora 133 hezar xwendekar, li 657 dibistanan bi kurdî dixwînin.

Li herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Kurdistanê, bajarên wekî Kerkûkê, Şingalê û Xaneqînê bi erebî ra perwerdeya bi kurdî jî heye. Mufredata(ernameya) perwerdeyê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê amadekirin.

Li gorî agahiyên berpirsiyarê xwendina kurdî yê Kerkûkê Kameran Elî, li Kerkûkê nêzîkî 100 hezar xwendekar li 555 dibistanan bi kurdî dixwînin.

Li Kerkûkê li dora 9 hezar karmend û mamoste li dibistanan ji bo dersa kurdî dixebitin.

Li Kerkûkê xeyn kurdî, bi erebî û tirkmenî jî perwerde heye. Dibistanên bi zimanê Erebî ji yên kurdî zêdetir in.
Piştî dagirkirina Kerkûkê ereban xwestin demografiya Kurkûkê û herêmên dagir kirin biguherînin. Di vî warî da bi pêş jî ketin. 

Lê heger kurd gorra hev nekolin, nebin hevalên dijmin, kanin rewşê baştir bikin. 

Girtina walîtiya Kerkûkê lema pir muhîm e. Hêvî dikim waliyê nuh birînên kurdan bikewîne, kurdên koçber bûne vegerin malên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar